• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi20
Bugün Toplam298
Toplam Ziyaret12911292
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
EM HERİN ŞERÎATÊ
09/07/2017

         Rojek ji rojan siwarek li ser hespa xwe siwar dibe û rêwîtî dike. Pir çû hindik çû, dûxanik ji dûr da dît û dûxanê bala siwar kişand û siwar di hêla dûxanê da hespa xwe da çar gafa û çû. Arik bi daristanê ketibû, dar û pûş dişewitî. Bi qirçîna pûş û dara bû, dilê mirov jî dişewitî. 

   Le belê tiştekî pir ecebmayî derketibû holê û siwar şaşma! Gelo ar çawa her tiştî dicerifîni û ditirsîni. Li ser zinarekî marik serê xwe rakirîye û li dora xwe dineri. Çar hawel ari û arê sor bervê diheri le belê tu çare jî tuneyî. Dema siwar wî dîmenî dibîni, difikiri û raman didi gelo ez ê çawa bikim? Mar mari bawerî pê nabi, le belê dilê wî jî bi şewata mar qayil nedibû.

   Biryar da û got ez ê mar xelas bikim ji şewatê, ji ber ko Xwedê şewitandina mirov û ajalan qedexe kirîye. Lotik li hespa xwe xist, berê hespê da mar û di nav arê sote da çû hinda zinarê mar li ser. Û destê xwe dirêjî mar kir, mar jî ji hewla ruh çû ser destê siwar û xwe kaşî ser milê siwar kir. Siwar dîsa rişma hespa xwe kişand û da lotika û ji nav arê pûş û dar dişewitandin mar bi dûr xist.

   Mixabin dema bi dûr ketin, bîn a siwar dijwar bû û stu lê şijdîya. Nerî mar xwe li stu badayî û dewê xwe vekirîye! Siwar got mar o ma tu çerdiki? Min tu ji şewitandinê xelaskir. Mar got em dijminê hevin û ez ê te bikujim.

   Siwar got, ka em herin şerîatê? Mar got, dibe em ê herin şerîatê û di rêda çûn li kerikî qelibîn. Siwar got kero, min mar ji şewatê xelas kir, icar ew diki min bikuji! Tu gorî şerîatê hikm biki, ka mar mafdare yan na? Ker sekinî, sekinî şeqalê guhê xwe livand û got, mar dijminê mirove û dema mirov mara dibînin dikujin û dema mar jî mirovan dibînin derfetê bibînin dikujin. Û domand got, maro tu mafdari li gor şerîatê tu kani siwar bikuji. Siwar got maro kanêki em ji yekî din ra jî bibêjin, got çi bi min er ê yi. Mar got, min qebûl ka em ji yekî din ra jî bibêjin û bi rê ketin.

   Pir çûn hindik çûn li cangakî rast hatin û hal û mesela xwe ji cange ra gotin. Cange jî got li gor şerîata min, maro tu kani siwar bikuji! Siwar got; maro qewlê mera sisê yi. Ka em ji yekî din jî bipirsin got çi, ew ê. Mar got ma du heba ez mafdar dîtim û ez te naşkînim, û bi rê ketin.

   Pir çûn hindik çûn li rovîyekî rest hatin û gotin, rovî em dixwazin tu li gor şerîatê hikm biki. Siwar got rovî min mar ji şewatê xelas kir, le belê ew diki min bikuji, ka tu gor şerîatê hikm biki. Mafdari yan ne mafdari. Rovî got ez ê li gor şerîatê hikm bikim û hûnê bi a min bikin. Mar gotina ker û canga anî bîra xwe û got erê, siwar jî ji xwe mafikî wî mabû û got er ê.

   Rovî got, hikm min fermî yi hewceyi em çar mirovan bikin govan(şehde) û çûn hinda gund. Rovî bang çar mirovan kir got werin ez dikim li gor şerîatê hikm bikim, hûn jî bibin şehde û gotin erê û hatin. Rovî got, dudu li helikê, dudu jî li helikê bisekinin. Mirovan bi a rovî kirin. Rovî got maro tu û siwar ji hev biqetin û li hev binerin, ez dixwazim hikme xwe li gor şerîatê bi cîh bînim. Bi a rovî kirin û guhê xwe dan dev ê rovî. 

   Rovî got, law lêxin mar bikujin, ma bawerî ya mara heyî. Û li mar xistin û mar guştin. Çîroka me li gihara Rehmet li dê û bavê guhdar û xwendevanan. 

   Herkes ji xwe ra peywîrekê derxîni. Bimînin di xêr û xweşiyê da.


1887 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.477332.6074
Euro34.596434.7351
Hava Durumu
Saat
Site Haritası