• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi9
Bugün Toplam139
Toplam Ziyaret12912747
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ADET Û RUSÛMATNAMEÊ ME
19/12/2012

 

 

Peywendiyên eşîrî:

    Piraniya kurmanca heta heft bavan navên ecdadên xwe zanin. Û xizm û mervantîye winda nakin. Mesela xizm û pismamê yekî li Şamê û Misrê heye, bavê ewî xizmî û ewî pismamî ji boy kurê xwe wasiyet dike, ko li filan welatî û filan gundî ji filan tayifeyî navê ev e, xizm û pismamekî me heye, pêdivî hebe ew jî dîsanî ewê wesiyetê ji boy zarokên xwe dikin.

    Eger dibe ku, mimkun e kurmancê xûndarî û yan jî dozek maye di welatekî da digel mirovekî hebi, dîsanî bi dem û tarîx û tefsîl bi firehî dîsa ewî dozê ji bona ewladê xwe dibêjin, wesiyet dikin. Adeta kurdan ko yek ji wan, mesela biçe xurbetê, rastiya esl û neseba xwe zû bi zûyî ji boy kesekî nabêjin. Lewra bi ihtiyat xwe diparêzin. Ko nebe xûndarî û yan jî dozek kevn ji neseba wan lêderkeve. Bi kurtasî doza di nav kurmancada kevn û winda nabin. Heta heft bavan doz diajon.



   Xweavêtina bext li ba kurdan:

   Kurd pir xwedî bext dibin. Eger mirovek qebahetekî mezin bike û biçe xwe bavêje bextê yekî, elbette ji qisûra wî diborîn. Û bi bext sundê dixwin û  bi cih derewî tiştekî naêxine bextêd xwe. Wekû yekî mesela ev şola weha ne bûye, wekû ewî got ko di bextê min da bibe ko weha ye, elbette pê bawerî dikin. Yanê bi bext sûndxwarin di nava kurdan da pir mezin e. Wekî mesela: Mirovekî dixwazin bikujin, xwe avêtiye bextê yekî, elbette bi çi şêweyî bibe, dê wî mirovî ji kuştinê xilas bike.

  Adetê kurdan da, yekî şer da ji hespê ket û êsîr bû êdî ne mimkunê, êwî nakujin.



   Berdêlî:

   Di nav kurmancada berdêlî jî heyi. Mesela: Yek xweha xwe dide yekî û xweha wî jî ji boy xwe distîne, û yan jî keça xwe dide yekî û keça wî jî ji boy xwe distîne. Yanî guhertin dikin. Herkesek ji wan mesrefa daweta xwe dibîne.

 



2584 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.429932.5599
Euro34.801134.9406
Hava Durumu
Saat
Site Haritası