• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi19
Bugün Toplam230
Toplam Ziyaret12911224
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
AQİL TACA ZÊRÎNİ
18/12/2014
Di demikê da li bajarikî mamosteyek hebû û li dibistane zarok perwerde dikir. Dema betlanê da jî, ji xwe karê etarîyê dikir. Gund bi gund, bajar bi bajar digerîya û alvêra xwe didomand. Di nav çend sala da dewlemend bû û çend zarokên wî çêbûn. Jina wî jî, li zarokan dinerî û zarok mezin dikir.
 
  Mixabin dîsa rojekê mamoste tê gundekî, le belê li gund dawet li dar ketîye dengê def û zurnê tê. Li wî gunda edet û usilê wan; dema zilam dilîzin di dawetê da jin lê temaşe dikin û didin çepika. Û dema jin dikevin dawetê zilam lê temaşe dikin û didin çepika. Dema mamoste tê jina govend girtîyi û serî da jî, keçikik bejn ziraf, por dirêj, biskê xwe badayi, zêr û zîf kirîyi hustîyê xwe, heta tu bibêji xweşik û rindiki û govendê digerîni. 
 
  Dema çevê mamoste lê dikevi hiş û aqil ji serê mamoste diheri û dilê wî dikevi keçikê. Û temaşe diki, dema dibi êvar herkes diheri mala xwe, mamoste jî diheri mala keçikê dibi mîvan. Dû hal û xatir pirsînê derdê xwe ji dîya keçikê ra dibêji; Ez mamostemi û mîrovekî dewlemendim, zewicîmi û zarokên min hene, dilê min ket qîza te û pirsgirik tunebi ez dixwazim bi vêra bizewicim.
 
  Dîya keçikê dibêji tu pirsgirik tuneyî le belê li gor edet û usilê me hewceyî tu jina xwe berdi. Û dema te jina xwe berda mal û milkê xwe bîni weri vira, em ê jî qîza xwe bidin te. Mamoste raman didi, difikiri û biryar didi dibê ez ê weki te bikim û diheri.
 
  Dema mamoste tê malê, ji jina xwe ra dibêji; jinik min tu berda û heri mala bavê xwe. Jinik çukas dibêji eman deman min çi xeta kir, debêji nabêjî çare li mamoste nabi û xwe zatî jî, ji berê da biryara xwe dayi. Mal û milkê xwe difiroşi, jina xwe berdidi, jinikê û zaroka dişîni mala xwezurê xwe berê û dikevi rê, berê xwe didi jîyanek nuh......
 
  Dema tê, erê jinik dibîni weki wê kirîyi û malxerab hatîyi bi qîza wêra bizewici. Mamoste dibêji min bi a te kir û ez hatim û bi emrê Xwedê û bi qevlê Resûlê Xwedê ez qîza we ji xwe ra dixwazim. Gundî jî kom dibin, keçik jî tê. Mixabin keçik bi dergistîyi û şîranî ya we jî bi xwe zatî hatîyi vexwarin. Û gundî rastîye ji mamoste ra dibêjin, le belê mamoste şaş dibi wê çer biki, bê lo nebi. Û jinik dibêji min henek kir bêaqil. Mamoste dîn dibi û bi çola dikevi. Erê aqil taca zêrîni, le belê di serê herkesî da nîni. Aqil aqil aqil...


2493 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.477332.6074
Euro34.596434.7351
Hava Durumu
Saat
Site Haritası