• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi5
Bugün Toplam325
Toplam Ziyaret12913778
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
JİN MALAN AVA DİKİN
18/02/2013

 

 

      Hebû tunebû mêrikek hebû li ser pişta xwe ezing difirot. Rojikê Padişah lê rast hat, got:Tu çima va ezengana li ser pişta xwe difroşi, çima ji xwe ra kerikî nakiri. Merik jî dibêji perê min tuneyî. Padişah jî zêrikî dide û dibêji kerikî ji xwe ra bikiri.

   Merik jî dema diheri malê zer dide jinika xwe û dibêji vî zerî veşêri. Û dibêji em ê serê sibe kerikî ji xwe ra bikirin. Jinik jî zer diki nav erd. Serê sibe parskêrek tê û jinik jî tasik ard didi merikê parsek. 


   Dema serê sibê, merik radibi ji jinika xwe ra dibêji zer bîni ez ê herim ker bikirim. Ve dema tê aklê jinikê zer kiribû nav ard û jê tasik jî dabû parsker. Mêzediki zer tuneyî. Merik jî disa ezinga li ser pişta xwe dike û difroşi. Jiyan didomi rojikê dîsa Padîşah li ezingfiroş rast tê û dibêji:Te çima ji xwe ra ker nekirî, mêrik tiştê hatiye serê vî ji padîşah ra dibêji.....

   Padîşah dema diheri malê ji qîza xwe ra vê meselê û rewşa ezingfiroş dibeji. Keçik jî dibêji bavo jin mala ava dikin. Padîşah jî ji xulamê xwe ra dibêji herin li welêt bigerin mirovê heri teral(tembel) bibînin û bînin. Digerin li çarhêlên welêt û mîrovekî pir teral dibînin. Bi tenê nan naxwe, nanê vî û av a vî dayika vî dide, çil û bergê vî qilêrîni û bîna xwîdanê jî je tê. Ver terali nameşi xulamê padîşêh wî li pişta xwe dikin û tînin hinda padîşeh. Padîşah mehra wan dibiri û qîza xwe bi mêrikê teral ra dişîni mala vî.

    Qîza padîşeh mala gemarî paqij dike û şîvê amade dike. Mêrik dema şîva vî tê ser nivîna şîva xwe bi destê xwe dixwe. Dayika vî şaş dibe, ji ber vî bi destê xwe xwarin nedixwar. Roja din qîza padîşeh şîv li navenda malê amadekir. Dîsa mêrikê teral rabû ser xwe û li ser sifrê şîv xwar. De de jinikê rojekê xwarin li pêjgeh(mutfak)ê amadekir, mêrik rabû ser xwe û hat ser şîvê û xwar. Çend roj derbasbûn mêrikê teral ji malê jî derket û gerya jî.

    Rojikê qîza padîşeh dibêji heri ezinga bîni. Mêrik jî diheri daristanê û ezinga tîni malê. Roj bi roj mêrik karikî din dike û dibe mîrovekî çeneng. Dîsa rojikê dema diheri ezinga li daristanê şikeftikê dibîne, tê da rûdini û westa xwe derdixi. Li şikeftê da tiştekî wek sênîkikê dibîni  û tîni malê dibêji: jinik min got tuyê xwarinê têxê viya. Qîza padîşeh dineri zer ê û dibêji te vaya ji ku derê ani. Mêrik ji dibêji min ji şikeftikê anî û ji viya jî pir şikeftêda hebûn. Jinik dibêji tu çi yê wan zani yan na: Mêrik jî dibêji ez zanim û diherin zer ê di şikeftêda kom dikin û tînin. Difroşin û dewlemend dibin, li hember koşk a padîşeh koşkekê çêdikin. Mixabin koşka wan weki a padîşeh çêdikin û hundirê koşkê jî weki a padîşeh amade dikin. Xalîçe û tiştê malî jî wek ê koşka padîşeh amade dikin. Dema koşk û tiştê di hundirê wêda diqedin, qîza padîşeh şîvê amade dike û ji mêrikê xwe ra dibêji heri ji bavê min ra bêji bira weri mala me mivandarîye û xwe jî pê naskirin  nedi. Û bangî padîşeh dikin, dema padîşah tê şaş dimîni mêze diki hertişt wekî ê mala wani.

    Mixabin qîza wî jî xwe rê padîşeh nadi, mêrik şîvê amade dike. le belê padîşah mat dimîni. Û qîza wî tê hinda bavê xwe û dibêji bavo min ji tera negot jin mala ava dikin. Padîşah jî fehm dike û pir jî kêfa wî tê.Çîroka me li gihara rehmet li dê û bavê guhdar û xwendevanan.

 



3791 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.429932.5599
Euro34.801134.9406
Hava Durumu
Saat
Site Haritası