• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi9
Bugün Toplam443
Toplam Ziyaret12909777
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
HEBÛN Û TUNEBÛN
11/11/2016

        Hebû, tunebû di demikê da mirovekî navê wî ehmed hebû û li gundekî dijî ya. Gund li deştê bû û dewar xwedî dikirin. Mixabin deşt dûrî bajêr bû. Ehmed û malbata xwe kefxweşbûn, lawê ehmed jî nav ehmed bû. Ji ber ku ehmed zarşirîn bû, malbatê dixwast lawik jî zarşirîn be.


     Dewarê wan hebûn le belê ji bona karwanî ye devê wan tunebû. Û bi xwe zatî gund dûrî bajêr bû û ji bona pêdivîyê mal ê, hewceyî biçûna bajêr û bajarvanîye bikin dev e lazim bû. Mixabin li gund deve hebûn le belê dev ê mala ehmed tunebû.

     Rojek ji rojan devê firotinê hatin gund, zarokan li qada gund dilîstin. Xwedî ye deva got; zarokno em deva difiroşin û bi erzanî, heba devê bi deh pera difiroşin. Û zarok li mala belabûn û agahî da dayik û bava. Ehmed jî zanîbû devê wan tuneyî û pêdivî jî heyî û çû cem bavê xwe ehmed. Got; bavo devê firotinê hatine gund û bi erzanî difiroşin, em jî devakî bikirin? Ehmed got; lawê min bira bimîne.

 

    Çend roj derbas bû, dîsa rojekê deve hatin gund. Li qada gund bang kirin werin deva! Bi erzanî heba wî deh pera. Ehmed zanî bû bavê wî di westi û hewcetî ya wan bi deve heyî û çû mal ê. Got; bavo devê firotinê hatin gund, erzanin û pêdivî ya me pê heyi. Em devakî bikirin?  Ehmed got; lawê min bira bimîne.

 

     Mixabin hêvik derbas bû, dîsa rojekê ehmed û hevalên xwe li qada gund dilîzin. Le belê va devana buhane û heba wan sed pera ye. Ehmed dibêji ma bavê min bi deh pera deve nekirî, wê bi sed pere yî bikire? Û lîstika xwe didomîne. Le belê ehmed ê bavê ehmed bi lez ê dimeşi û tê qada gund. 

 

     Dibîne lawê vî jî li qadê ye, dibêji ehmed ê min, tu çima agahîye na de min? Em jî devakî bikirin, ma tu zani hewcetîya me pê heye. Ehmed şaş dibe û matmayî li bavê xwe dineri û dibêji. Bavo te bi deh pera deve nekirî, ma tu devakî bi sed pera bikire?

 

     Ehmed dibêji; lawê min, wê demê deve erzan bû pere tunebû, vê demê deve buhaye pere heye. Hebûn û tunebûn  e, hebe tu kani bikiri, tunebe erzan bi jî tu nikane bikire. Û ehmed devakî bi sed pera dikire û tê malê!........



2199 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.432432.5624
Euro34.631634.7704
Hava Durumu
Saat
Site Haritası