• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam843
Toplam Ziyaret12913451
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
XUTBA XATİRXWESTİNÊ
14/07/2016

     Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm(Bi navê Xwede'ye Mîhrîban û Dilovan)

         Gelî Mirovan!  Li gotinên min baş gühdarî bikin. Ez nizanim, belkî ji vê salê şunda, li ve derê em huvudu nebînim.

         Mirovno! Çawa ev rojên we pîrozin! ev mehên we çawa pîrozin, ev welatê we(Mekke) çawa pîrozin, can û malê we û namûsa we jî pîrozi. ji her cûre erîş û destavîtinê hatîye parastin.

      Sehabên Min! Hûnê di paşerojê da rastî Xwedayê xwe werin. Bê guman, hunê werin pirsyarî kirin. Piştî min li şaşîye xwe kevneşopî ne zîvirin û sutuyê hev ne birin! Vê hosînama(wesyet)mi,Mirovên li vir bira agahîye bidi ê ne li vir. Seba dibe ku, ê ev şîret jêre werin agahkirin, ji en agahdar çetir bi ragihîne.

       Sehabên Min! Kesê li ba wan emanet hebin, bila bidin xwedîye wan. Bila hûn zanibin, her cûrê faîzê hatîye qedexe kirin. Di bin pîye mindeye. Le belê pêwîsti hûn deynê xwe bi tevahî bigrin. Ne sîtemkar bin û ne stuxwar bin. her cûrê faîz û kevneşopîyê di bin pehnîya min dayî û qedexeyî. Mînaka faîza yekemîn, ku min bi destê xwe ji holê rakirîye, faîza kurê apê min ê Abbasê kur ê Abdulmûtalîb'e.

     Sehabên Min! Haydar bibin, adet û rusûmetnamê dema ji cahîliye manini hatine qedexe kirin. Bi tevahî di bin pîye min dayi. Û di dema cahîliye da heyfen xwîn ê hatini qedexe kirin. Doza xwînitiye yekemîna min ji holê rakirîye, heyfa xwîna nevîye Abdûlmutalîp, İlyas kurê Rabîa ye.

    Sehabên Min!   Îro, hevî ya şeytan li ser axa welatê we, sazkirin û damezrandina bandor û hukumdarîya xwe hatîye birîn. Le belê ji xeynî wan tişten ku min li we qedexe kiriye, tiştên hûrik jî dema hûn bikin, kefxweşîya şeytên we weri. Bi sedem û parastina dîn ê xwe, xwe ji wan jî dûr bikin.

    Gelî Mirovan! Di derbarê parastina mafên jinan de, wesyet dikim hûn ji Xwedê pitirsin. We jin ji Xwedê sipartî girtin. We bi peymana navê Xwedê namûs wan ji xwê ra bi helalî bidest xist. Çawa mafên we li ser jinan heyî, mafên jinan jî li ser we hene. Mafên we li ser jinan ew e kû; Namûs û rûmeta we nedin perçiqandin. Bê destûra we kesê hûn ji wan ne qayîl mazûbandîyê jêra nekin. Mixabin en hûn ne qayîl eger bigri malê; Xwedê destûr dayi we, hûn di nivînada wan bi tenê bihêlin û bi nermikî lê bidin.

Mafên jinan li ser we; Li gor adet û rusûmetnameye hewcederîye wan bi cîh bînin. Xwarin û çekê wan peyda bikin.

    Gelî Cîvaka Bawermenda! Min ji wera du siparte(emanet) hiştin. Heya ku hûn bi şidahî xwe bi wan bigrin, hûn rîya xwe şaş nakin. Ev emanet; Pirtûka Xwedê Qur'ana pîroz û regiha Pexembere wî sineta mine.

     Gelî Bawermenda! Li gotinên min guhdarî bikin û wan hîn bibin. Misilman birê misilmanaye û her weha misilman hemû birane. Malê misilmana û xwîna misilmana ji hevudura qedexeyi. Le belê bi dilxweşî bidê ew cûda yi.

   Gelî Mirovan! Xwedayê mezin mafên xwedî maf, di Qur'ana pîroz da kifş kiriye. Edî bi cûdayî ji mîratxwar siparte ne pêwîste. Zarok, ê xwedîye nivîneyi, di nivîna kêde çêbibe ê wîye. Ji kesê zînakar ra bêparî heye. Kesê ji xeynî neseba bavê xwe, rika nesebikî din bike, ew bednîjad û bê bave. Xezeb û xişma Xwedê, laneta melek(firîşte) û bawermenda li ser wan be. Cenabê Xwedayê mezin, poşmanî, dadmendî û govanîya wan qebûl nake.

   Sehabên Min! Ji Xwedê bitirsin, penç wext nimêja xwe bikin, rojîya remezanê bigrin, zikata malê xwe derxin, bi a fermandar û karbidestên xwe bikin. Bi vî hawayî hûnê têkevin bihûşta Xwedê. 

     Sehabên Min! Sîtemkarîye li nefsa xwe jînekin. Mafê nefsa we jî li ser we heye. Bila mirovên amade şîretên min, ji en ne amadera  ragîhînin.

       Gelî Mirovan! Xwedayê we yeke, bavê we jî yeke, hûn zarokên Adem'in, Adem jî ji axê hatîye afirandin. Serdest bûna Ereba li ser, ê ne ereb tuneyî. Ê ne Ereb jî, li ser Ereba ne serdestin. Çermsor ji çerm reşa, çerm reş jî ji çerm sora ne qençtire. Serdest bûna herî pîroz bi teqwayeye. Tirsa ji Xwedê teqwaye. Li cem Xwedê qençtirê we, ê ji Xwedê herî pir ditirsîye.

      Li ser we bendekî reş û asteng, bi emîrtî hat ser we û li gor Qur'ana pîroz rêvebertîye bike; wî guhdarîbikin û îtaet bikin. Herkes li ser tawan(sûç)ê xwe berpirsyare. Law li ser tawanê bav, bav jî li ser tavanê law naye sûçdarkirin.

    Haydar bibin! Hûn ê va çar tiştana nekin.

  

  • Hûnê ji Xwedê ra tu tiştî şirîk negrin.
  • Xwedayê heram kirîye û destnedayi canê vî, bîla heq nekuji.
  • Zinê nekin.
  • Dizîye nekin 

          Heta mirov bibêjin"Lâîlahe îllallah'', ez li ser wan bi herbê hatim fermankirin. Dema gotin laîlahe îllallah. Xwîna xwe ûmalê xwe ji min di parastîne, le belê  hesabê wan ji Xwedê reye.


         Mirovno! Sibeda we ji we min pirs biki, hunê çi bibêjin.

    Sehabeyên pîroz di çarikê ra gotin;

    ''Qasidya Xwedê te bi cîh ani, heqê peywîra xwê te dayê. Te li me pend û şîret kirin û em govanîya(şahadetî) te dikin.''

    Wî çaxê Pexemberê Xwedê tilya şehdê ber bi jor de rakir û se caran weha got;

       Şahid be Xwedayê min!

       Şahid be Xwedayê min!

       Şahid be Xwedayê min!



    2655 kez okundu. Yazarlar

    Yorumlar

    Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

    Yazarın diğer yazıları

    WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
    WÊ DERBAS BIBE
    XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
    XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
    MALA ŞÊN - 13/01/2020
    MALA ŞÊN
    XWENDIN - 18/08/2019
    XWENDIN
    ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
    ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
    ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
    ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
    MELA YÊ RAST - 30/05/2018
    MELA YÊ RAST
    BANDOR A KÎS - 16/05/2018
    BANDOR A KÎS
    MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
    MÎNAKA RASTÎYA RAST
     Devamı
    RESMİ İLANLAR
    Döviz Bilgileri
    AlışSatış
    Dolar32.429932.5599
    Euro34.801134.9406
    Hava Durumu
    Saat
    Site Haritası