• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi6
Bugün Toplam271
Toplam Ziyaret12903048
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
AQİL FİROŞ
15/03/2014

       Ez dixwazim îcar jî çîrokek palkêş binivîsînim. Ji bona vê çîrokê, ez sipasîyê xwe ji  doxtor celal ra dişînim. Û ew ê li ser zimanê Kurdî xebatê dikin jî, silav û rêz ji wan ra.

       Rojek ji rojan wezir li çarşîyê digeri, her dikanik tiştikî difiroşi. Ê çaw û ber, ê fêki, ê xwarine difiroşin her celeb mîrov û dikan henin. Mixabin dikanik heyî têda tiştik tuneyi. Û bala wezîr tikişîni û mîrovek li ser kursîyakê rûniştîyi. Le belê ew mîrova wezîr nasnaki. Wezîr silavê lê diki û jê ra dibêji; tu çi difiroşi? Ew jî dibê ji ez aqil difiroşim û sê komê axê rê wezîr didi. Dibêji ev yek bi zêrikî, a duduya bi du zêrayî û a sisîyan jî bi sê zêra yî. 

      Wezîr şaşdibi eceb ev çi yi û heta nu ha jî, qet tiştikî wakîna ne dîbû û ne jî bihîstibû. Meraq diki û dibêji ez dixwazim ê bi zêrikî bikirim. Xwediyê dikanê dibêji; kanêki zêrikı? Wezîr zêrikî didê û dibêji kanêki bibêji aqilê bi zêrikî çiyi? Xwedîyê dikanê dibêji; Qethenûbillah tu yê her tiştê xwe ji jina xwe ra ne bê ji.

      Wezîr şaşdimîmi ma vaya jî dibi, em hewkas salin zewicînin û zarokên me jî hene û him jî em pir ji hev hezdikin. Le belê tiştekî pir balkêşi û bala wezîr jî dikişîni. Merak a wezîr zêde dibi û dibê ji; kanêki aqilê bi du zêra jî bidi min û du zêra didi xwedîye dikanê ê aqilfiroş. Aqilfiroş dibêji; tu carî xelkê xerib, bira qîmeta wan li cem te ji merîye te ne qîmettir bi. Wezîr dibê ev çibû, tew ez tu qîmetê nadim merîyê xwe û hertim jî ez xelkê xerîb li cem xwe dihewirînim.

     Mixabin wezîr dixwazi aqilê sisîya jî bikiri. Û ji aqilfiroş ra dibêji kanêki aqilê sisîya jî bidi min û sê zêr ê xwe didi aqilfiroş. Xwedîye dikanê dibêji; Eger dewlet bû ker lê siwar nebi û dewlet bû pira di sera derbas nebi. Ev çi bû wezîr bi xwe zatî karî wî, karê dewlet ê bû. 

       Wezîr di halikî xerab da tê malê. le belê çerbiki dixwazi ew tiştana biceribîni. Ji ber zêr ê wî jî çûni. Weki kurmê têkevin darê û darê bûxwun, bi wî hesabî ew fikri û raman serê wî dixwun. Çend roj derbas dibin, le belê wezîr na sekini û diheri berxikî padîşêh heyi, padîşah jî pir jê hez diki û her roj êm û alifê wî bi destê xwe didi wî berxî didizi û dibi di şikeftikêda vedişêri û tê malê. Li ser rîya malê berxikî dikiri û tîni malê serjê diki. Dibê jinik vî berxi hûr biki û ji mera goşt çêki. Pîreka wezîr dibêji ev çîye? Wezîr jî dibêji; jinik berxikî padîşêh hebû min ew dizî, anî û serjêkir. Û tu jî goştê wî ji mera çêki. Jinik dibêji le hinik ji padîşêh ra bibêjin wê serê te jêki. Wezîr dibêji; ma kê jêra bibêji û padîşah ji bona berxikî wê çawa serê min jêki hewkas xizmatê min hene.

      Çend roj derbas dibin padîşah fermanê derdixîni û dibêji berxê min, eger hinika tiştik pê kiribi ew tiştê hatîyi serê berxê min wê weri serê wan jî. Welat temam pê dihesi le belê kesik pê nizani. Mesela aqilfiroşi û ceribandina aqilê dayî wezîr. Êvarekê wezîr dereng tê malê û yek ji wî, yek jî ji jinikê, jinik hêrs dibi û dibêji; ez ê gilî ye te li padîşêh bikim û bêjim wî berxa te serjê kirîyi. Eman deman, hawar gidî wê ser ê min jêki. Tu çarê li jinikê nabi û diheri hinda padîşêh û dibêji berxê te, wezîr dizî anî serjê kir û xwar! Wezîr dibê yek derket, îcar dora ê dinin. Padîşah wezîr bi girtin didi. Û dibêji min berê biryar dayî, kanêki bêji te berxê min çerkir. Wezîr dibêji min dizî û serjêkir. Dema wer dibêji mîrovên kombûni bi xwe zanin ji berê da padîşêh ferman dayî. Hinik jê dengê xwe bilind dikin û dibêjin ji bona berxikî, ma hûnê çawa serê wezîr jêkin û xiri cirê dikin. Wezîr dibê wana kînin? Dibêjin merîvên tenin. Wezîr dibêji a dudu ya jî derket. Li bende biryara padîşêh dimîni mixabin padîşah jî dibêji serî wî jêkin. Wezîr dibêji a sisî ya jî derket û dibêji aqilfiroş zêr e min danin te li te helal bin.

     Dema dawiyê li gor adet û ûsilê ji wezîr ra dibêjin tiştikî tû bibêji heyî yan na? Wezîr dibêji min berdin ez ê berxê padîşêh bînim. Û min ji bona ceribandinê berxê padîşêh veşartibû û berxê padîşêh jêra tîni û wezîrtîye berdidi. 
    (1-Dewlet bû ker lê siwar nebi û bû pira di sera derbas nebi.    2-Xelkê xerib di ser merîvê xwe ra negri. 3-Her tiştê xwe, ji jina xwe ra nebêji)


3233 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.237032.3662
Euro34.794534.9339
Hava Durumu
Saat
Site Haritası