• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam126
Toplam Ziyaret12911519
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ŞOPAJOTİN, PÊJNNASÎN, PÊŞBÎNÎ
01/01/2013

 

 

        Kurd di reşê de û li ser berfê jî, rêç û şopa pîyan digerînin û dizanin. Eger bi şev kûçikên wan direyin, ew ji reyîna kûçik fehm dikin ku mirov dîtiye û yan jî heywan dîtiye, û kurd bi şev guhên xwe didine erdê, guhdarî dikin. Ji dûr ve eger siwar bên, ew ji dengê erdê fehm dikin û bi wî alî de diçin. Gelek tiştên wan ên wisa hene, ku ewan ceribandine. Ji wan nîşanan fehma tiştekî ku dê biqewime dikin. Mesela: Eger bizin teriya(qemçika) xwe berjor bike ew dizanin ku wê rojê baran nabare. Eger bizin teriya xwe berjêrê bike, ew dizanin ku di wê rojê de illeh baran dê bibare.

         Eger teyrek bête derîyê malê û bike gazî, ew dizanin ku dê ji rêwiyê dûr xeber û cewab werin. Eger pisik bi destê xwe rûyê xwe bimalin, ew(kurd) dizanin ku mêvan bên. Eger parî ji destan bifirin û yan ji hevîrê ku jin dibirrin, kerîk bifirre ew dizanin ku dê mêvan bên.

         Eger li dora mûmê perwane peyda bibin ew dizanin ku dê ji bo wan ji der ve kaxez û name bên. Eger solên kurdan li hevdû siwar bibin, dibêjin wê rêwîtîyek hebe. Eger nêva destê rastê bixurre, dibêjin ji bo wan ji cihekî dirav tên. Eger nêva destê çepê bixure dibêjin illeh dê şerek peyda bibe û xwe ji bo şer amade dikin.(Fikr û ramanên kurdan li ser şer e kû ji ber fîya gotine şer ji betalîye çêtire).

        Eger qapaxa çavê rastê bavêje, dibêjin wê ji bo wan mizgîn bên û şa dibin. Eger qapaxa çavê çepê bavêje, bela û karesatek diqewime û xemgîn dibin. Bi kurtasî ji bo liv û tevgera endamên bedenê hemûyan her yek tecrubeyek li nik wan heye.
        Eger keskesor li kenarekî peyda bibe, dibêjin li wî kenarî dibe erzanî û eger êvarê û sibê şewqeke sor li dawa ezmanan peyda bibe, dibêjin li wî kenarî şer û ceng peyda dibe.

        Eger navê yekî bi şaşî belav bibe ku miriye, dibêjin ew mirov paşê dijî.

 



2857 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

xurafe     01/01/2013 18:30

mamoste em dixwazin xurafe û baweriyên çewt ji nav gel rabe wûn tînin bira xelkê ez dibêjim wiha nabe. dîsa wûn zanin.
haydar haydarî

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.477332.6074
Euro34.596434.7351
Hava Durumu
Saat
Site Haritası