• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi8
Bugün Toplam323
Toplam Ziyaret12903100
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ÎMAMÊ DOXÎN SİST
05/10/2014
Ev çîroka belkî saliki ez li ser di fikirim, gelo ez binivîsînim yan jî ne nivîsînim.  Îro min bîryar da û min dest bi nivîsandina çîroka îmamê doxîn sist kir.  Ev çîrok, çîrokek pir balkêşi û hevce yî herkes ji vê çîrokê şîretikê bigri. Û hevalên heja hevceyî mîrov tu carî bi siba xwe ne baver bi û her dem şîyar bi.
 
  Rojikê imamik ji bona meletîyê tayîna wî derdikevi gundikî. Îmamekî deng zelal, xweş Qur'an ê dixwîni, xelkê hînî Qur'an ê diki. Zaroka jî hînî nimêj, avdest, Qur'an û îlmê fiqhê diki. Her dem berî nimêj ê nîv seetê zû tê mizgeftê û qalû behsa rindîye û xweşiyê diki. Mafê mîrov û ajalan nîşanî gundîyan didi. Başîyên îmam û zanebûna wî bala gundîyan dikşîni û pesni wî didin.
 
  Çend hefte derbas dibin navûdengê îmam bela dibi û tê naskirin. Kî tê, jê çi pirs diki, bersîva wan didi û gelek cara jî ji sibê heta eşa jî li mizgeftê dimîni. Pirsgirika çareser diki.
 
  Rojekê gundîyakek jina xwe bi se telaqa ber didi. Le belê çend roj derbas dibin merik boşman dibi. Mixabin çarê nabîni, wê çer biki....
  Yek ji gundîya ji merik ra dibêji, bira îmam mirovêkî qenci û baverî jî pê dibi. Tu bi a min diki bira îmam mehr biki û şevikê bira heri cem û dawîye bira berdi, tu yê disa mehr biki. Dikevi serê merik û diheri mizgeftê le belê îmam qebûl naki. Mixabin çara merik tuneyî û bê îmam jî bi kesî bawer nabi jî. Merik bi seetan, bi rojan û bi hefteyan li mizgeftê dimîni. Îmam car ê nabîni û dawiyê da qebûl diki. Mehra wan dibirin û jinik şevikê bi îmam ra di zevici. Dibi sibe îmam bi se telaqa ber didi û dibêji se meh şunda tu kani mehr biki.
 
  Mixabin ev şixulê îmam hat bihîstin. Li gundê nezik da jî merikek belkî bûbû salik jina xwe berdabû û poşman bûbû le belê kesikî derdê wî derman nekiri bû. Ew jî rî ya mala îmam digri le belê îmam li mizgeftê ders û xwendinê diki. Îmam diki naki nikani jê xelas bibi û ji mecbûrî erênî diki. Mehra wan jî dibirin û şevikê bi mertî û jintî li hinda hev dimînin. Dema dibi sibe îmam jinikê berdidi û diherin gundê xwe.
 
  Rojikê roj bervî evar ê diheri yekî başarî û jina xwe tên gund. Pirsgirika xwe ji îmam ra dibêjin û dixwazin dîsa bi hev du ra bi zevicin. Îmam ê suud xerab erênî diki û mehra îmam û jinikê dibirin. Merik jî diheri bajêr dibêji ez ê sibe werim. Dema îmam evarî dû nimêja eşa diheri malê tiştê dibîni şaş dibi. Jinikê bîn bi xwe dayî û li bende îmami, dema îmam dibîni dest bi reqsê diki û bi dora îmam ra fîz dibi aqil û hişê îmam ji serî diheri. Û heta sibê bi kêf û henek derbas dikin. Le belê îmam di bin tesîra jinikê da dimîni û jinik jî ji îmam ra dibêji ez dixwazim şevik din jî li cem te bimînim. Dema serê sibê merik tê îmam dibêji ne temami hevceyî tu sibê weri û merik dişîni bajêr. Hiş û aqil ê wî li malê yî le belê bedena wî li mizgeftê yî. Wê şevê jî bi kêf û henek derbas dikin. Dema dibi sibe merik tê mixabin îmam dibêji hevceyî tu hefteyek şûnde weri. Merik eman deman diki le belê çarê nabîni û diheri bajêr. Hefteyek hefteyek çend hefte derbas dibin. Îmam dest ji ders(wane)a berdidi û hev dema nimêjê tê mizgeftê. Le belê merikê bajarî hîn dev ji jina xweya berê bernedayî û her hefte tê gund. Rojek îne îmam dibêji ceme'at bi destê zorê jin berdan ne caîz i û ez naxwazim jina xwe berdim, hevceyî ev merîv hûn bi qewîtînin û carik dîn jî nê gund û ji min berdana jinê nexwazi. Xelk maf didin îmam û merikê bajarî diqewitînin. 
 
  Îmam û jinika bajarî jîyanek nuh dest pê dikin. Le belê îmam hev li pêş milet nimêj diki û dîsa direvi malê. Xwendin, pend û şîret a diqedîni...


3082 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.237032.3662
Euro34.794534.9339
Hava Durumu
Saat
Site Haritası