• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi12
Bugün Toplam303
Toplam Ziyaret12910274
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
EHMEDÊ XANÎ
22/02/2016
   Ehmedê Xanî (z. 1650 Colemêrg − m. 1707 Agirî/Bazîd), helbestvanwêjevanalimdîroknasastronom û fîlozofekî herî mezin ên kurd e. Fîlozof Ehmedê Xanî di dîroka Kurd û Kurdîstanê da bi nav û deng e; cîyê wî cuda ye û pir girîng e. Pewîst e ku em jîyana wî hîn bibin û hînkirin bidin. Lewra di derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî da ev hînbûn pir girîng e.

 

  Jiyana wî

  Ehmedê Xanî di sala 1650/51'î de li Colemêrgê hatîye dinyayê, Hevotina xwe a pêşîn li cem bavê xwe Şêx Îlyas digre, dûra xwendina xwe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de didomîne, xwendina xwe li Ruhayê, Cizîrê, Bexdayê, ŞamHeleb û di medreseyên Îranê de jî pêşve dixe. Di medreseyên Îranê de Felsefeya Îslamêastronomî û fîlolojîyê hîn dibe. Di medreseyên Şamê de jî Felsefeya Yewnan hîn dibe û di vê pêvajoyê de berhemên AristotelesHîpokratPlatonFarabîŞihabedînê SuhrewerdîMuhyedîn ibn ErebîElî HerîrîMelayê Cizîrî,Feqiyê Teyran û gelekî fîlozofan hîn dibe û dixwîne û gellekî salan li van deran dimîne, Piştî demekî diçe Mekeyê û Misirê jî digere û bi fîlozofekî mezin ve(Mîr mihemmed) dizivire Bazîdê.

 

  Xanî di 14 salîya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî zaravayê kurmancî nivîsandîye, Xanî bi taybetî ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên kurdî de hate xwendin. Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farsî) dizanîbû.

 

  Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese jî vekirîye û li wir ders daye xwendekaran. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî û dersên zanistê dihatin xwendin. Xanî di medresa xwe da dersên fiqihfelsefedîrokwêjeerdnîgarîastronomî û hwd. dida. Helbestvanê bi nav û deng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane.

 

  Ramanê Ehmedê Xanî

  Ehmedê Xanî Şafîî bû û eqîda Eşarî dişopand. Ehmedê Xanî terîqata Naqşîbendî di eciband. Ehmedê Xanî neteweperwerê kurd e, dixwest ku yekitiya kurdan çê bibe, Îxtîlafên di nav kurdan de ji bo wî pirsgirekeke mezin bû lewra di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan dike û di helbestekî xwe de waha dibeje;

Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

 

  Wexta ku li ser vê çarînê em bisekinin, em dikarin di derbarê wateya wî da vana bibêjin: Eger ku pevçûn di navbera me da tuneba, îttîfaq nava me da hebana, wê me olî û dewletî îkmal bikirana. 

  Li gorî Xanî ti kêmasîkî kurdan ji erebantirkan û farisan tineye, tenê kêmasî bêrêzanî û bêyekitîbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî dixwest ku gelê kurd ji binê tundiya ereb, tirk û farsan xilas bike.

  Ehmedê Xanî heta dawîya 'emrê xwe gelek pirtûk nivîsand pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser astronomî û erdnîgarîyê ye, yek li ser eşqa Mem û Zînê ye, yên din jî pirtûkên Îslamîne. Lê tenê pênc pirtûkê wî xwe gihandine destê me, ên din ê wendakirîne.

  Ehmedê Xanî sala 1707'an de li Bazîdî diçe ber rehma Xwedê, û tirba wî li Bazîdê ye. Goristana wî ji bo gelê Kurd zîyaret e. Gelê Kurd her dem diçin ser goristana wî, jê ra fatîha dixwînin. ''Ruhê wî şad be. Cîyê wî bihuşt be.'' 

Berhemên Ehmedê Xanî



3114 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.486832.6170
Euro34.601234.7398
Hava Durumu
Saat
Site Haritası