• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi5
Bugün Toplam444
Toplam Ziyaret12909258
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
XÊRATA JI MISILMANA RA HERAM
16/03/2017

         Di demik borî da, li paytextê welatê padîşahikî; Mirovekî misilman xêratek av ê, ava kir. Û li ser kanî yê nivîsand: Ji her bendî ra helal, ji misilmana ra heram! 

 

 

     Welatî kom dibin û dibêjin, ev çi bûyer e? Li welatê misilmana, mirov ekî misilman û xêrat a ji misilmana ra heram!.. Dû civînê biryar didin û diherin cem qazî, gilî dikin.

 

 

     Qazî, xwedî ye xêrat ê bi anîn dide û pirs dike, gelo ev bûyer çiye? Mirov dibêji; qilawiz e min heye, le belê îspat lazım e. Mixabin ez bê padîşeh ji kesî ra jî nabêjim. Qazî dibêji, le qilawiz ê te ne zexm be? Mirov ê xwedî xêrat dibêji, we dem ê stûyê min ji mû ziraftir e.

 

 

     Mirov dibin cem padîşeh, bi xwe zatî bi bûyer ê hesiya ye û pir jî bînteng bûye. Le belê , dixwazi fehm bike ji bona çe ew nivîs hatiye nivîsandin. Û pirs dike, gelo ev bûyer çiye? Mirov dibêji; qilawiz e min heye, le belê îspat lazım e. Mixabin ez bê te ji kesî ra jî nabêjim. Padîşah dibêji, le qilawiz ê te ne zexm be? Mirov ê xwedî xêrat dibêji, we dem ê, stûyê min ji mû ziraftir e.

 

 

     Padîşah dibêje; qilawiz ê te çiye? Dibêji li vî bajar a xaxem e kî sînegog a cihûya bigre û bê pirs heft rojan têx e girtîgeh ê. Dema xaxem tê girtin, alozî çê dibe û cihû kom dibin, dikin hawar; Tu gune wî tunebû, tawan li ser tuneyi, neheqî lê dibe û gilî li ser gilî dikin. Padîşah şaş dibe, ev çi xwedî derketine? Heft roj diqedi xaxem berdide, cihû sipasîyê xwe ji padîşeh ra dikin û dibêji me got; tu tawan li ser tuneye.

 

 

     Padîşah dibêji; em çer bikin? Xwedî yê xêrat ê dibêje, li vî bajar a keşîş ekî, dêr a mesîhiyan bigre û bê pirs heft rojan têx e girtîgeh ê. Dema keşîş tê girtin, alozî çê dibe û mesîhi kom dibin, dikin hawar; Tu gune wî tunebû, tawan li ser tuneyi, neheqî lê dibe û gilî li ser gilî dikin. Padîşah şaş dibe, ev çe xwedî derketine? Heft roj diqedi keşîş berdide, mesîhi sipasîyê xwe ji padîşeh ra dikin û dibêji me got; tu tawan li ser tuneye.

 

 

     Padîşah dibêji; qediya? Dibêji na, me yek, bi destûr a te. Li mizgefta mezin, mele roja în e, dema xutbe danîne da bigre û bê pirs heft rojan têx e girtîgeh ê. Dema mele tê girtin, deng ji kesî dernaket û kesikî gilî jî nake. Qet yek nabêje, ma bira nimêja în e bikira, ma tawan ê wî çiye? Dû çend rojan, welatî dibêjin heyfa nimêje me li dû wî dikir! Ne kesik xwedî derdiket, û di serda welatî, di der heqê mele da gotin ê giran dikirin û deng diheri padîşêh. Padîşah bangî mirovê xwedî xêrat dike û dibêji te qilawiz ê xwe îspat kir. Ka em çer bikin?

 

 

     Dibêji padîşah ê min, mele berdin û hewceyî em ji mele lêborîn ê bixwazin. Û hûn bibêjin ji misilmanê wakîna ra av helal e? Padîşah dibêji, bi tenê ne av, hewa jî heram e!...




1920 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.432432.5624
Euro34.631634.7704
Hava Durumu
Saat
Site Haritası