• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi2
Bugün Toplam331
Toplam Ziyaret12909665
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
BERHEMÊN EHMEDÊ XANÎ
22/03/2016
    1_ MEM Û ZÎN

    2_ NÛBİHARA PİÇÛKAN

    3_ EQÎDA ÎMANÊ

    4_ EQÎDEYA ÎSLAMÊ

    5_ ERDÊ XWEDA

    6_ FÎ BEYANÎ ERKANÎ ÎSLAM

    7_ ŞÊRÊN FÎLOZOFÎ

    8_ DÎWANA HELBESTAN

      Ez dixwazim bi kurtasi berhemê Ehmedê Xanî pêşkêşî xwendekaran bikim û vejenim.

1_Mem û Zîn: Mijara Mem û Zîn, herdu lehenge me Mem û Zîn bi hawakî mecazî û bi helbest û bi hawakî çîrokvanî hatîye nivîsandin. Le belê ne bi tenê çîrok e, bi awaki fikr û ramanên xwê bi nîşan dayi. Du evîndar Mem û Zîn bû nin sedema vê berhemê. Ev evîndarîya bi nav û deng di 1393'i da li Cizîr'e derbas dibi. Di vê berhemê da Ehmedê Xanî ''Memê Alan'' diki behane û deryaya dilê xwê dinuqutîne ser rûpelên pirtûkê. Û dibêji:

Şer'ha 'xemê dil bikem fesane

Zînê û Memê bikim behane

Ne'xmê we ji perdeyê derînim

Zînê û Memê ji nû vejînim.  

         Ji bilî xemxwarîya Ehmedê Xanî ya li ser Kurdî û Kurdan, hema bêje di dawiya her beşên Mem û Zîn ê de, encam û sentezên tesewifî, felsefî û eqîdewî ji me re pêşkêş dike û bi zimanikî hîkmetane pend û şîretan li me dike. Eger em bi kûrebînî li vê pirtûka şahesera wî binêrin, emê bibînin ku hemî mînak û mîsalên ku wî anîne, pend û şîret û hîkmet in.

Ez mame di hîkmeta Xudê da

Kurmanci di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm

Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm.

Wan girtî bi şîrî şehrê şuhret

Tesxîri kirin bîladê hîmmet.

Her mîrekî wan bi bezlê Hatem

Her mêrekî wan bi rezmê Rustem

Bifkir ji 'Ereb heta ve Gurcan

Kurmancî ye bûye şubhê burcan

Ev Rûm û 'Ecem bi wan hesar in

Kurmancî hemî li çar kenar in

Herdû terefan qebîlê Kurmanc

Bo tîrê^qeza kirîne amanc

.......................................

......................................

Ev xîret û ev 'uluwwê hîmmet

Bû mani'ê hemlê barê minnet

 

Lew pêkve hemîşe bê tifaq in

Da'îm bi temerrud û şîqaq in

 

Ger dê hebuwa me îttifaqek

Vêkra bikira me înqiyadek

 

Rûm û 'Ereb û 'Ecem temamî

Hem'yan ji me ra dikir xulamî

 

Tekmîli dikir me dîn û dewlet

Tehsîli dikir me 'îlm û hîkmet

Temyîzi dibûn ji hev mulaqat

Mumtazi dibûn xudankemalat.

         Ehmedê Xanî di 44 sali ya xwe da Mem û Zîn nivîsandîye û berhema herî navdari. Di berhemê da Tacdîn û Sitî, bege Cizîr'ê Zeyneddîn, Hayzebûn, 'Arif û Çeko û Bekir derbas dibin.

         2_Nûbihar biçûkan; pirtûkeke kurmancî ye ku ji bo zarokên kurmancan di derdorê sala 1683an de ji aliye Ehmedê Xanî ve hatiye nivîsandinEhmedê Xanî vê pirtûkê bi taybetî ji bo zarokên kurmancan nivîsandiye, Xanî nîvê pirtûkê jî kiriye ferhenga Kurdî_Erebî. Ev pirtûk di dîroka Kurdan de ferhenga herî pêşîn e.

Pirtûk serî de weha dest pêdike:

Bismillahirrahmanirrehîm
Mebdeê her ‘ilmekî navê ‘Elîm

Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî Xaliqê Rehmanî

Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî

Hindî selewatan hemî
Li resûlê me yê ummî

Ku bûne peyrewê di wî
‘Ereb û ‘Ecem û Kurmanc û Rûmî

Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîmene ji luxatan

Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê lê danî

Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkên Kurmancan

Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li siwadê çav nas bin

Da bi van çend reş belekan
Li wan tebî’et melekan

Derê zihnê vebîtin
Her çî bixwînin zehmet nebînin

Ûmîda me ji tifalan
Ku me ‘emel betalan

Di weqtê dewr û dersan
Bikin in’am û ihsan

Bi du’an me bîr bînin
Fatîha ji mera bixwînin

         3_Eqîda îmanê; Ehmedê Xanî bawerîya dînê îslamê hînî zarokên kurmanca bike ev berhem nivîsandîye. Bi hawakî arûz û bi 70 beytî di sala 1687 da nivîsandîye. Ehmedê Xanî bi teybetî Kurmanci ev pirtûk derheqê olî da nivîsa yekemi û Ehmedê Xanî şunda berhemên di derheqê olî da bi zimanê Kurmancî bênin nivîsandin rê vekirîye.



2761 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.432432.5624
Euro34.631634.7704
Hava Durumu
Saat
Site Haritası