• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi3
Bugün Toplam449
Toplam Ziyaret12909263
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ŞÊX Û MURÎD
30/11/2013

      Di demik borî da, mîrovik tê hinda şêxikî alim û dixwazi him bibi alim, him jî bibi zana û bîrbir. Dû xwendina çend sala, şêx dixwazi qîmata hinik tiştan nîşanî murîd bidi. 

     Û pirlantakî weki hekikê didi testê murîd û dibêji ji; vî tişta bibi dikana beqalîyê û buhayê vîya bipirsi û nefiroşi û weri. Murîd pirlanta didi destê xwe û diheri cem beqal, pirlanta didi destê beqal û dibêji tuyê vayî biçuqasî bikiri? Beqal pirlanta didi destê xwe û dibêji ev tiştê gewr û gilover zarokê minê pê bilîzin û dibêji bi kaxitikê ez ê bikirim. Murîd pirlanta digri û tê hinda şêx û dibêji kaxitik tê da.

     Şêx dibêji îcar bibi cem cavcî(dikana cil û berga) û bipirsi kanêki çuqasî pê didi. Murîd diheri dikanê û ji cilfiroş ra dibêji tuyê vayî bi biçuqasî bikiri? Cilfiroş kêfa wî ji pirlanta ra tê, le belê pêdivîya wî pê tuneyî. Dîsa jî gewrbûna pirlanta xweşîya wî diheri û dibêji ez ê bi penç kaxêta bikirim. Murîd dîsa nafiroşi û didi destê xwe û tê hinda şêx, hal û meselê jê ra dibêji.

    Şêx dibêji; murîd kanêki îcar jî bibi dikana koşker(saraçxane). Mixabin murîd nizani pirlanta çi yî û nasnaki jî. Murîd pirlanta didi destê xwe û diheri cem koşkêr, pirlanta didi destê koşkar û dibêji tu yê va yî biçuqasî bikiri? Koşkar pirlanta didi destê xwe û dibêji ev tiştê gewr û gilover ez ê jê tiştê xwe bi xemilînim û dibêji ez ê bi deh kaxêta bikirim. Murîd dîsa jî nafiroşi û pirlanta didi destê xwe û tê hinda şêx, hal û meselê jêra dibêji.

     Şêx cara dawiyê ji murîd ra dibêji îcar jî bibi cem xişirfiroş(qûyûmcî). Û bipirsi kanêki çuqasî pê didi. Murîd pirlanta didi destê xwe û diheri cem zêrfiroş, pirlanta didi destê zêrfiroş û dibêji tu yê va yî biçuqasî bikiri? Zêrfiroş  pirlanta didi destê xwe û dibêji ev tiştê gewr û gilover û pirlantakî giranbûha!... Çavê wî vedibin û dibêji; tu vayî eger bifiroşi min ez ê dikana xwe, mal û milkê xwe bi temamî bidim te. Û didomîni heyra ji bona Xwedê tuyê kanêki bifiroşimin. Murîd şaş dibi û naxêr dibêji, bi halikî tevlihev tê hinda şêx ê xwe û ev tiştê di serîda û heta nuha hatîye serê wî ji şêx ra dibêji. 

    Mixabin ev çi ders bû, ev çi wane bû, ew li kîjan fêrgehê bû. Ev dersa mezin lazim bû lekolîn li ser bihata çêkirin. Mamoste hewceyî gotina dawîye bidomanda û rîya bîrbir û zanatîye nîşan bida;  Û Şêx dibêji sofîye min: Qîmata her tiştî li cem qîmet zana, qîmet digiri û qîmeta wan dîyar dibi. Bira tu baş zanibi û ji hişû aqilê xwe jî qet dernexîni, îlim pirlantayî, neheqîye lê neki û nefiroşi ew ê qîmeta wî nizanin. Zanîn tiştê herî muhîm û mezini ji ber vîya yî kî Xwedê teala ayêta Quranê a ewilî, qal û behsa xwendinê diki. Mîrovên xwende tim û tim pêşda diherin û mîrovatîye jî pêşda dibin û dibin pêştir. Ji bona vîya em dibêjin; Xwendin, xwendin, xwendin...   


3085 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.432432.5624
Euro34.631634.7704
Hava Durumu
Saat
Site Haritası