• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi7
Bugün Toplam183
Toplam Ziyaret12902527
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
HELBESTVAN NABÎ
04/03/2012

(1642_1712)

     Helbestvan Nabî di sala 1612'dan da li Riha'yî hatiye dûnyayê.Navê wî Yusuf'e, Nabî malbata wî xizan bû lêbelê xwedî îlm û îrfan bû.Di serî da li hinda xalîfe şeyx yakûb xwend û pezê seydayê xwe çêrand,le belê şewqa di çavê wîda diyar dikir Nabî di makzayîda mezinekî mezin û fîkru raman wî herdem wî di westînê,Û seydayê wî jî dixwastin ew hînbuna xwe beşda bibit.Helbestvan Nabî heta temenê wî bû 24 ew li Riha'ye jiyana xwe domandiye.Mamosteyên Nabî dixwazin wî bişînin Stenbolê û di 24 salîya xwe da diçe Stenbolê û lî wir dibe Nivîskarê dîwana wezîr Mustêfa paşa,firsendik mezin dikevê desta û Nabî ji bona xwendinê xwe amade dike.Û peşdarî hemû civîna dibe û tê naskirin bi helbestvanê xwe bala mîrov dikşîne.

     Padîşahê osmanîyan murad'e 4.mîn û mûstêfa paşa arawan pir xweşbû ,Nabî bi padîşah ra jî peşdarî civînê dibe û hevdû nasdikin.Berhema Nabî'ya yekemîn jî dema peyrewê murad'ê 4.mîn tên sunnetkirin ew tiştên derdikevin holê Nabî wan bi navê SUR-NAME dinivîsîne.

     Nabî di sala 1678 da dihere mala Xwede û dibe HECÎ,Nabî li wira berhema xwe ya bi nav û deng TUHFETÛL HAREMEYN dinivîsîne.Di vê berhemêda da bûyerên rêwîtîyê da çebûne û li hecê diqewimîne nivîsandiyê.Tiştê herî balkêş jî dema paşa li nik Qabê nîgen xwe dirêj dike we demê Nabî hers dibe û dibeje em hatinê ser axa pîroz ûbi vî terhi dirêjbûn xeletê,li hember paşê dibêji :

Sakin terk-î edepten kuuy-îmahbub-î hudadir bu

Nazargahî îlahîdîr,makami mustafadir bu

Felekte mah-î new babusselamin sîne-çakidir bu

Bunun kandîlî cewza matla-î ziyadir

Habîbî kîbrîyanin habgahîdir fazîlette

Tefewwuk-kerde-î arşi cenabi kîbrîyadir bu

Bu hakîn pertewînden oldu deycur-î adem zaîl

Amadan açti mevcudat dûşçeşmîn tutuyadir bu

Murat-i edep şartiyla gir Nabî bu dergaha

Metafi kutsîyandir cîlwegahi enbîyadir bu.

      Yanî dibeji: Vê derê başarê hezkirinê xwedayî,Cenabê Xweda lê nerîye baxçên Nebî ye.Ew hewa nûh derketiye li ezmana hezkirîyê babusselamî(derîyê xerê).Ew şewqa hêv ê jî sitêrka cewza ji jî şewqa xwe ji wê girtiyê.Ev der tirba hezkirinê xwede leyî û jî xeranra jî li ser êrşê xwede ra yî.Ji wan axan da tarîtî vegerîyayi ser ronayîye, Û tiştên hatinê afirandin çavên wan vebûn jî bona tu dema ket wê derê bi edeb têkevê,Û ji vira ra ferîştê têwaf dikin û peyxember derdikêvin.

      Dema yûsûf Nabî van bêytana dibêje Paşa hişyar dibe û dibêje ci demê te vanan nivîsîn û xwe li hevtînê piyen xwe kaşdikê û bi edeb rûdinê,Nabî dibêje min nûh gotin,min berê nenivîsandibûn.paşa dibêje:Kî bi vanan zanê .Nabî dibêji kesik pê nizanê wê demê paşa dibeje bira kesik pê nehêsi û pergî mala xwede diherin.Çi dema nêzikî Qabê dibin dengê bangbej(muezzîn) dibihîzin li ser mizgeftê ev tiştên Nabî gotibûn muezzîn jî dibêjin û herdu jî dikevin kelecanê.Û herdu jî dibêjin:

_Va tiştên we berî bangê gotin çinê?

Ew jî dibêjin:

      _Îşev hz. Peyxember(sxl) ket xewna me guştûka û got:di ometa min da yekî navê wî Nabî tê serlêdana min û ji min pir hezdike û ji bona min helbestik nivîsandiyê rabin wê helbestê berîya bangê bixwînin.Wê demê Nabî bi kelecan dibêje ew serokê herdû cîhana got ew jî ometa minê bangbêj got erê,wê demê Nabî xewirî û demike ji xwe çû,dema hişê vî hat serî vî,dît paşe û bangbej li ber serê wînê û dîxirîn.

      Dema parêzkarê Nabî,Mustafa paşa di sala 1686 da mir.yûsûf nabî koçî haleb ê kir û li wir 25 sala ma,Li haleb ê hinda parêzger(valî) Baltaci Mehmet Paşa ma li wîr berhemê xwe nivîsandin. Nabî ji bona lawikê xwe Ebulxeyr mesnewîya gîrîng Xayriye li halebê nivîsandiyê.

     Nabî helbest û berhemê xwe di dîwanekî da dicivîne. Û dema 1710 da Parezgêrî Halebê dibe Sadrazam(serokwezîr) Nabî jî bi xwe ra tînê Stenbolê.Nabî mîrovikî bavermend bu ji bona viya serokwezîr ew kir bawerkirîye dêrbxanê(Darphane emîrlîxî) û serokê peymanîye.

      Nabî dema li haleb ê dijîya û dema li stenbolê jî dijîya herdem diket raman û xêyala û aramî dixwast.Nabî di sala 1712'da li Stenbolê nexweş dikevê û li wir dimre mezelê wî li Karaca Ahmed ê(dî derîyê jêrda li milê çepêye)

     Nabî mîrovikî ji tenêtiye hezdikir û fîkrû ramanê wî îro jî didomin pedivîya mîrov bê yekî wekî wî heyi.Li ber paşa çewtîye wî bê tirs got û rastiya xwe jî wekê şîreta li lawikê xwe kirîye:wekê elîf ê bibe tîr,wekê dal ê xwe rûku bikê û wekê mîm ê secde bikê bi vî terhî dibe ADEM.Xwedayê me li wî rehmê bike û gora wî bike bihîşt.



2748 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.142532.2713
Euro34.804134.9436
Hava Durumu
Saat
Site Haritası