• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi6
Bugün Toplam220
Toplam Ziyaret12911613
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
TU(C.C.) ZANİ, TU(C.C.) KANİ
06/05/2014

Di demik borî da,dema xelk bi karwanî diçûn bazirganîye. Rojek ji rojan kalikî pîr û xortik bi huvdu ra rêwitîyê dikin. Kalê pîr di devê vî da, ev peyva pêvetir tiştik dernakevi. Ev peyva balkêş: tu zani tu kani yî.

  Ev peyv û gotina balkêş xort diki hevalê kalê pîr û rêvîtîya du heftan dest pê diki. Dema vegerê xort dixwazi esil û fesilê, tu zani û tu kani hîn bibi. Mixabin kalê pîr weki zarokekî nuh bi nawê dayika xwe dibêji, yan jî berxikî bi kalînê bangî maka xwe diki. Wer di devê wî da yi ev hevoka şirîn û balkêş; tu zani tu kani.

  Di vegerê da xort cihê mala wî lê nasekini û bi kalê pîr a rêvîtîya xwe didomîni. Dû çend rojan diherin bajarê kalê. Xort dibê kalo ez li vî bajara kesîkî nasnakim, îşev ez kanim bibim mîvanê te? Kalê pîr dibêji dibi û se çava.

  Dema dibi êvar xort dibihîzi peyva kalê dîsa di dev dayî. tu zani tu kani........... Dema ser ê sibê xort radibi xurînî ya xwe dixwe û dibêji kalo ev mesela tu zani ûtu kani çiyî? Kalo dibêji; nepirsi. Le belê xort ji bona vê peyva balkêş rîya xwe dirêj kiriyi û heta vira hatiyi. Û dibêji min merak kir û ez ji ser mala xwe ra jî derbas bûm û bû mîvanê te ji bona mesela tu zani û tu kani, kanê ki ji min ra bibêji. Kalê pîr neçar dest bi mesela xwe diki û dibêji:

  Ez mîrovekî pir dewlement bûm û sê lawên min hebûn. Dema lawên mina bûn pêya min hersê jî di salikêda zewicandin. Dû zewaca wan, ê çûk hîn du mehê wî nuh qedîya bû nexweş ket. Min bir hekîm û doxtor a çare nedîn û li welatikî din. Dû nexweşîyê pazdeh roj a wefat kir. Ez pir bi ber ketim, wê demê dostiki ji min ra got; sebir biki, belawatê Xwedê hîn mezin heni, got. Le belê min got; ma bela ji vî ya mezintir heyî? Mixabin dema min lawê xwe nê mirî anî. Min dît elalet li hinda mala min kom bûni. Dema ez hatim min dît her du lawên minên din jî mirini. Û min her sê lawên xwe bi hev dura  veşartin. Dû du mehan bûkên mina ê herdu lawên minê mezin çûn mala bavê xwe. Keser û kul û derdê min hîn pir bû. Wê demê bûk a min a çûk hat û got; heta nuha ez bûka we bûm, ji îro şûnda ez qîza  we û ez ê xizmeta we bikim. Hinikî dilê min baş bû le belê cebar nebû. Dû du mehê din, min goman kir bûka min du canî yi. İcar karê Xwedê xerîbi. Dû mirina hersê lawên mina heft meh derbas bû. Bûk a min za û du law anin. A nuha jî her du nevî ye min hejdeh salî ni û min nawê herdu lawên xwe nên mezin lê kirini. Erê xorto, dema Xwedê ez bêkes kirim û dîsa du law dan mi. Min jî ji xwe ra ev peyvana kirini şîret û her tim jî di devê min dani. TU ZANİ, TU KANİ.


3294 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.451532.5815
Euro34.684134.8231
Hava Durumu
Saat
Site Haritası