• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi7
Bugün Toplam235
Toplam Ziyaret12912843
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
GOTINÊN PEŞÎYAN-4
03/05/2012

 

Destê xebitî li ser zikê têre.

Ez ez'îm tû tû'ye.

Av bi bêjîngê nayê civandin.

Ava de serî; çi buhustek çi çar tilî.

Ba ji tehtê çi dibe?

Ban qul be binban şile.

Behr bi devê kûçka heram nabe.

Bela tên serê mêra. –

Bext nadim bi text.

Bi dinyê bişêwir bi aqlê xwe bik

Bila dilê mi bi dil be bila tûrê kirasê mû li mi be 

Bila hespê çê be bila bê nal be. –

Bila rû bêşe zik ne êşe. –

Birîndar bi birîna xwe zane. –

Bişuğle weke mêra, bûxe weke şêra

Çira ji korare def ji kerare bêfêdeye.

Deryê xwe bigir cîranê xwe diz dernexe.

Destkê bivir ne ji darê be dar nakeve. –

Dev dixwe rû fedî dike. –

Dê û dotê şerkirin, bêaqila bawer kirin.

Dibêjin tu li rê qede û bele li rê.

Dibêjin Şam şeqire welat je şêrintire.

Dinya guleke, bêhn bike û bide hevalê xwe.

Dûjminê te gêrikek be jî dîsa hesabê xwe bike

Erd birinc be, av rûn be, ku xwedî tunebe zû xelas dibe.

Eyarê bênamûsa firehe.

Ê dizya hunguv bike wê mêş pêvedin.

Ê jinê berde li panîyê nanêre.

Ê ne di şerde be şêre.

Fala qereçîya lihev derdikeve.

Galgala ket nav dev û dirana, wê bigere li bajar û şaristana.

Gîha dibin kevirde namîne.

Gur dîkujîn qîjak dixun.

Ha kevir li cer ket ha cer li kevir ket.

Hem serê xwe dişkîne hem jî xercê xwe dide.

Her gîha li ser koka xwe şîn tê.

Her tişt ji ziravî mirov ji stûrî diqete.

Heywana tu bigerînî wê erzan bibe.

Hinek dikin hinek dixwun.

Hûrik hûrik dagir tûrik.

Ji hirçkê du eyar dernayê.

Kanya ku tu avê jê vexwî kevra navêjyê.

Keda helal dibe mû naqete, keda haram bibe werîs jî diqete.

Kes nakeve gora kesî. 

Kumê rasta tim qetyayîye.

Ku te girt bermede ku te berda bi dû nekeve.

Malê ağê diçe canê ğulêm têşe.

Mêrê qels du cara şer dixwaze.

Mirîşka bigere wê lingê wê bi zelq be.

Mirov xwe bi destê xwe ne xurîne xura mirov naşkê.

Nan û pîvaz hebe nexweşî çavreşîye.

Ne dujminê xeraba bin; dujminê xerabîyê bin.

Qantir nazê xwê şîn nayê.

Rûyê reş ne hewcî tenîyêye.

Serê du berana di beroşkêde nakela. 

Şerê sibehê ji xêra êvarê çêtire.

Şikefta sed pez heryê wê sed û yek pez jî heryê.

Şûr kalanê xwe nabire.

Timayî birakuje.

Tu cehnemê nebînî buhuşt bi te xweş nabe.

Tu çi têxî kewarê wê ew bê xwarê.

Xwedê ji yekîre xera bike diranê wî di pelûlê de dişkê.

Te xwadi kır bı guhana xalkê ji te sıtand bı navrahna.-

 

 

 

 



2916 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.429932.5599
Euro34.801134.9406
Hava Durumu
Saat
Site Haritası