• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam167
Toplam Ziyaret12911560
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
JAR Û ALİM
09/11/2015

         Hebû tunebû di demikê da du xort hebûn û biryar dan, gotin em ê bizewicin û dema zarokên me çê bibin, em tehdê li zarokên xwe nakin. Û çi karî dixwazin bira bikin yan jî çi pîşe dikin bira bikin. Em ne tundîye li ser wan dikin, ne jî rê bi ber dixînin.

       Bi vê biryarê zewicîn û du zarokên lawikî jê çêbûn. Nan û xwarin û pêdivî yên din jî bi cih anîn. Le belê li ser fikr û ramanên wan qet ne sekinîn. Azad bûn û li ser azadîyê mezin di bûn. Mixabin mirovên azad, ya teral dibin yan jî dibin mirovên xwedî fikr û bîr û bawerî.

       Her du bira li hev rûniştin û fikirîn. Yekî got; ez ê bixwînim û bibim alimekî pir mezin. Û ji bona xwendinê xwe amade kir û destûr ji dê û bavê xwe girt û dest bi xwendinê kir. Le belê bira yê din got hewcetî ya min bi xwendinê qet tuneyî. Dema mirov bixwazi pendîtî ye ji Xwedê Te'ala ra biki, ne hewceyî xwendinê ye û piryar da. Got; ez ê herim di şikeftikê da ji Xweda yê xwe ra bi şev û roj penditî yê bikin.

       Mixabin dê û bav, ji serî da zarokên xwe azad berdabûn û destûr da bû, ji bona bi serê xwe biryar a xwe bidin. Çê yan jî xerab ji bextê wan ra çi derketa.

       Sal û meh borîyan, bist sal derbas bû. Alim bû alimekî mezin, bi bîr û bawerî. Şîret li welatî yan dikir. Helal û heram nîşanî mirovan dikir. Maf ê mirovatîyê nîşanî mirovatîye dikir. Li cîvakê şewirmend bû û qedir bilin bû. Li mal jî bavê zarokan û xwedî jin û mal bû.

       Le belê birayê din jî, bi şev û roj li gor aqilê xwe penditî ji Xweda yê xwe ra dikir. Ne mal û milk, ne zaro û mal û ne jin. Dû bist sala rojekê li kolanê bajêr li hev rast hatin. Dû hal pirsînê, ji hev ra gotin; tu çerdiki? Alim got min xwend û ez bûm alim, ji welatî yan ra şewirmendîtî yê dikim. Rastîyê nîşanî cîvakê dikim. Birayê din jî got; min qet guneh nekir, roj û şev min pendîtî ji Xwedê ra kir û heft sal berê rojekê dema ez bi şev rabûm, min nimêja tehecut kir. Min dît mişkek di bin serê min da pelixî û mir. Min jî ew mişka kir nav şaşika xwe û ji bona Xwedê Te'ala min bi bexşîni, ez wî mişkî va ya heft sali di nav şaşika xwe dernaxînim û bi xwe ra digerînim.

       Mixabin birayê alim dibêji, bira mişk herami û bi mişk nimêj nabi û pendîtî jî nabi. Ev heft salê te vala çûne!.... Çîroka me li gîhara rehmet li dê û bavê guhdar û xwendekaran.

       Ez hevîdarim ji xorte kurd, di çi fikr û ramanê da bi, bi ra zana bi, bi ra xwendevan bi, bi ra lekolîner bi û bi ra ne jar û perîşan û vala bi!.....

 



2154 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.477332.6074
Euro34.596434.7351
Hava Durumu
Saat
Site Haritası