• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam67
Toplam Ziyaret12911061
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
DOSTÊ QENÇ‏
08/10/2013

      Dostanî pir başê, lê bele eger dost jî dostê qenç bi îcar tew pir baş i. Mîrovekî bê dost li cîhanê tim û tim barê wî girani. Çîroka me li ser  du dostayî. Du dostê hev hebûn û pir ji hev hezdikirin. Yek jê pir saf(xalî) bû, yek jî çav vekirîbû. Mixabin pir jî ji hev hezdikirin. Û rojekê ji rojan ev ê çav vekirî topavêt û xizan ket.

       Fikirî û raman da çû hinda hevalê qenç, got ez dixwazim tu mal û milkê xwe bidi min? Le belê ew dostbûn û rabû  mal û milkê xwe bi temamî, bi dilxweşî da dostê xwe. Dostê wî ma xizan û jar, bi tenê destgirtîya wî mabû. Mixabin rojikê dostê wî hat mala wî û got; ez dixwazim bi destgirtîya tera bizewicim, hewceyî hûn dev ji hevdu berdin. Ê dost bû û qîmeta dosta jî piri, wî jî dest ji destgirtîya xwe berda û ji hev qetiyan. Dostê wî vêra zewicî, ew jî feqîr û belengaz ma li ortê(navendê).

      Bê mal û milk ma..... wê çerbikira yan jî çibikira, le belê tiştik nedihat aqilê wî û tu fikri ramanê wî jî tunebûn. Ji xwe ra got; Wellehî ez ê herim hinda dostê xwe bira karikî bidi min, ji bona debara xwe pê bikim. Mixabin bi karkerî dixwazi li hinda dostê xwe da bixebiti. Hey dunya ye hey... Dema biryar(kerar)a xwe ji dostê xwe ra dibêji, dostê wî dibêji ez kar nadim te û wî bi karkerî li hinda xwe jî naxebitîni. 

     Li mala xwe di halikî belengazda rûdini. Êvarik ê derî(kapî) lêdikevi, ew kî ye dibêji û derî vediki; kalikî ixtiyar(pîr) li ber devê derî yi û dibêji; xorto ez birçî û bêkesim ma tu kani nanikî bidi min? Dibêji ez bi tenê mi weri em nan bixwin û mademki cîhe tu herê tuneyî li vira bimîni ji xwe ez bi tenê mi. Û kalê pîr li wira demik direj dimîni. Mixabin kalê pîr nexweş dikevi û dema li ber sekeratê yi dibêji xorto min pir ji te hezkir û ez dikim bimirim, ez dixwazim ji tera hinik tiştan bibêjim. Ew jî dibêji kalo kerem biki? Kalê pîr dibêji mal û milkê min piri û kesikî min jî tuneyî, bira ew mal û mulkê min ji tera bi. Û maldar dibi hey dunya hey...

     Mirovêkî dewlemend, le belê bi kul û keser û herdem dostê xwe dikiri û dibêji em dostin. Dîsa evarekê derî lêdikevi, radibi pîrik îxtiyar(pîr) li ber derî sekinîyi û dibêji xorto li derve barani û ez bi tenê mi mala min heyi le belê xwarina min tuneyi ma tu kani işev şîvê bidi min? Ew jî dibêji pîrê ez bi tenê dimînim, tu dixwazi li vira bimîni, tuye xwarinê çêki û emê jî bixwin. Pîrê jî qebûl(erênî) diki. Û pîre li wira dimîni. Roj û şev derbas dibin, rojikê pîrê dibêji ma tu çima nazewici? ew jî dibêji; ma kîye bi minra bizewici? Pîrê dibêji tu mîrovekî rindi û ez ji tera qîzikik xweşik bibînim ma tu bizewici? ew jî dibêji erê.


     Di demik kurt da pîrê dibêji min ji tera qîzikik dî û hev rû dikin. Dû hevrû kirini herdu jî dibêjin erê. Û di demik nezik da jî roja dawetê diyar dikin. Mixabin ew hîn dostê xwe difikiri û dema vexwendname(davetiye) dinivîsi yekê ji dostê xwe ra jî dinivîsîni. Êvar a dawetê mîvan tên, govend digeri bi kêf, henek didomi û dibêjin bira zava bibeyîvi. Dema zava dest bi peyvê diki dibêji; Dostêkî min hebû û hîn jî dostê mini, îflas kir û mal û milkê min xwest min jî da vî. Di serda xwest ez destgirtîya xwe berdim û ew bi wêra bizevici min jî berda û ew zevicîn, ez bê pere mam ez çûm li hinda wî bi karkerî bixebitim wî dîsa kar neda min. Û ez îro dizevicim min ban wî kir ew hat daweta min û hîn jî ew dostê mini.

    Wê demê dostê  wî dest bi gotinê diki û dibêji; di demikê da dostikî min hebû û hîn jî dostê mini. Dema min topavêt, min malê wî xwest wî jî da min. Destgirtîya wî çav vekirîbû le belê ew xalî bû min xwest bi wêra nezevici û ez bi wêra zewicîm. Min bavê xwe weki feqîra şand hinda wî û bavê min mal û milkê xwe da wî û dewlemend bû, dûra min dîya xwe şand kar û xwarina wî çêkir û îro jî dizevici, hûn zanin bûk jî xwîşk(xweh)a mini û ew dostê mini. Û dibêji weri ez te pîroz bikim dostê min.


3395 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.477332.6074
Euro34.596434.7351
Hava Durumu
Saat
Site Haritası