• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi7
Bugün Toplam342
Toplam Ziyaret12903119
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
QAZÎ MİHEMED(1893-1947) Û KOMARA MEHABADÊ
18/09/2012

 

 

Qazî Mihemed di sala 1893'da li rojhilatê Kurdîstanê li bajarê Mehebadê hatiye dinya yê.Mehabad li başûrê deşta Reqreq'ê ye û wê demê hejmara bajêr 16 hezar bû. Mixabin navê bavê wî êgîdî; Qazî Êlî yê Qasim'e. Bi Mîna Xanim ra zewicî ye û lawikek û heft keçên wan çêbûne. 
  
 Qazî Mihemed ji malbatekê dîndare, di zaroktîya xwe da dest bi xwendina medreseyên kurdîstanê dike. Îlmê Olî hîn bûye û gelekî jî pêşda çûye, bi xwe zatî zimanê Erebî, Farisî, Tirkî, Îngîlizî û Rûsî jî pir baş zanî bû. Bi kurtasî zanakî pir hêja û bi qedr û qîmet bû.
 
  Qazî Mihemed jiyanek bi serfîraz û tijî xebat derbaskir. Qazî zanî bû ku bi tenê nikani dagirkera bi qewitîni û welatikî azad sazbiki. Ji ber viya têkilî bi Azerbeycanê ra çêkir. Piştgirîya Rûs girt û Birîtanya jî kir alîgirê xwe.

 Û Komara Kurdistanê ya Mehabadê, yan jî Komara Otonom a Kurdî ya Mehabadê, komareke kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû. Komar, di 22'ê Rêbendan'ê sala 1946'an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.

  Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin. Di 22'ê Rêbendan'ê sala 1946'an de, berî 66 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.

  Komar zimanê fermî kir kurdî û ala xwe kir ala rengîn, a îro li Başûr vegirtî li darxist. Û helbesta Yusif Dildar "EY REQÎB" kir marş(meş) û weki serfirazbûna gel îro jî tê pejirandin.

  13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî, artêşa welêt sazkir. Hikûmeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbîriyê.

  Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê piştgirî ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16'ê mijdara sala 1946'an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi piştgiriya Brîtanya, di 17'ê kanûn(berfanbar)ê sala 1946'an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû.

  "Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azmanan pêl bidin, ezê têbikoşim".
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li meydana Çarçira ya ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê adara 1947'an de hatin dardekirin.

 



3048 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.237032.3662
Euro34.794534.9339
Hava Durumu
Saat
Site Haritası