• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi6
Bugün Toplam181
Toplam Ziyaret12908995
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
DEWRÊŞÊ EVDÎ
25/08/2012

 

 

Di dîroka êşîren milla da têkoşîna milla û êşîren êreban(Şemiran, Begaran, Gêsan), tirkmenan û kîka da jiyana Dewrêşê Evdî pir balkeş ê. Dewrêş di dema Zor Temir Paşa da jiyana xwe domandiye. Bi eslê xwe ji çiya yê Şengalê yi û lawê Evdê Milhim ê şerqî yi. Pêsekiniyê Milla yi û Evdê Milhim weki şêwirmendê paşê jî tê naskirin, Weki Mistê Ferhê.

 

    Ew tiştê Dewrêşê Evdî kir destan, li ser girê Etşanê qewimî û hêta îro jî dengbêj distirên û li ser dibêjin. Dozdeh xortê cîwan li hember du hezar û heftsed siwarî şer kirin û bû destan ew xortana; Dewrêşê Evdî yê Milhim, Sehdûn ê Evdî yê Milhim, Ûsibê Emer ê şerqî, Bozan ê Emer ê Şerqî, Çîlo yê Îzolî, Ednan ê Mistê Ferhê, Ferhan ê Mistê Ferhê, Baqir axa yê Ker, Selîm ê Mistefê, Ayib ê Mistefê, Mehmê Temê û Îso yê Mele Elî bûn.

 

    Li ser destana Dewrêşê Evdî hatiyî gotin: Destana Dewrêşê Evdî di nav Kurdan de lig elek herêman tê zanîn. Li Anatoliya navîn, Qafkasya, Serhed, Berriyê û gelek deverên din û bi her zaravayî tê gotin. Çi Millî be, çi ne millî; çi Kurmanc be, çi Dimilî; çi misilman be û çi jî ne misilman, herkes ji vê destanê hez dike, distrê û guhdarî dike. Gelo çawa dibe evqas bi dorfirehî ev destan tê gotin û hezkirin(Eyup KIRAN).

 

   Dema tengasî çêdibe we demê êgît derdikefin qadê û mêrxas tên naskirin. Qedrû qîmata wan derdikefi holê. Di qada mêra da mêrxasî ne bi gotin û peyvayî û herdem dernakefin jî. Dewrêş zilamekî pozbilin û serxwera yî. Dem ali hember Milla dujmin bû yek û kombû li biniya Wêranşehrê û gotin; em ê Milla talan bikin û guhera mandelê têxin destê xwe û qîza Zor Temir paşa jê bistînin. Edûl ê fîncanê ferfûrî da destê xwe û li oda Paşa yê Milla gerand, mixabin kesî fîncan ji destê Edûl a paşê negirt tirsek pir mezin ketibû nav dilê Milla. Dema agahî giha Dewrêş li Elîgorê, li Hedban ê siwar bû û berê xwe da mandelê li oda paşê di destê Edûlê da di firikê da fîncana qehwê vexwar û hevalê xwe bijart, berê xwe dan deşta Wêranşehrê.

 

   Qulûmê şikîya yî mêrxasikî weki Dewrêş dikewîni. Dema xortê ciwan li ser girê Etşanê li erdê dikevin; Dewrêş hevalê xwena yek bi yek dikşîni serê gir. Mêze diki bîn a Îso yê Mele diheri û tê, le belê birîndari, şiyar diki dibêji Delî Balta rabi tu xwe xelas bike û agahî ye bide Milla û li maka hedbanê diki, girê didi û çotê guliyê birayê xwe Sehdûn jî bi xençerê jê diki. Bi hespê ve giredidi û dehî hespê dike.

 

   Dema hesp nêzikî yê li guhera mandelê diki, Milla kom dibin wê demê li xwe hay dibin. Çi fayde yazdeh mêrxas li gîharê Etşanê can didin, ê din jî li Mandelê can didi. Mixabin Millî dibin yek û li gazîya Dewrêşê Evdî tên. Û heyfa wan jî kat bi kat digrin. Bi xwe zatî  mêrxas pirbûn; le belê qulûmê wan şikîyabû, serê xwe bera ber xwe dabûn û diponijîn. Derman di çongê wanda nemabû û tevizîbûn. Dewrêş ew şîyar kirin, ji ber vîya bû destan û li hereman bela bû. Mixabin Dewrêşê Evdî, kilê çavê Edûlê şervanê dawî yê yi û mêrxasê Milla yi. Min jî xwest mêrxasikî wekî Dewrêşê Evdî bi bîr bînim

 

 

 



3536 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.432432.5624
Euro34.631634.7704
Hava Durumu
Saat
Site Haritası