• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi7
Bugün Toplam154
Toplam Ziyaret12911547
mehmet fatih barış
fatihbaris63@hotmail.com
ROVÎ Û ŞÊR
09/05/2017

          Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê şêr nexweş dikeve. Heywanatên(ajalên) daristanê hemû diçine zîyareta(serlêdana) wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimeşe ber bi qesra şêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî:
  -Birayê rovî tu nayê em herin serlêdana kekê şêr. Çawa ku tu jî zanî kekê şêr nexweş e?
Rovî got:
  -Ma lawo şêr kurê bavê xwe. Ez jî kurê bavê xwe. Ezê çima biçime ser wî?
Di navbera rovî û gur de ev axaftina derbas bû. Dûv re ji hevûdu qetîyan. Gur çu qesra şêr. Rovî jî di aliyekî din ve meşîya. Dema gur çû nav civata şêr, civak silav kir çû destê şêr ramûsî û got:
  – Serokê me; çawa me bihîst ku tu nexweşi em hemû hatin ziyareta te, lêbelê dema ez dihatim vira, bi rê de ez rastê rovî hatim. Min wezîyet jê re got, ku em bi hevûdu re bên cem te. Lêbelê ewî ji te ra got:” Ew kurê bavê xwe, ez jî kurê bavê xwe. Ezê çira herim ziyareta wî?”
Hêrsa şêr hat. Bi hiddet got:
  – Dema ku ez rehet bibim, ezê hestîyê wî bişkênim.Ewê ji min re bê vira!
   Di navberê de mehek û çend roj derbas bûn, rovî derket hat. Rê de çend mirovan jê re gotin ku gur çûye fesadîya wî li cem şêr kiriye. Şêr jî sond xwarîye ku rovî vegere, wê “hestîyê wî bişkêne. Nav civakê de wî rezîl û ruswa bike.” Dema ku rovî ev bûyer û ew gotin bihîst, hêdî hêdî ber bi qesra şêr çû. Derî xist û kete hundir. Civak silav kir, şêr bi se^re poz silava wî vegerand û got:
  – Ji xwe re li wê jêrê rûne. Ka heya niha tu li kûderê bûyî?
Rovî li ser çokê xwe rûnişt, bi melûlî dest bi axaftina xwe kir û got:
  – Kekê şêr! Serokê min! Ruhê min! Ez Qurban! Ka qe tu li halê min napirsî? Hingî tu nexweşi ez çûme ji te re li doxtora û hekîma û Loqmanan geriyam. Ji bo dermanekî ji te re bibînim. Ji ber vê gerê dezîyên pêyên min qetîyan, ez mirim, pêrîşan bûm.
Şêr bi hêrs got:
  -Ger wusan e ka dermanê te? Te çima derman nedît?
Rovî got:
  – Ez heyran! Doxtor û hekîmên vî welatî neman ez lê gerîyam. Lê ez li hekîmekî pirr baş rast hatim. Nexweşîya te min jê re got. Min xwe avête dest û pêyê wî, ji bo ku dermanekî ji nexweşîya te ra çê bike.
Şêr bi hêrse hêrs qîr kir:
  – Lawo tu çima virra dike? Madem wusan e ka dermanê te?
Rovî:
  – Ez xulam! Hêrs mebe ku ez ji te re bûyerê şîrove bikim. Ewî hekîmî got; ku hûn kapê gursaxe sax derxînin û laçikê derbas kin, bidne nexweş hema wê demê wê rehet be.
  Wexta gur ev gotin bihîst hêz da xwe ku rabe. Mîrata hirçê wek qesabekî bêînsaf lekanek li nav çavê gur xist anî nav erasa meydanê. Çîpa gur bi xwînê girt pêda sor kir. Bû tîrqe tîrqa rovî kenîya û got:
  – Çîpsor! Kurê kerê tu îxbara min dikî? Dawîya muxbîra û fesadan ev e, ha ha!..
Gur jî kûre kûr dinaliya û digiriya. Hirçê û heywanên din kapê gur hûr hûr kirin û laçikê re derbas kirin, dane şêr. Ku şêr ew dermana vexwar pê re rehet bû. Li ser vê yekê şêr û heywanatên din ji rovî re digotin:”Apê rovî.” Jê re hurmet dikirin.
  Çend roj şûn de, şêr li seyrangehê ji xwe re digeriya. Mêze kir ku “Apê rovî” ji wê de ber bi wî ve tê. Rovî hat şêr silav kir. Şêr silava wî bi dilşadî vegerand û jê pirs kir:
  – Apê min î delal, wuha xêr e, tu bi kû de dimeşî?
Rovî:
  – Welleh birazî! Ez ê herime gundê han. Hinek deynê min ser mirovekî ye, ku ez jê bistînim, dibe ku ji zarokên xwe re bikim pêdivî.
Şêr:
  – Ger destûra te hebe ezê jî bi te re bêm. Hem bîhna min jî derdikeve, tu jî tenê namînî…
Rovî:
  – Birazî bi te nabe zehmet, ez dikarim bi tenê herim.
   Şêr lavayê apê rovî kir ewî ji daxwazya biraziyê xwe neşkênand. Bi hev re meşîyan ber bi wî gundî çûn. Xêleke rê de çûn. Rêya wan kete çiyakî. Derketin ser çiyê. Rovî çû ser çavkanîyekê lekmê xwe şil kir û li ser çavê xwe bir û anî. Wek ku hêsira dirêjîne. Xiste pirme pirm û giriya. Şêr bala xwe dayê ku Apê rovî digrî, meraq kir, got:
  – Apê minê delal! Xwedê xêr ke tu ji bo çi wer digrî?
Rovî pirme pirm xwe bêhtir zêde kir û got:
  – Aaaxx kurê min aaaxx! Qe nepirse? Kula min veneke!
Şêr lava kir, rica kir ka ji bo çi digrî, ku jê re bêje. Rovî dîsa axe ax kir û got:
  – Kurê min î delal! Ez û bavê te yî rehmetî em di xortaniya xwe de dihatin vira digeriyan. Bavê te yî rehmetî ser van birrekên han re çindik çindik dilîst, ser re baz dida. Ew roj hatin bîra min. Li ser vê dilê min şewitî, ez girîyam.
Şêr got:
  – Apê hêja! Tu xeman neke, şayîşa nekşîne. Ma bavê min ê rehmetî îro tune va dewsa wî de ez heme. Qey ez nikarim wek wî bilîzim û di ser birrekan re baz dim.
Ku şêr wuha got û çû di ser birrekan re baz da û vegerîya hat got:
  -Apê delal! Çawa ye? Qe dişibihime bavê xwe yî rehmetî yan na?
Rovî got:
  – Na kurê min na! Kes naghêje rehmetî. Ew dewrek din bû.
Dîsa şêr bi hêrs çû ser zinara û di ser birreka re baz da û lîst, meydan avêt hat û got:
Apo vê carê çawa ye? Wek bavê min ê rehmetî ya na?
Rovî:
  – Êhh, kurê min hinek dişibihe rehmetî. Lê ne wek wî ye! “Şûna şêra nagre, kundê dêra!”
Şêr bêhtir hêrs bû û çû. Vî alî, wî alî baz da ser birrekan re xwe avêt û lîst. Lê navbera du heb birrekan gellek fireh bû. Dema ku şêr ser wan re baz da, pêyê wî şemitî û newala kûr de firiya heya ku hat erdê ket. Pişta wî li kevirekî ket û bi heft ciya şikest. Rovî dît ku şêr ket û nikare rabe. Hate cem û li pişt wî sekinî. Şêr fehm kir ku rovî ew xiste dafikê. Xiste nale nal ê û got:
  – Apê min ê şêrîn! Ez dizanim ku xêra min tune. Ezê bimrim. Lê qencîyên te pirr gihîştine min. Ez wan qencîyan nikarim bîrve bikim. Ji bo wan qencîyên te ka hela tu qasekî pêş de were, ez herdu çavên te yên reşbelek ramûsim. Bila ew kesera te jî di dilê min de nemîne. Paşê ezê bi dilekî rihetî bimrim. Bila goştê min jî ji apê min re xweş helal be.
Rovî dizanîbû ku here pêsîya şêr wê lêxe bikuje. Bi dilekî şewat got:
  – Na kurê min na! Min bavê te yê rehmetî jî ji dawiyê ve xwar.
Paşê pişt ve sekinî û bi dilekî rehet hêdî hêdî dest bi xwarina şêr ê apê xwe kir…


2874 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

WÊ DERBAS BIBE - 09/10/2021
WÊ DERBAS BIBE
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ - 02/05/2020
XEYÎDANDINA ÇÛK Ê JI XWEDÊ
MALA ŞÊN - 13/01/2020
MALA ŞÊN
XWENDIN - 18/08/2019
XWENDIN
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE - 26/01/2019
ZİRÎNA KER Û LOTİKA DEVE
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER - 01/10/2018
ŞÎRETA CENABÊ PÊXEMBER
MELA YÊ RAST - 30/05/2018
MELA YÊ RAST
BANDOR A KÎS - 16/05/2018
BANDOR A KÎS
MÎNAKA RASTÎYA RAST - 03/04/2018
MÎNAKA RASTÎYA RAST
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar32.451532.5815
Euro34.684134.8231
Hava Durumu
Saat
Site Haritası