![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Çêbûna Kesîtîyê
30/08/2012
Bê gûman însan di astek xweşik de û bi awayekî qedir bilind hatiye afirandin. Wexta li ser vê afirandina xweşik, vê xweşikbûna xwe biparêze wê ev xweşikbûn û bedewbûna wî bidome û wê li ser halê bedew bimîne. Heta ew bi xwe, xwe bêqedir neke jî wê qedir bilind be. Ji ber ku heta tiştê gemarî tev tiştê paqij nebe tiştê paqij, paqij dimîne. Di xuluqandina însan de qedir heye. Wexta zarok ji dayika xwe dibe, dê bi awayekî gelekî nerm û dilovanî bi zaroka xwe re ditêkile. Bi şîrê germ, bi awayekî nerm û bi têkilîyên germ nêzîkî zarok dibe. Bi vî awayî di her heyamek zarok de li gor wê heyamê tişt tên pêşîya zarok. Li bin wî/wê hênkayî, li ser wî/wê esmanên fire, li dûr aso… Ango însan li ser awayekî xweşik hatiye afirandin. Wexta em li jîyana însan binerin û em jiyana wî di ber çav de derbaskin emê qedrê ku Xwedê Teala daye însan bivînin. Em dîsa li zarokekî nû çêbûyî bifikirin. Wexta zarok nû çêdibe, bê huneh û ruh paqij tê dunyayê. Heta çend sala ev awayê wîyî paqij û bê guneh didome. Le piştî ku bîr dibe û dest bi tiştên nebaş û xerabîyan dike, ew paqijîya wî jî jê dere û hêdî hêdî niqutên gemarî dikevin nav wê paqijîyê. Le wexta hewl bide û ji tiştên nebaş dûr keve wê li ser wê paqijîya xwe bimîne yan jî wê nêzîkî wê paqijîyê be. Xwedê Teala bi gelek xemlan jiyana însan rengîn kiriye û jiyana wî xemilandiye. Di demsala biharî de her alîyê xwezayê rengîn dibe. Bi kulîlkan, daran, şînkayan û bi dengê çivîkan derdor dixemile. Ev xeml di ya talî de jiyana mirov jî dixemilîne. Bi gelek awayên din jî em dinerin ku qedir hatiye dan însan. Ji alîkî de xwarin-vexwarin, ji alîkî de lixwe kirin û wekîdin. Em dinerin bi van tiştan jiyana însan hatiye xemilandin û bi qedir kirin. Bi rastî gelek tişt reng didin kesîtîyê. Tişnî kesîtîyê zelal dikin, tiştnî rengîn, tiştnî tîr dikin, tiştnî rohnî dikin kesîtîyê, tiştnî tarî. Ji ber vî awayî, kî nêzîkî çi be û bi çi bitêkile bi wî awayî rengîn dibe. Kesîtî wek hinek av e. Ew av berê paqij e. Ew ava di destê meriv de, bi çi rengî, tu çi bera nav de, wê têkeve wî rengî. Îja ew reng, reng dide jiyana mere û di a talî de jî kesê derdora meriv jî bin bandor dike. Wek ku em zanin kesîtî tiştekî taybet e. Kesîtîyê tev wek hev tunene. Le kesîtîyên nêzîkî hev henin. Bi rastî kesîtîya her mirovekî nasnama wî ye. Ji evînê, ji axlaqxweşîyê, ji qahroktîyê û wekîdin ji hisan çi tevî jiyana xwe bike bi wî awayî û bi wan hisan wê kesîtî ava bive. Bi kurtasî kesîtî, encama tiştên ku mere dîtîye û kiriye ye. Piştî van tiştan gişan kesîtî yan dibe bihûştê yan dojehê.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
Hêvî - 03/01/2012 |
Hêvî |
![]() |