![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Li Jiyanê Nerîn
13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn Wext diherike diherike û dere. Wek ava çemekî. Veger tune. Her tiştî bi xwe re dibe. Her tiştî kevn dike. Ew kevn dibe. Wext tişkî werê ye ku, mezin nabe. Ji bo em wî bijmêrin jimarên me mezin dibin. Wext, wek bahrek bê talî ye. Her jiyanek di wê bahrê de pêlekê çêdike. Hinek jiyan, pêlên mezin; hinek, pêlên biçuk. Wext, sebr e. Sebra herî mezin e. Bi nerînek din… Wext timî nûye jî. Her roj, rojek nûye. Her wext, wextek nû. Wext xera nabe. Le tişt bi wext re xera dibin. Tiştnî jî çêdibin bi wext re. Ava dibin; distewin. Heta nuha li ser wext gelekî hatiye fikirandin. Le, bê wext çiye, kesekî ji vê pirsa re bersivek xweşik û bes nedîtîye. Le mirova ji xwe re nav li wext kirine: sibe, nîvro, êvar, roj, hefte, meh, sal, sedsal… Jiyan, di hundurê wext de wek kulîlkekê ye. Ev kulilk tiştna dixemilîne, tiştnî jî wê dixemilînin. Ya jî wek kevirên ser rêyekê ye. Heg wext rêyek bê talî be, jiyan jî kevirên ser vê rêyênin. Ji ber ku li ser rêya wext, gelek jiyan hene. Li ser vê rêyê hinek kevir biçukin, hinek mezinin, hinek şikestînin… Di himêza wext de gelek jiyan henin. Heta wextekê hevdu himêz dikin, wext û jiyan. Heta wextekê himêzkirînin. Di piştra wext, jiyanê ji himêza xwe derdixe. Li ser vî awayî jiyan bi xweber dikeve. Îdî ji bo wext şuxlê nû, keritandina hinek jiyanên nû ye. Jiyanên li ber xelasbûnê, jiyanên nû destpêkirî, jiyanên kulîlkî… Ji bo wext, mirovên sax û mirî wek hevin. Ji ber ku di wextekê de, wê sax jî bive mirî. Wê sax jî di ber ava çemê wext de here. Wê ew av wî jî şil bike. Piştî vî wextî, wek ax jî ji wext re dibe alîkar. Ax jî wek wext, tişta xelas dike. Le di vê pêvajoyê de wext jî ji axê re dibe alîkar. Wek li jorîn me fehm kir; wext jiyanê dixwe. Her jiyan timî ber bi xelasbûnê de dere. Her wexta jîyayî, wexta xelasbûyî ye. Di vê jiyana her wext bi ber xelasbûnê de dere tiştê li kes dikeve çiye gelo? Mirov çi bike wê jê re bi kêr bê? ‘’Min însan û cin hew ji bo ji min re evdîtîyê bikin min ew xuluqandin.’’ (Zarîyat:56) Ev ayet armanca jiyanê rê me dide. Îja tiştê li kesan dikeve, ev e ku, li gora vê ayetê pergalê bidin jiyana xwe. Rebê, jiyan jî, mirin jî xuluqandîye, ji bo piştî mirinê jiyanek din jî xuluqandiye. Divê kes vêya jî di bîra xwe de bîne. Wexta mere wek çivîkekî, ji jor de li mirov û li jiyana wî binere merê xweşik rastî û xelitîyên mirov bivîne. Tew çivîkekî ku bi qasî wext xwedî emir hebaya û guhertina ku di kesîtî û jiyana mirov de çêbûye bişopanda û ji mere re bigota, merê xweşiktir ev pêvajoya fehm bikira û merê xweşiktir jiyan û guhertina di jiyanê de çêbûye merê fehm bikira. Le ew siuda me tune. Divê wî wextî em xweşik li ser vê mijarê bifikirin. Û ji bo jayana din jî em amadeyê bikin. Amadeyî li gora rê û cî tê kirin.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
Hêvî - 03/01/2012 |
Hêvî |
![]() |