• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi6
Bugün Toplam287
Toplam Ziyaret13093868
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ketina Gogî
25/04/2012

 

  

Mirovahî ketinek mezin dije. Ev ketin ne ketinek aborîyî, ne jî siyasî ye. Ev ketin mirovahî ye. Ne wext, le mirov gelekî xera bûye. Kesîtî mirîye. Kesîtî hedimîye. Çav, li kesê xwedîyê peyva xwe digerin. Le çav di vê gerê de dibetile. Dil şaş manin. Heyamek xerab dijên. Tê zanîn ku rê xerab e. Le di rêya xerab de dîsa jî tê çûn. Zaneyî heye, le bi vê zanebûnê emelkirin tune. Kêm e.

            Li civakê, li dinyê, du rûtî pir bûye. Kesên ku li pê peyva xwe, kêm bûnin. Peyv û tevgera mirovan ne wek hev e îdî.  Ji vî awayî tiştên li hev nehatî tên holê. Biryar tê dan, le li pê vê biryarê çûn dijwar e. Ji ber biryar peyv e, çûna li pê vê peyvê, emel.

            Fêhm kirina mirovan kêm bûye. Kes xwe naxe dewsa kesî, û bi çavên wî, li rewşê nanere. Ji vî awayî kes kesî bi xweşikî fehm nake. Yan jî fêhm dike, li madê wî nayê, xwe li nizanî datîne. Ji ber vî awayî pirsgirêk nayên çareserkirin. Giş di cî de dimînin. Dibin girêk. Le a rast, ji vê pirsgirêkê re em rêyek çareserîyê zanin. Ew jî ev hedîsa Pêxember ( a.s.) e: Heta tiştê tu ji xwe re dixwaze, tu ji birayê xwe re jî nexwaze îmana te kamil nabe. Wexta ev hedisa hat şopandin em zanin ku wê çareserî jî çêbivin.

            Ji bo jiyanê hebûna hinek tiştan wek avê, wek hewayê hewceye û ji berê de jî heqê mirova ye. Li welatekî kes nikare ji bo van heqên heyî, tew piştî nedanekê û ji dest derxistinekê, ku talî disa ev heqên wek avê û wek hewayê hewce, ku bêne dan, kes nikare ji bo van heqan minetê li kesî bike. Ji xwe ev heq giş bi çêbûna mirov re heqên her kesî ne. Û ev hek nayên dan, ji xwe ev heq, heqên dayînin. Di dîroka welatekî de heg heyamên ku ev heq ji dest hatibin derxistin hebin, tê wateya ku di dîroka wî welatî de heyamên şevreş henin. Ji ber vî awayî, divê kes runê û xweşik van tiştan ji hev derxe.

            Çawa me got mirovên du rû henin, werê dewletên du rû jî henin. Qaşo ji bo Sûrî dewletên bi navê Dostên Sûrî li Parîsê civîyan. Le ji bo Sûrî û gelê Sûrî tişkî berbiçav nekirin. Di vir da jî du rûtîya dewletan tê xuya. Navê civîna wan Dostên Sûrî ye, le tişkî bi dostayî nekirin. Dîsa bêdengî û neçareserî ji xwe re neqandin.

            Ji her alîyî de mirovahî di ketinê deye. Ev ketin ne herêmî ye. Gogî ye û dinya giş ji ber vêya binbandor e. Ev ketin, wê kengî bisekine an wê kengî biqulupe bilindayê, em nizanin. Bi rastî, ji van dewletên ku serokên xwe yî zalim qulupandin, ez bi hêvî mim, le ew jî heta ku xwe bi ser hevdin, wê wextek ne kin derbas bive.

            Di roja me de tiştê li kesan dikeve, ev e ku kes xweşik bifikirin. Dengê civakê dibe ku ne xweş derkeve. Le divê kes disa li ser xwe bisekine, ku kesîtîyek bilind bê avakirin. Xelasbûna civakê ez di kesên xwedî kesîtîyek bilind de dibînim. Ew kesîtî jî disa wê bi xebata kesan bê avakirin.

 



1371 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

em u em     29/04/2012 11:27

dı her demé da , herkes dıbejın em weké netewe té nasin. em hevidarin em bı civakeki geleri be nasin. sılav u rez.
mehmet fatih barış

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
Hêvî - 03/01/2012
Hêvî
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.227239.3844
Euro45.206745.3878
Hava Durumu
Saat
Site Haritası