![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Qîrîna Civakî
14/03/2012
Hisên bi tenêtî û ê di nav civakê de ne wek hevin. Ev guhertina demkî û hisî xwe di ramanan de jî rêdide. Wexta tenêtîyê his û raman licihtir û zelaltirin. Û bi awayekîdin xweserin û ew jî wek tenêtîyê bê dengin. Le wekta dibin civakî, dibin bi qîrîn sewt. Civak, zêdayê di hisan de çêdike. Hisan gur dike. Li civaka xerab, xerabî bi zêdeyî tê xuya û li civaka qenc jî, qencî bi zêdeyî. Civak, qîrînîyê dide hisan. Ji ber vî awayî, ji hisên civakî qîr qîr tê. Ev mijara ku me vekiriye, berê li tu derê hatîye peyivandin an jî di tu deran de hatiye nivîsandin ez nizanim. Le ji ber ku her mirovek taybetmendîyek wî heye û ji ber ku ev taybetmendî, xwe di ramanan de jî rêdide, dixwazim ku ev ramananan jî bala we bikşînin. Wexta meriv bi tenê be, raman û hisên meriv çi bin ewin. Guhertin di wan de kême. Ev tişt dibe licihtir bin jî wî wextî. Li wan nayê qelibandin, nayên dahvdan an jî nayên belawela kirin raman û his. Le di nav civakê de rewş cudaye. Carna ji bandora civakê raman û his tên jibîrkirin. His li bin guhê hev dikevin. Carna li wan tê qelibandin, carna tên belawela kirin raman û his, carna jî tên guhertin. Raman di civakê de bi têkoşînê pêş dikeve û werê dibe qîrîn. Ew qîrîn ji civakê re dibe rojev, di piştra dibe biryar. Ma biryara Misrê ne qîrîna Tahrîrê da? Îro ji Surî jî qîrîn tê û gelê Surî ji zilmê têr bûye û bi sebir û bi bawerî li benda edaletê ye. Ji bo hatina heqîyê têkoşînek mezin dide gelê Surî. Yekîtîya gelan jî bi awayekî qîrîneke. Ji bo xelasbûna zilmê divê yekîtîyê qîrînî her wext hebin. Wexta ku ramanek ne civakî be, yanê civak bi wê ramanê nepeyive, ew raman bê denge. Veşartîye. Nayê xuya. Vemirandîye. Hew di fikrê deye. Le wexta civak pê dipeyive ew raman hilorî dibe û dibe bi bazik û civakê gişî binbandor dike. Xwe li şêwiran, li şevbihêrkan datîne. Şîrove kirina civakî jî, wê ramanê dike bi gelek çav û daqurtandina wê hêsan dike. Ji ber vî awayî his û ramanên civakî dibin, girîngîya wan jî zêde dibe. Çapemenî jî hebûnek qîrînî û civakîye. Ji vî awayî hebûna çapemenîyê ji bo belavkirina qîrînan gelekî girînge. Çapemenî jî qîrînîyê ji civakê tîne. Bê guman ji cîyê tenêtîyê qîr qîr nayê. Qîr qîr ji bo bê bihîstin tê kirin. Ji bo lebtê bi xwedîyê dilan re çêke tê kirin, qîrîn. Ji xwe qîrîn, hew xwedîyê dilan tenê dihejîne. Ma wê qîrîn çi bike ji dilên kevirî. Hey, xwedî guh giş qîrînan nabihîzin. Le divê îro xwedî dil qîrînan bibihîzin. Çiqas zalim destê xwe bidin ser devan jî. Ji ber ku dilên qenc dengê nehatî jî dibihîzin.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
Hêvî - 03/01/2012 |
Hêvî |
![]() |