![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Windabûna Rojê
29/02/2012
Windabûna Rojê Roj bi çend awaya winda dibe gelo? Em rêz bikin: Wexta dere ava roj, wexta ewr dikeve pêşîya wê, wexta hîv dikeve navbera mere û wê… Wekîdin tişt pir nayên bîra meriv. Le ez dixwazim vê neqlê ez bi nerînek din li windabûna rojê binerim. Ew jî ev e: Wexta ku roj di çav de dere ava. Bê guman em qala tişkî neberbiçav dikin. Qala mirinê… Le bandora wê berbiçav e: Mirî. Mirin, tişkî werê ye ku parîyan di gepan de dihêle / Le tişkî hewce ye / Hem meriv tîne meriv. Hun karin bêjin wê çawa roj di çav de here ava? Ji bo vê pirsa we ez jî karim bersîvek werê bidim: Wexta yekî, çavên xwe li jiyanê girt, yanê wexta yek mir, roja çavê wî jî dere ava. Roj di çavê wî de dere ava. Le talîyê, wê rojek çawa jê re derkeve em nizanin. Bayekî çawa di wê rojê de wê bê dîsa em nizanin. Ew roj wê bi kulîlkan bê xemilandin yan bi tişkî din wê bê zîvirandin em dîsa nizanin. Bi rastî roj bi qasî çav, ji laş jî re dere ava. Di vê westgehê de ruh jî ji laş xwe dide alî. Û xwe didin benda roja nû. Berê di mezel de disekine. Mezel jêre, yan ji baxçê bihuştê dibe baxçek yan jî ji goncalên cehenemê dibe goncalek. Îja her mirovek roja wî carekê di çavên wî de dere ava. Ew avabûn di hilma talî deye. Berî ku roja wî here ava, di wê roja dudirêj de bê çi kiriye ya girîng ewe. Bê laşê xwe di ku de kevn kiriye. Bê wextê xwe li ku, çawa derbas kiriye. Bê hebûna xwe di ku de serf kiriye. Evana girîngin. Ji ber ku me wateyek werê da roj avabûna çav, divê wê çaxê em xweşik vê rojê bikin bi wate. Wexta roj carekê tenê di çav de here ava tê wateya ku emr giş rojekê. Yan wek rojekê tê dîtin. Îja di vê rojê de jî, sibe heye, nîvro heye, êvar heye… Dibe ku ev ramanên min ji we re pir utopîk bên xuya. Le ji ber ku tiştên utopîk jî bi kêr tên, min got dibe ku ev jî bi kêr bê. Yan jî dibe ku we derxe gerekê. Em karin bêjin tiştê çavê me dîtîye, romaneke. Em anha rabin di emrê xwe de tiştê ku çavê me dîtîye em bînin ser hev û em bi hev girêdin û em zû di ber çav de derbaskin ez bawerim wê tişkî balkêş bê holê. Le ji bo romanek hunerî derkeve holê divê meriv dîmenên xweşik xweşik bineqîne. Ji ber ku tiştê çavên me dibîne her car ne tiştên xweşik tenêne. Hebûna rojê gelek tiştan dixemilîne. Hîv xemilandîye. Şeveq xemilandîye. Û gelek jiyan jî xemilandiye rojê. Le çûna wê gelek xemlan jî xera dike. Wek roja ku di çav de dere ava û jiyanan bê xeml dihêle. Wexta meriv dibêje jiyan, çav vekirin tê bîra meriv. Ronkayî tê bîra meriv. Ronkayî jî bi piranî şewqa xwe ji rojê distîne. Ji ber vî awayî roj di jiyanê de pir girînge. Tê wateya ku roj jiyane. Hêvî, timî hisên roj sibehî ye.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
Hêvî - 03/01/2012 |
Hêvî |
![]() |