![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ji We re Namîne
14/02/2012
Ez vê peyva ji bo zaliman dibêjim. Bi
taybetî, zalimên ku li ser serê van welatên Rojhilata Navîn navendên zilmê ava
kirinin, bi giştî jî, ji bo zaliman gişa. Zalimên ku ji bo berjevendîya wan,
gelê wan ne tiştek tê xuya. Ev zalim, ji xwe li axreta xwe nafikirin-qey
bifikiriyana ewqas zilm nedikirin- , le van zaliman dinya jî li ber xwe
herimand û îdî bi nefret li wan tê nerîn. Me
gişa rewşa Husnu Mubarek dît û dinyê gişî talîya Qedafî jî dît. Wekîdin dîsa
dinyê xeniqandina Sedam jî dît. Ev kesên ku hîna zilmê dikin bi xwe jî talîya
zaliman dibînin. Le zilma xwe didomînin. Wek Beşar Esed… Em
zanin ku zalim xwedî kubrin Jî. Şîretan qebul nakin zalim. Li xwe danînin li
şîretê kesî guhdar bikin. Ji xwe zanetir kesî nabînin. Em zanin ku Hz. Îbrahîm
jî bi zaliman re gelek têkoşîn kiriye. Ji bo ku Xwedê bide naskirin û ji bo
mirovan ji xelitîyan û ji putperestîyê vegerîne cure cure têkoşîn daye. Ji
putperestîyê vedigerand û hew Xwedê îlah dida naskirin. Ev têkoşîna Hz. Îbrahîm
bi xweşîya qral nedihat. Ji ber ku Hz. Îbrahîm putê wan ne tiştek qebul dikir û
ji ber ku Hz. Îbrahîm wan ji îbadetkirina putan vedigerand. Hz. Îbrahîm mirov
hew dawetî evdîtîya Xwedê dikir. Ev tişta pir bi zora qral çû. Ji ber vî awayî
di navbera Hz. Îbrahîm û qral de ştexalîyek werê derbas bû: Qral
werê got: ‘’Rebbê te li dinyê çi dike
Îbrahîm?’’ Îbrahîm
jî werê got: ‘’Rebbê min dide jiyandin û
dimrîne.’’ Qral digot belki ez Îbrahîm ji fikra wî vegerînim. Qral:
‘’Ez jî dijînim û dimrînim.’’ Di piştra
qral ferman kir. Got du heb feqîr bînin. Du heb feqîr anîn. Qral got, de yekî
bikujin û yekî jî berdin. Yek kuştin û yek jî berdan. Di piştra qral berê xwe
da Hz. Îbrahîm û werê got: ‘’Tedî, ez çawa dimrînim û ez çawa dijînim.’’ Li ser
vî awayî Hz. Îbrahîm got: ‘’Rebbê min
Rojê ji rojhilat tîne, tu karibe ka tu jî ji rojava bîne.’’ Li ser vê peyvê
qral ma dest girêdayî û pir qeherî. Ferman kir got vîya dûrî min bixin. Dawîya zaliman ji hev ne cuda ye. Ma
heta nuha ji çend zaliman re zilma wî maye. Ma çend zalim bi şeref mirine. Ma zalim giş nebûne ax. Heg karibûna
bera xwe ji mirinê xelas kirana. Ji Nemrut heta Ebu Cehîl, Ji Firewn heta
Şaron, Ji Sedam heta Qedafî… Em karin dawîya zaliman a bi rezîlî bêtir jî rêz
bikin le ji bo bên naskirin ewqas mînak bese. Tev
ku ewqas zalim bûnin ax, hîna jî xelas nebûnin zalim. Qey bi çavên xwe nabînin,
qey bi guhê xwe nabihîzin, qey bi aqlê xwe nafikirin… Beşar Esed îro tev ku
dawîya zalimên din dîtîye jî ji zulma xwe venagere. Ew jî zane ku veger nemaye.
Le kubra wî dev jê bernade. Le bera ew zanibe ku îdî di nav navê zaliman de
navê wî jî heye. Zulma
zalima ne bê dawî ye. Zulma zalim bi zalimekî din tê sekinandin. Di dawîyê de
her du jî zalimin. Ê ne dilovan be, dilovanîyê nabîne.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
Hêvî - 03/01/2012 |
Hêvî |
![]() |