• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi12
Bugün Toplam300
Toplam Ziyaret13093881
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
24/01/2012

 

Evîn çiye? Le bawerî… Çima bi hevdu girêdayînin hezkirin û bawerî? Tew çûna cenetê jî bi bawerîyê ye! Çi, hezkirina nav mirovan pir dike? Di vê mijara xwe de emê li vana hûr binerin.

            Em mirov giş xwedî qelb û dilin. Em ji rewşa qelbê xwe berpirsîyarin. Divê qelbê me ji tiştê baş hezbike û ji tiştê nabaş nefret bike. Bi kêmanî wexta hayê qelb ji tiştekî nebaş çêbû divê tiştê nebaş buxz bike. Qelb hêlîna evînê ye. Dem a qelb î herî xweş wexta bi hezkirin û evîn tije be ye. Le wexta bê hezkirin dimîne qelb/dil, wek tîya ye.

            Xwedî dil divê zanibin xwedî çinin. Çemê hezkirinê û bawerîyê tev, di qelb de diherikin. Ev herdu tişt divê timî di qelb de bi coş bin. Divê her wext evîn ji qelb binuqute. Divê gulê qelb bê av nemînin, her car her wext divê bi çemê evînê bên avdan.

            Ez sond dixwim ku, heta hun îman nekin hun narin cenetê; heta hun ji hev hez nekin jî hun îman nakin.  (Hedîs)

                Em dinerin ku kemala îmanê girêdayî hezkirinê ye. Çûna cenetê girêdayî îmanê ye, îman jî girêdayî hezkirinê ye. Tê wateya ku yekî bixwaze here cenetê divê berî her tiştî hezbike û îmanê bi Rebbê xwe bîne.

                Mirovên bawermend wek kevirê qesrekêne, bi hev girêdayîne. Qewetê ji hev distînin. Tiştek nikare wan bihejîne. Dîsa, bawermend wek parçên laşekîne. Parçek ji wî laşî ji ku biêşe, ew laş giş diêşe. Em zanin ku yekî cîranê wî birçî be û ew têr rakeve Resulullah(s.a.w.) ew ji xwe û hevalên xwe nehesibandîye. Ev tiştanê me rêz kirin giş bawerîya mirovan xurt dikin û hezkirina nav bawermenda zêde dike.

            Di îslamê de tişkî werê jî heye: Heta ku yek tiştê ji xwe re dixwaze ji birayê xwe yî bawermend re jî nexwaze îmana wî nakemile. Wexta yekî, tiştê ji xwe re dixwaze ji birayê xwe yî bawermend re xwest, ji xwe îmana wî jî dikemile û hezkirina wî jî wê di ser re biqelibe.

            Îslam ji bo dilşadîya civakê yeke yek e. Civak nema dixwaze bi tiştên vala bê aşkirin. Eklên dudirêj dixwaze mirov. Eklên bêdawî jî di îslamê dene.

            Hezkirina bêberjewendî xweşe. Divê hezkirin dudirêj be jî. Hezkirina demkî kesî têr nake. Ji bo hezkirin dudirêj be jî divê kesê dijî mere rast be û bi exlaqê xweş xwe xemilandibe. Jêderka exlaqê xweş jî îslam e.

            Hezkirin bi silavdanê zêde dibe. Belavkirina silavê, belavkirina hezkirinê ye jî, di dilan de. Belavkirina silavê şîreta Rasulullah(a.s.w.) e, li me.

            Bi kurtî: îman dibe cenetê, ji bo meriv xwedî îman be divê meriv hezbike, ji bo hezkirina nav meriv jî zêde bivê divê meriv silavê li hev bike.

            Bi hezkirin û silav…

               

 

                                                             

 

 



1968 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Qelb - 18/01/2012
Qelb
Hêvî - 03/01/2012
Hêvî
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.293439.4509
Euro45.490745.6730
Hava Durumu
Saat
Site Haritası