![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Hêvî
03/01/2012 Hêvî, ji mirov re çavkanîya jiyanê ye. Şewq e ji mirov re hêvî, benê mereyî jiyanê ye. Em xwe bi wê bi jiyanê digrin. Di şevê de şefeq e hêvî. Di germê de hênkayî ye, di dil de firehî. Mirov li ser hêvîyê avahîyan radike. Hêvîya xwe bi hêvîyê lêdike mirov. Cîyê bêhêvîtî lê hebe, li wêdera dilşadî tuneye. Kes naxwaze li cîyê bêhêvîtîyê bisekine. Ji bêhêvîtîyê direvin kes. Le çiqas bireve jî carna xwe ji kêmhêvîtîyê xelas nake mirov. Bawerîya mere çawa, her wext ne wek hev e, hêvîya mere jî her wext ne wek hev e. Wexta ba li kefê xe kef çawa vemre, hêvî jî werê vedimre carna. Hêvî girêdayî bawerîyê ye. Bi gotinek din, bawerî hêvîyê xwedî dike. Bawerî zêde be hêvî zêde ye. Bawerî kêm be hêvî jî kêm e. Carna mirov êvarî bi bawerî radikeve, dibe sibe ji xew, bê bawerî radibe. Carna jî evarî, bê bawerî radikeve, le sibê ji xew bi bawerî radibe. Ji alî vî awayî de hêvî jî wek bawerîyê ye. Pirbûna bawerîyê pirbûna hêvîyê ye. Divê meriv tu carî xwe bê hêvî neke. ‘’Muheqeq bi her zorîyekê re hêsanîyek heye. Erê, bi her zorîyekê re hêsanî heye.’’(înşîrah: 5,6). Xwedê (c.c.), hêvîya her kesî ye. Ji xwe, hew mirovên bê bawerî, bê hêvî dibin. Hz. Îbrahîm di kalbûna xwe de werê got: ‘’Ya Rebbî, zarokekî bi xêr bide min.’’(Saffat: 100). Xwedê Teala jî duayê wî qebul kir û di şiklê mêvanan de melek şandin cem wî. Wan melekan ji Hz. Îbrahîm re werê gotin: ‘’Mizgîn li te, wê zarokekî te yî biaqil çêbive. Wî jî got: Ma di vê kaltîya min de hun mizgînîya zarok didin min. Melekan got: Ev mizgîna ku em didin te rast e. Xwe bê hêvî neke! Hz. Îbrahîm jî got: Ma ji rêşaşa pêvtir kî bê hêvî dibe.’’ (Hîcr: 53- 56). Piştî vî awayî Hz. Îbrahîm hemd ji Xwedê re kir. Bê hevîtî kufrê, kufur jî bê hêvîtîyê xwedî dike. ‘’Lewre ji qewmê kafir pêvtir kes ji rahma Xwedê hêvîya xwe qut nake.’’ ( Yusuf: 87 ). Bi rastî sebir jî ji hêvîyê re, pir dibe piştgirî. Mirovê zanibe sebir bike, hêvîya xwe jî wenda nake. Zane ku Rebbekî wî yî hayê wî ji her tiştî heye, heye. Ew Rebb xwedîyê rahma bê talî ye. Di jiyanê de her mirov rewşên zor dijê bê goman. Di vê wexta de, a mirov li ser lingan disekinîne sebre û hêvî ye. Ji ber vî awayî, girîngîya sebrê û hêvîyê pir e. Çiqas rewş dijwar be jî bê guman alîkî rihet jî di wê rewşê de heye. ‘’Wexta em nîmetan didin mirov, mirov wec dughere û çivan dide xwe. Wexta zerarek jî digihêjê bê hêvî dibe.’’ (îsra: 83). Tev her tiştî û tev her rewşên zor û tev ku kêmhêvîtî carna xwe li me bigre jî, em bawerîya xwe û hêvîya xwe wenda nakin. Ji ber ku wexta bi meşê em herin cem Xwedê(c.c.), ew bi revê tê cem me: ‘’Qulê min min çawa bifikire ez werê mim. Wexta min bi bîra xwe de bîne ez li cem wî me. Wexta min di hundurê xwe de bi bîra xwe de bîne, ezê jî wî di hundirê xwe de bi bîra xwe de bînim. Min di nav civakê de yad bike, ezê jî wî di nav civakek çêtir de yad bikim. Ew bihostekê wer nêzîkî min ezê jî gavekê werim nêzîkî wî. Ew gavekê wer cem min, ezê jî dest vekirinekê werim cem wî. Ew bi meşê were cem min ezê jî bi revê werim cem wî. (Hedîsa qudsî, Buharî) |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |