![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ji Exlaqê Xweş Çend Niqut
28/12/2011 Bê guman bi bîr xistin bikêr tê. Ji ber ku em jibîr dikin, em ê jî tiştê baş bînin bîra hev. Divê di her gava xwe de em hevdu şiyar bikin. Dibe ku em werê ji hev re bikêr bên. Tiştê em di vê nivîsa xwe de li hev parve bikin Exlaqê Resulullah(s.a.w.) e. Ji ber ku Resulullah(s.a.w.) ji me re mînak e. Hz. Alî (r.a.) dibêje: ‘’Resulullah(a.s.w.), ji alî sebrê û tehemulê de herî bilindê mirovan bû. Ê herî peyvrast, ê herî nazik, ê herî giran û ê bi mirovên wekidin re herî xweş derbaskir bû. Xwe bi mirovan dida hezkirin, xwe nedida nefretkirin. Ji mezinê her qewmî re îkram dikir û ew ji qewmê wî re pêşewa dineqand. Bê wec tirşkirin û bê işkî li hember mirovan tedbîra xwe distend û xwe ji şera mirovan diparast. Li rewşa sehabîyê xwe dipirsî, li wan dinerî, ê bihata cem wî, ji Beytulmal’ê sedeqe dida wan. Ewqas pir dida ku, ê hinek tişt jê bistenda, digot qey ê tişt herî pir stendîye ezim. Yê ji bo karekî bihata cem wî yan li cem wî bisekiniya, heta ku bixweber rabe tehemûl dikir. Yekî tiştek jê bixwasta heta ji destê wî bihata didayê, wexta nikarîba bidaya jî, ew bi peyvê xweş dilxweş dikir. Exlaqekî wî yî, bi qasî mirov giş tê de hilên fire hebû. Bi mirovan re wek bavekî, bi dilovanîya xwe tevger dikir; bi gişa re wek hev tevger dikir.’’ Timî devliken, cir nerm û cir xweş bû. Ne peyv işk û dil işk bû. Bi kesî re nedixeyidî, peyva nexweş nedikir, kesek nedieyiband û kesek nedipesinand. Tiştê kêfa wî jê re nehata paşçav dikir. Tu carî xwe ji Xwedê bê hêvî nedikir. Resulullah(s.a.w.), yekî wî dawet bikra beşdarî dawet a wî dibû. Diyarî qebul dikir û diyarî dikir. Bi sehabîya re henek dikir û diket hevpeyvînên wan. Bi zarokan re dilîst û ew dixistin hembêza xwe. Serdana nexweşan dikir, kesê lêborîn bixwasta ew diborand. Kesekî destê xwe bidayayê, heta wî kesî destê xwe nekişanda wî destê wî bernedida. Resulullah(s.x.l.), ji bo her alîyê jiyana me, ji me re mînak e. Jiyana me hêsan û rast dike. Ji bo ku em têkevin rêyek rast, rê bi ber me dixe. Tiştê digot jî, ji bo bive mînak, berê wî dikir. Wexta Pêxember(a.s.) li yekî rast bihata, wî berê silav dida û bi sehabîyê xwe re musafaha dikir. Ji bo tengîyê ji kesî re çêneke, li nav sehabîyê xwe lingê xwe dirêj nedikir. Wexta yek bihata cem, wî jê re îkram dikir, carna eba xwe, carna jî mînderek jê re radixist, yekî nexwasta rûnê jî israr dikir. Ji bo sehabîyê xwe dilxweş bike bi navên xweş ba wan dikir. Heta yekî peyva xwe xelas nekira, qet peyva wan qut nedikir. Wexta peyva ê hember wî xelas biva, heg di peyva wî de xelitî heba rast dikir, tuneba radibû diçû. Ebu Saîd el-Hudrî(r.a.) dibêje: ‘’Resulullah(a.s.), ji ber heya xwe yî bilind, ji keçikek azib bêtir xwedî heyak bilind bû. Wexta tişkî kêfa wî jê re nehata heba, me ji wechê wî fêmdikir.’’ Dilê Resulullah(s.a.w.) pir bi ser mumînan ve bû. Sedeqe dida, birçî têr dikir û bi peyvên xweş wan dilxweş dikir. ‘’Ew, pir ketîyê we ye, ji mumînan re pir bi şefqet e, dilovanî ye.’’(Tewbe) Hz. Aîşe (r.anha.) werê dibêje: ‘’Wexta Pêxember(a.s.) dipeyivî hebo hebo dipeyivî. Wexta mirov bixwasta peyvê wî bijmêre karîbu bijmarta.’’(Buharî) Resulullah(a.s.) ji bo bi dilêkî xweş derkeve nav sehabîyê xwe ji wan ra digot kesek di heqê kesî de tiştê nexweş bera ji min re nebêje. We selamun alel murselîn welhemdu lîllahî rebbîl alemîn. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |