![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Li Ser Nivîsê
21/12/2011 ‘’Nivîs çawa tê holê gelo?’’ Ev pirs, wê bive bingeha vê nivîsa. Bi rastî bersîva vê pirsa, li gora çeşîdê nivîsê tê guhertin. Ji ber ku roman cuda tê nivîsandin, kurteçîrok cuda, nivîsên ramanî cuda… Ez dibêjim qey bi piranî nivîs, rê ji nivîsê re vedike. Peyv, peyvê tîne. Di vî warî de, dest jî ji nivîsê re dibe alîkar. Karê dest, hew ne nivîsandin e, wekîdin jî karekî dest heye, ew jî, ji aqil re, rê vekirin e. Tertê pêşîya aqil dide alî. Derîyên nû vedike. Ji nivîsê re dibe çav, dest. Îja wexta nivîsek tê holê, berê tê fikirandin, bê ka wê di çi mijarê de be, nivîs. Bê wê nivîsek ramanî be, yan roman be, yan wekîdin… Wexta ev tişt hatin neqandin, divê nivîs jî li gora van tiştê neqandî bê meşandin. Berî gişî, ji nivîsê re destpêkek hewce dike. Piştî destpêkê îja girêdayîya nav peyvan û paragrafan girîng dibe. Divê di hundirê paragrafekê de qetîyayîbûn tunebe. Yanê divê sekin li ser tişkî be. Nivîs ji kê re tê nivîsandin, wê bi zimanekî çawa bê nivîsandin, ew jî girîng e. Armanca nivîsandinê çiye dîsa girîng e ji bo nivîsê. Nivîskar, ji bo xwe dinivîse yan ji bo hineka dinivîse, dîsa ji girînga ye. Hinek henin ji xwe re dinivîsin, le tên xwendin jî. Şiklê nivîsandinê cuda cudanin û bi rastî girêdayî nivîskarin. Hinek henin, bê mijar û bê sernivîs, dest bi nivîsa xwe dikin. Di vê nivîsa de kes rudinê û dinivîse. Nivîs wî bive ku ew dere wir. Bi gotinek din, ‘’nivîs xwe dinivîse.’’(Sezai Karakoç). Xwe zêde dike nivîs. Di pişt ra mijarek derdikeve holê, yanê mijarek, girantir tê xuya û nav li nivîsê tê kirin. Yanê sernivîs tê dîtin. Sernivîs jî divê bîna mijarê jê bê. Dibe, wexta meriv kurteçîrokêkê binivîse, yan li nivîsandina romanekê bifikire, berî nivîsê meriv di aqlê xwe de şiklekî bidêyê, yan meriv planekê ji nivîsa xwe re çêke. Di nameyek xwe de Dostoyevskî ji birê xwe re werê dibêje: ‘’Min romanek nû, xelas kir, ewqas beş, ewqas rûpel digre, karê mayî hew nivîsandina wê ye.’’ Ji vê rewşa tê famkirin ku Dostoyevskî di aqlê xwe de romana xwe xelas kiriye. Ango di vî şiklê nivîsê de dirêjbûn û kinbûna nivîsê jî kêm zêde tê zanîn. Şiklekî nivîsandinê yî werê jî heye, ew jî bi bibîrxistina peyvan e. Her peyvek tiştekî tîne bîra meriv. Piştî gotina wê peyvê, peyva derbasbûyî tiştekî din tîne bîra meriv. Bi rastî ev jî metodek xweşe. Di vê pêvajoyê de di hundirê mirov de çi hebe wê xwe bavê holê. Ji ber ku hew tiştê di hundir de hebe dikare derkeve derve. Ji bo romanê yan ji bo kurteçîrokê meriv kare berî karê nivîsê bifikire û planan çêke, le ez dibêjim qey ji bo nivêsên ramanî meriv nikare tişkî werê bêje. Nivîsên ramanî bi piranî lêgerînê dixwazin û divê mijar jî xuyakirî be. Dixwazim ez li ser girîngîyekê bisekinim. Ew jî xwendina nivîsê ye. Lewre nivîs ji bo bê xwendin tê nivîsandin. Yan na dil ji peyvê re ji kaxizê germtir e. Nivîskar dixwaze nivîsa wî bê xwendin, ji bo gotinên wî ji dil here dilan.
|
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |