![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Roj Hêvîye
13/12/2011 Di wextekê de pirsek werê hatibû bîra min. Min jî ew li ser pirtukek xwe nivîsî bû. Ew pirs ev bu: ‘’Gelo we, kesî ku ji hatina êvarê/şevê yan jî ji derketina rojê acizîya bike we dîtîye?’’ Ez qet texmîn nakim. Tew nayê bala kesî ev tişt. Ji ber ku ne hatina şevê, şuxlê kesî disekinîne, ne jî derketina rojê, hêvîyên kesî xera dike. Şev wek perdak hevrîşim e. Xwe bi ser wechan dix. Wexta mere bi çavê wateyî lê binere, di navbera şev û rojê de dijîtîyek tê xuya. Yanê şev û roj gotinên dijî hevin. Le di rastîyê de ji hev re yanê ji me mirovan re qet ne astengîye. Tu dijîtîyê di jiyana mirov de çênake. Xelasbûna şev û rojê yan jî hatina şev û rojê kesî natirsîne. Her du jî xweşîyê di dilan de çêdikin. Şev ji alîkî jî derfetek e. Di şevê de mirov li hev kom dibin û şêwir tên gerandin. Lihevpirsîn çêdibe. Di van şevan de kurteçîrok, pêkenok û serpêhatî tên rave kirin. Di şevê de his jî tên guhertin. Di hisan de kurayî çêdibe. Dil tenik dibin û gotinên ji dil tên der ji dev. Bi derketina rojê re hêvî jî hiltê. Kesên rêwî, bi rêya xwe de derin, kesê xwendevan dere xwendina xwe, kesê karker dere şuxlê xwe, kesên bi hêvî derin hêvîya xwe… Roj ji zarokan jî re hêvî ye. Roj Xelasbûna bêdengîyê ye, destpêka huruboqê ye ji zarokan re. Destpêka çûn û hatina dê ye li dora zarok, roj. Ya girîng jî, derketina rojê, destpêka lêgerîna rizqe. Ji mirovan re, ji gêrgêrîkan re, ji kewan re, ji çivîk û pez re… Ji her mexlûqatî re. Roj, ji me re çiqas bi wate be, êvar/şev jî werê ji me re bi wate ye. Me got roj hêvîye, nayê wateya ku şev bêhêvîtî ye. Ew jî hêvîyek din e. Bi awayekî din, ji tiştnî din re hêvî ye. Lewra di rojê de mirov li pê riziq gerîya ye, betilîye. Îja tiştê hewce, ji mirov re rawestin e, yanê rihetî ye, xew e, şev e. Çawa ji mirov re rihetî yanê şev tişkî hewce ye ji mexluqatên din jî re werê hewceye. Şev ji tişna jî re destpêkeke. Hinek gul henin bi şevê vedibin, şevşevok bişev derdikevin firê. Sitêrk bi şev ezmana dixemilînin. Şev, veşartin e, setr e. Çawa her tişt di şevê de nayê kirin, di rojê de jî her tişt nayê kirin. Şev vedişêre: çeman, daran, çîya, newalan, belkî kêmasîyan. Roj, derdixe holê: bahran, çivîkan, keviran, xweşikbûnan. Yek kêmasîyan vedişêre, yek xweşikbûnê derdixe holê. Yek germ dike, yek hênik/sar. Yek vedike, yek digre. Çûna yekê, hatina ya din e. Ji ber ku cîyê roj herê, tarîtî xwe dide alî. Bê guman şev tiştekî jî tîne bîra mere: îstîxfar. Xwestina efûkirina Xwedê. Şev û îstîxfar her du jî vedişêrin. Bê çawa tiştên di rojê de hatibi kirin şev vedişêre, îstixfar jî gunehên di emrê xwe de mirov kiribe werê vedişêre. Şev çawa timî dubare dibe, timî ji nû de tê, divê îstîxfar jî timî bê kirin. Roj dinere, dide nerîn; gula berberojê wek evînan timî rojê dişopîne. Nerîna diguherîne roj û hêvîyan dixemilîne. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |