![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Lêborîn a Xwedê ( c. c.)
29/11/2011 Di vê nivîsara xwe de dixwazim ez li ser lêborîn a Xwedê bisekinim. Ji ber ku her wext dibe ku em guneha bikin û ji ber ku ji Xwedê pêvtir kesî ku gunehan efû bike tune. Divê her wext ji bo tiştê me kiriye em îstîxfar bikin. Ji bo eybên xwe em lêborînê ji Xwedê bixwazin. Şev çawa tiştan vedişêre Xwedê(c.c.) jî werê eyban û kêmanîyan vedişêre. Guneh pirin, kêmanî pirin, le rehma Xwedê(c.c.) ji vana teva bêtire. Ka em bala xwe bidin vê hedîsa: Werê ji Enes (r.a.) hatiye bihîstin: Min dît ku Resulullah(s.a.w.) werê got:Vê hedîsa, pir hêvî bi me re çêkir.Tê wateya, heta ku em şirîka ji Xwedê(c.c.) re çênekin, divê em tu derbî hêvîya xwe wenda nekin û em ji ber gunehê xwe îstîxfar bikin. Em lêborîna xwe ji Xwedê bixwazin. Vêya zanibe ku îstîxfar xwestina efûkirinê ye. Ew jî îstîxfara mirovê gunehkar e. Carna ji ber kêmanîya hemd û şukrê ji Xwedê re îstîxfar tê kirin, ew jî îstîxfara welîyê Xwedê û saliha ye. Bêyî evana bivin, îstîxfarek din jî heye, ew jî îstîxfarên Resulullah(a.s.) û îstîxfarên pêxemberên din e. Duayek heye ku, Resulullah(a.s.) li ser vî duayî gotîye ev duaya Seyyîdu’l îstîxfar e. Yanê di nav duayên îstîxfaran de ya serî ye. Ev dua ya jî, bi wergera Kurmancî werê ye: ‘’Allahê min, tu ye Rebbê min, ji te pêvtir kes îlah tune. Yê min xuliqandîye tu ye, ez ji te re îbadetê dikim, li gora qeweta xwe ez li ser ahd û wad a te me, ji ber gunehê tiştê min kiriye ez xwe dispêrim te. Nîmetê ku te daye min ez lê mikur têm. Ez li gunehê xwe mikur têm. Min biborîne. Ji te pêvtir kesî guneha efu bike tune.’’ Li ser îstîxfarê û li ser hêvîyê em karin bala xwe bidin ayetekê, li ser vê ayeta jî Abdullah îbn’i Mes’ud werê gotîye: Di Quranê de ayeta herî hêvîyê dide ev ayete: ‘’Bêje: Ey evdê xerabîyê bi xwe dikin û yê zêde pê de derin! Ji rehma Xwedê bêhêvî nebin. Bi rastî Xwedê gunehan teva efû dike. Ji ber ku, ew diborîne, bi rehm e.’’ (Zumer: 53) Resulullah(a.s.) ji Hz. Ebu Bekir re gotiye werê bêj: ‘’Allah ê min, min li nefsa xwe zilmek pir mezin kir. Gunehan hew tu efu dike. Gunehê min bi mexfîreta cem xwe efû bike. Bê guman yê efû dike û yê rehmê dike tu ye.’’ |
Yorumlar |
01/12/2011 12:23 ağzına sağlık kardeşim güzel paylaşımlarının devamını beklıyoruz... misbah karataş |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |