• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi11
Bugün Toplam281
Toplam Ziyaret13093862
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ketina Serokên Zalim û Bilindbûna Misilmanan
23/11/2011

       Ev çend sale ku gelê misilman qehra serokên zalim dikşîne. Zalimtîyek werê ku ji xwe, ji şehweta xwe û ji berjewendiyên xwe pêvtir li tiştekî û li kesî nafikirin ev zalim.  Van zalima bi deh salan hikmê xwe bi zilmê ajotin. Ji ber ku heqî tunebu kesî nikarîbu li hember wan deyn jî bikira. Kesî nikarîbu rastî, azadane bigota. Ev tişt jî li madê wan zalima hat û ji wan ra heta çend salan serifî. Le înşaallah roja wan çûye ava û rojek nû li ser heqîyê hiltê înşaallah.

       Berî herba Iraqê yanê berî ku Amerîqa demokrasîyê bîne Iraqê(!) di mejuyê însanan de xelitîyek werê hebu. Bi rastî jî ev xelitî dîsa Amerîqa û Awrupa belav kiribu. Ev xelitî jî ev bu ku Amerîqa û Awrupa li mafê mirovan dipirse, dilê wan li ser însana diêşe û ji bo demokrasîyê dikeve nav erdê Iraqê. Yanê bi kurtî di derheqê Amerîqa û Awrupa de fikrê xweş di nav gel de hebu. Le piştî rastî bi rastîyê ket û piştî Amerîqa ket Iraqê û zilm kir, û piştî zarok, pîrek û wekîdin însan di ber lingan de çûn ew fehma xelit hat guhertin.

       Ji herba Iraqê û vir de fehmek din di nav misilmanan de çêbû. Ew jî fehma ku ‘’ji misilman re hew misilman bi kêr tê.’’ ye. Vê tespîta tevgera misilmanan guhert û ma, birîna misilman, misilman melhem bike. Piştî vê guhertîna fehmî, pirsgirêkek derket pêşiya gelê misilman. Ew jî hebûna serokên zalim î ser serê wan bu. Ji xwe ji berê de gel ji van zalima têr xwaribu. Piştî vê guhertina fehmî, gel jî got îdî bese û vê tevgera ji Tunusê de dest pê kir.

      Vê rewşa fikrek werê bi min re çêkir. ‘’ Wexta meriv ji Rebbê xwe re serê xwe dîne, meriv bilind dibe. Le li hember zalima jî wexta meriv serê xwe rake meriv bilind dibe.’’ Ji ber vî awayî gelê misilman îro bilind dibe înşaallah. Gel tiştê lê dike wêya kir.            Piştî rabûna Tunusê wek icacokekê li Rojhilata Navîn çêbû. Misir, Lîbya, Yemen û Surî jî da ber xwe. Vê icacokê qesrê zilmê da ber xwe. Li Misrê hikmê bê heq rabû û li Lîbya yê jî zilm rezîl bû. Di rêzê de qesra zilma li Surî maye. Le qesra Surî ya zilmê, di nav icacê de maye.

      Piştî xerakirina qesrên zilmê û xistina zaliman, divê gel bi hevrebûna xwe bidomîne. Ji bo destên biyanî nekeve nav misilmanan divê misilman hişyar be û desthevgirtî be. Di nav destên hev girtî de destê biyanî wê xwe rê bide.

      Bi rastî vê derbê wek tişt giş ji vê ser rakirinê re amade bûn. Sêva stewîyayî çawa dibe ya xwarinê, vê derbê jî gel ji vê tevgerê re bi her awayê xwe amade bu. Te digot qey Meydana Tahrîrê jî li bende vê rojê bu. Ji ber vî awayî Meydana Tahrîrê di dilan de cîkî xweş ji xwer dîtîye.

      Ev ser rakirina li hember zilmê û zaliman li dinyayê cîkî xweş dît û ji gelek neheqîyan re derî girt. Di vê lebtê de heqî û neheqî hebkî din ji nav hev derket. Tevgera Wall Street ê jî şewqdana Meydana Tahrîrê û wekîdinê ye.

      Înşaallah roj ji bo rojên xweş hiltê.                                                                                        


1281 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.227239.3844
Euro45.206745.3878
Hava Durumu
Saat
Site Haritası