• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi12
Bugün Toplam300
Toplam Ziyaret13093881
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Selmanê Farisî (3)
02/11/2011

     Gelek derbas nebû tiştê hat serê ê berê hat serê wî jî. Berî ku bimre min jê re got:

      ’Tu bi rewşa min zane. Tu kê ji min re şîret dike. Tu çi fermanî min dike.’’ Wî jî ji min re werê got:

      ‘’Lawikê min! Ez nema bawer dikim ku li ser ruyê erdê kesî wek me bawer dike mabe. Le wextê li Erabîstanê pêxemberek derkeve nêzîk bûye. Ewê bi dînê Hz. Îbrahîm bê şandin. Talîyê wê ji welatê xwe here cîkî ku di nav du çîyayê reş de darê xurma hebin wê barke wir. Hinek ilametê pêxemberîyê yî ne veşartî pê re hene. Dîyarîya qebul dike le sedeqa qebul nake. Di nav her du milê wî de jî muhra pêxembertîyê heye. Heg tu karibe here vî welatî here.’’  Di a talîyê de ecelê wî jî hat. Piştî wê, heta ji qebîla Kelb a hinek bazirganê Ereb hatin Amudê ez li wir mam. Min ji wan ra got:

       ‘’Heg hun min jî bi xwe re bivin Erebîstanê ezê van çêlekê xwe û vî kerîyê xwe yî dewara bidim we.’’ Wan jî got: ‘’Temam emê te bivin.’’ Min çêlek û dewarê xwe da wan û min jî bi xwe re birin. Wexta em hatin cîyekî ku jê re dibêjin Wadî’l Qura, ji peyva xwe vegerîyan û min firotin Yahudîyekî. Bi vî hawî ez bûm hizmetkarê wî Yahudîya.

      Piştî wextekê ji zarokên Qureyza lawê apekî wî hat serdana wî û min ji wî kirî, û min bi xwe re bir Yesrîbê(Medînê). Ew darê xurma yî ku li Amudê wî şexsa qal kiribû min dîtin. Li gora qal kiribû min Medîne nas kir. Ez li cem wî mam.

      Di wan rojan de Pêxember(s.a.w) li Mekkê qewmê xwe dawetî îslamê dikir. Le ji ber ku ez bi koletî gelekî dişixulîm min navê wî nebihîstibu.

      Piştî wextek kin Resulullah(s.a.w) hîcretî Medînê kir. Ez li ser dara xurmê bum, tiştê ku efendîyê min ji min dixwast min dikir, wexta efendîyê min jî li bin darê runiştibu ji nişkav lawê apê wî hat û jê re werê got:

      ‘’Xwedê Ews û Hazreç qagr bike! Ew anha ji bo yekî ku îro ji Mekkê hatiye û dibêje ez pêxemberim ji bo wî li Quba yê tên ser hev.’’ Wexta min ev peyv bihîstin ez bûm wek ez bi sitmê bikevim, û ez werê cirifîm ku ez tirsîyam ku ez bi ser efendîyê xwe de bikevim. Hema ez zu ji dara xurmê peya bûm û min ji zilam ra werê got:

       ‘’Tu çi dibêje? Hela vê hebera te anî dubare bik…’’ Efendîyê min bi min re xeyidî û bi paz û sîla bi min ket. Got: ‘’Ji vêya çi ji te re? De li şuxlê xwe biner.’’

        Wexta bû êvar ew xurmê min dabûn hev min hinek rahiştê û ez çûm cîyê ku Resulullah(s.a.w.) lê dimîne. Ez çûm huzura wî û min werê got:

      ‘’Min bihîst ku tu yekî duriste. Hevalê teyî xwetî lazmatî û muhacir henin. Ev xurmê li cem min sedeqenin. Min te ê herî ilyaqî van xurma dît. Talîyê min xurme nêzîkî wî kirin. Ji sehabîyê xwe re got:

      ‘’Hun bixwin.’’ Le wî destê xwe dirêj nekir û parîyek jî nexwar. Min di hundirê xwe de werê got: ‘’Ev yek.’’ Ez ji cem wî çûm û min dîsa xurme dan hev. Wexta Resulullah(s.a.w.) ji Quba yê hat Medînê, ez çûm cem wî û min jê re werê got:

       ‘’Min dît tu sedeqa naxwe. Evêya dîyarîye. Ez îkramî te dikim.’’ Resulullah(s.a.w.) vê carê xwar û ji sehabîyê xwe re jî got bixwin û bi hev re gişa xwar. Min dîsa bi xwe bi xwe got: ‘’Ev bû dudu…’’

      Wexta li Bakîu l Garqad(goristanek e) ê bu ez hatim cem Resulullah(s.a.w). Sehabîyekî xwe li wêdera didefinand. Min nerî runiştiye. Li ser wî du heb çek hebun. Min silav dayê. Ew kesê li Amudê ji min re qala muhrê kiribû min çavê xwe li pişta wî li wê muhrê gerand û ez li dora wî fitilîm. Wexta Pêxember pê hisîya ku ez li muhra pişta wî digerim, fêhm kir ez çê dixwazim. Çekê xwe ji pişta xwe avêt. Min jî li pişta wî nerî û min muhr dît. Min ew maçî jî kir û ez girîyam û min xwe avêt ser wî. Resulullah(s.a.w.) werê got:

      ‘’Tu ji ku zane?’’ Tiştê di serê min de derbas bûye min got. Kêfa wî hat û xwest sehabîyê wî jî bibhîze. Min ji wan ra jî got. Şaş man û memnun bûn.’’


1630 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.293439.4509
Euro45.490745.6730
Hava Durumu
Saat
Site Haritası