![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Selmanê Farisî (2)
26/10/2011 Piştî wextek kin ji bo here Surî ku qafîlak hat cem wan, xeber dan min. Min bi awayekî benê lingê xwe vekir. Bi dizî ez bi wan ra ketim rê û di a talî de ‘’Dostê we yekî nebaş bu. Ji we re digot sedeqa bidin û xêra bikin. Le wexta we sedeqe tanîn, ji xwe re dida alî û vedişart û tiştek nedida feqîra.’’ Gotin: ‘’Te vêya ji ku fêhm kir?’’ Min jî got: ‘’Tiştê ku we dayiyê û wî ji xwe re veşartîye ez karim rê we bidim.’’ Wan got: ‘’Ka hela rê me bid.’’ Ew tiştê ku wan dayiyê û wî ew tişt lê veşartiye min rê wan da. Ji wê dera heft kuzê tije zêr û zîv derxistin. Wan jî got em jî wî nadefinînin û wî derxistin çarmixê û ew ricim kirin. Di piştî wextekî kin de yekî din anîn dewsa wî. Ez jî tabiî wî bûm. Li dinyayê jê dîndartir, bi qasî wî ketîyê axretê, bi qasî wî ê ku bi şev û roj îbadetê bike min ndîtibu û min pir jê hez kir. Wextek dirêj ez li cem wî mam. Piştî nexweş ket berî bimre min jê re got: ‘’Ey filankes! Tê min ji kê re bihêle? Tu çi fermanî min dike?’’ Ji min re got: ‘’Lawikê min! Yekî wek min li Musilê heye ez pê zanim. Wî dînê xwe neguhertiye û axlaqê xwe xera nekiriye. Tu here cem wî.’’ Piştî ew jî mir ez çum cem ê Musilê. Tiştê ku di serê min de derbas bûye min jê re qal kir û min jê re werê got: ‘’Wexta filankes mir, te şîretî min kir got here cem wî û got ew li ser rêya heqe.’’ Wî jî got: ‘’Temam li cem min be.’’ Ez jî li cem wî mam. Min fêhm kir ku yekî başe. Le pir derbas nebu ew jî mir. Wexta li ber mirinê bu min jê re got: ‘’Ey filankes! Vay emrê Xwedê hat te. Tu bi rewşa min zane. Tê min ji kê re bihêle. Tu çi fermanî min dike.’’ Wî jî got: ‘’Lawikê min! Yekî wek me li Nisêbînê heye ez wî zanim. Here cem wî. Piştî wî jî veşartin, ez çum cem wî yê Nisêbîn. Tiştên di serê min de derbas bûye û şîretê ê berê, min jê re got. Ji min re got temam li vir bimîn. Ez jî li cem wî bi cî bûm. Min nerî ew jî wek ê Surî û wek ê Musil ê yekî başe. Wext pir derbas nebu ew jî mir. Berî ku bimre min jê re got: ‘’Tu min nas dike. Tu dixwaze ez îja herim cem kê?’’ Wî jî got: ‘’Lawikê min! Wek me filankesek li Amudê heye ez nas dikim.’’ Ez çûm cem wî û tiştê di serê min de derbas bûye min jê re jî got. Wî jî ji min re got temam li cem min bimîn. Vîyê wek ê berê rast ez li cem wî mam. Min li cem wî ji xwer hinek çêlek û dewar xwedî kir. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |