![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Selmanê Farisî (1)
18/10/2011 Kurteçîroka me di heqê sehabîyekî deye: Li ser vî sehabîyî Resulê Xwedê Hz. Muhammed (s.a.w) wiha gotîye: Selman ji me ye yanî ji ehlê beytê ye. Wek ku hat fêhmkirin Selman werê qala xwe dike: ‘’Ez xortekî Îranî, ji gundê Ceyyan yê girêdayî Îsfehanê bum. Bavê min axê vî gundî bu û yê li peyva wî herî bêtir dihat guhdar kirin bavê min bu. Ji piştî roja ez çêbûm di dinyayê de ez bûm kesê bavê xwe yî herî hezkirî. Her ku roj derbas dibun hezkirina bavê min li hember min zêde dibu. Li ser min diperpitî û min eyn wek keçikekê dixist hundir. Min ewqas xwe dabu mecusîtî yê ku, ez bibum lênerê wî agirê me jê re perestî dikir. Ew agirê qet nedihat vemirandin agirvêxistina wî dabun min. Bavê min çewlikek wî yî mezin hebu. Timî pê re meşxul dibu û dahata wê dida hev. Rojekê ji ber şuxlê wî hebu neçu gund û ji min re werê got: ‘’Lawikê min! Tu dibîne ez neçum çewlikê. Hema tu here û tu bi şuxlê wir re eleqe biv.’’ Ji bo ez herim çewlikê ez ketim rê. Li ser rê ez li dêrekê rast hatim. Li wê dera dengê Hiristiyanê ku îbadetê dikin hat min û bala min kişand. Ji ber ku bavê min nedihişt ez kesî bivînim, ne di heqê Hiristiyanan de ne jî di heqê mirovên wekîdin de min tiştek nizanibu. Wexta dengê wan hat min ji bo ez li wan binerim bê çer dikin ez çum wir. Piştî min li wan guhdar kir û min ew fêhm kirin, dua û îbadeta wan bi xweşîya min çû û min dilxwaz kir ku ez têkevim dînê wan. Min xwe bi xwe werê got: ‘’Ev dîn ji ê me çêtire.’’ Wexta min ji wir da rê roj çûbu ava. Bi rastî ez neçûbum çewlika bavê xwe jî. Min ji wan ra got: ‘’ Cîyê vî dînî yê eslî li ku ye?’’ Gotin li Surî ye. Wexta bû êvar ez vegerîyam malê. Bavê min got te çi kir? Min got: ‘’Bavo! Ez li rastî hinek mirovê ku li dêrê îbadet dikin hatim. Dînê wan bi xweşîya min çû. Ez li cem wan mam heta roj çû ava.’’ Bavê min tiştê ku min kiribu jê tirsîya. Ji min re werê got: ‘’Lawikê min ew dîn ne başe. Dînê te û kalikên te ji dînê wan çêtire.’’ Min jî got: ‘’Na! Dînê wan ji ê me çêtire.’’ Tiştê ku min got bavê min jê tirsîya û tirsîya ku ez dîn biguherim. Ji ber vî hawî bavê min min xist hundir û lingê min girêda. Wexta min rêyek dît min ji Hiristiyanan ra xeberek werê şand: ‘’ Wexta qafîlak ku bixwaze here Surî hat cem we xeberê bidin min.’’ |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |