• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi10
Bugün Toplam281
Toplam Ziyaret13093862
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Hedimandina Civakî
12/10/2011

 

          Wexta meriv mirovantîya iro û mirovantîya berê bide ber hev, bê guman merê cudatîyek pir mezin bivîne. Ji ber ku qedrên civakî tev, hatinin hilandin. Dewsa tiştê hilîyayî tê xuya, le bi hebuna xwe îdî nema bi qedre.

         Em li kîjan alîyê jiyanê binerin em binerin qedir hedimîne. Lêkirina van qedrên hedimî bi lêkirina mirovahîyê mumkine. Bê guman meriv xerakirina van qedran nikare têxe situyê mirovên îro tenê, ji ber ku ev xerabun ketiye ser hev -wek meriv bêje şaristaniya xerabîyê- le mirovên îro jî, bi ber wî bayî de derin. Ji ber ku ev xerabun gerdunîye, her alî binbandor kiriye.

       Em dibihîzin ku di vê heyamê de ji ber têkilîyên nemeşru, zarokê hîna ji dê nebûbin bi emelîyata ji zikê diyan tên derxistin û tên avêtin. Ev tişt ne bese tew li Almanyayê bebekekî werê, di teneka gemarê de hatibu dîtin. Ev şerê nav Misilmana ma mere kari di heqê wî de xweş bifikire? Bê guman na.

      Ev şera em nizanin çavkanîya wî ji ku ye le li misilmantîyê nake. Îslam u şer ji hev dure. Li gora me fahm kiriye îslam tiştê di cî de bi ber me dixe. Û em îslamê bi xweşikî nas dikin.

     Madem îslam ji tiştê xerab dure û tiştê baş û bi xêr şîret dike ija ev qedrên nav misilmanan çima ewqas hedimîne, çima xerabî ket nav misilmanan jî?

     Bi rastî tîmarek(tedawîyek) xweşik ji misilmanan re hewce dike. Divê misilman fen û futên dujminan fahm bike

     û divê misilman vegerin ser jêderkên xwe( Quran, sunet ). Û divê misilman li hev bipirsin. Mirov pir ji hev dur ketinin. Em zanin ku divê misilman wek endamê bedenekê bin. Di bedenê de kîjan endam êşîya, divê endamê din jî biêşin. Le tiştê îro em di nav misilmanan de dibînin mixabin ne eve. Kes nema li kesî dipirse. Dinya û hezkirina malê dinyê ketîye pêşîya her tiştî mixabin.

     Em qala qedrên hedimî dikin. Hedimandin ewqas pire ku yê dest davêyê bi wateyek mecazî di bin de dimîne. Qedir pir hedimîne û hilîyane. Pirsgirêkek din: Kesên ku bîna îslamê ji wan tê pir kêm bunin. Bi asayî wexta mere mirovekî dibîne, ji kesîtîya wî dimenek tê ber çavê mere yan jî bîranînekê bi mere re çêdike. Le mirovên îro pir kêm tiştê xweş tînin bîra meriv.

      Wexta meriv zarokekî dibîne bihna meriv fire dibe. Bi awayekî zû meriv dere cem wî yan meriv ban wî dike û meriv pê şa dibe. Ew zarok bi paqijbuna wechê xwe û bi paqijbuna ruhê xwe bînfirehî yê bi meriv re çêdike. Ji ber ku ew zarok hîna bêgunehin.

      Emê çawa dîsa wan qedirên xwe yî berê peyda bikin? Van qedrên xwe emê çawa dîsa ava bikin? Bi rastî lêkirina van qediran ne bi rihetî ye. Dibe deh salan, dibe pêncî salan bistîne. Le bêyî wan jî nabe. Dêve ji bo anîna wan em bişuxulin. Wek li hev pirsînek ji dil, wek çun û hatina ser nexweşan, wek têkilîyên cîrantîyek xweş, wek ji hev bawerbuna mirovan. Divê cîran ji cîran bawer be.

       Divê bi axlaqê Quranê û bi axlaqê Peyxember (s.x.l.) em axlaq bigrin.



1305 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.227239.3844
Euro45.206745.3878
Hava Durumu
Saat
Site Haritası