• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi4
Bugün Toplam276
Toplam Ziyaret13093857
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Hinek Rastî
28/09/2011

        Li gora nerîn û dîtina xwe di van salên ez tê de jiyam min hinek rastî dîtin. Ez dixwazim ez van rastîya li we jî par bikim. Bi rêzê ez bêjim:

        Serkeftin, tev ku mere xwe bispêre Xwedê Teala, bi aqil re ye. Min kengî bi aqlê xwe tevger kiribe ez serkeftî derketime. Ez bi aqlê xwe bawerim.

       Ji bo ku mere bi xweşikî jiyanek îslamî bije, pergalnî îslamî hewce dikin. Meriv bi navê xwe misilman be, di jiyanê de jî meriv jiyanek Ewrupî bije, tu ekil di wê jiyanê de tune. Ji ber ku rastî hevdu nagrin.

      Bêyî azadîyê qet nabe. Daxwazî, ji her alîyî de jiyanek azade.

      Min nerî tiştê xerab, ji nêzîkbûna zilam û pirekê ji hevre nemehrem derdikeve. Ji bo jiyanek bi biratî û bê qehr gerek cîyê zilam û pîrekê ji hevre nemehrem, ji hev dur be. Gerek sekin ne li cem hev be.

      Wexta dilxweşi bi merivre hebe her tişt hweşe û xweş tê dîtin. Nerîna meriv î gulê timî ne wekheve. Li gor hisa hundurê meriv gul jî dibi xwedî wate.

      Tenêtî aydî Xwedê ye. Hew Xwedê, bi tenê, xwedî qewete. Ji mirovre tenêtî zehmete, ji wî re dilxweşî û dilşadî di li hev parkirinê deye. Ji bo vî hawî ji tenêbûnê em xwe dispêrin Xwedê.

      Sebir ji me re di gelek cîya de selamete. Heta meriv rastîyê ne elime gerek meriv bi pêşdarazî tevger neke.

      Jiyana her kesî, bi hawakî ye. Ev jî ji taybetîya mirove. Taybetbûna mirov ji fitratê ye û dewlemendîye.

      Jiyana kê çawa be jî, kesên xwedî bawerî her kes ji rahmeta Xwedê bi hêvîye. Kê çikas guneh kiribe jî zane veger disa cem Xwedê ye. Hêvî gerek ji dest nê berdan.

      Kêm zêde hewceyîyên mirova wek hevin. Piştî kes ji zaroktî derket û mezin bû têkilîyên xweş dixwaze. Di hiquqê de wekhevî heqqê her kesî ye.

      Kengî evîn di jiyana min de zêde bûbe û belav bûbe dilxweşiya min jî zêdetir bûye û di qelbê min de firehî çêbûye. Evîn di ku de be dilşadî di wir deye. Le tev vî hawî hebûna evînê di jiyana me de kême. Hêvî zêdebûna evînê ye.

      Wext çikas derbas be jî, wext kevn nabe. Mirov wext xera dikin, ne wext mirov. Le bi wext re xerabîya mirovan gişa dikeve ser hev û şaristanîya xerabîyê ava dibe û mirovê ku hayê wî ji tişkî tinebe jî binbandor dike.


1372 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.227239.3844
Euro45.206745.3878
Hava Durumu
Saat
Site Haritası