![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Heta Ku Gel(ek) Rewşa Xwe Neguhere…
21/09/2011 Guhertin nîşana bipêşveçûnê ye. Ji xwe bipêşketin nakeve tiştekî sekinî. Wexta ava bahra li hev nekeve, roj nere ava û hilnê, ba pelê daran li hev nexe, şev û roj nên holê, gel li hember neheqîya serê xwe raneke wê çawa bipêşketin çêbive û wê çawa rewşên xerab bên guhertin? Bi pêlên bahrê re, av tezebûna xwe diparêze. Avek sekinî bêguman wê xerabûn têde çêbive. Wê av kevz bigre. Darek bê ba wê di nav tozê de bimîne, xwe nû nake. Rêyek bê çûn û hatin ji tişkî re nabe. Hêlînek bê kevok û çivîk, wek puş e ji tişkî re nabe. Erdekî bê cot jî tişkî nade. Me ji vana gişa ev raman derxist: bê tevger, bê xebat, bê çûn û hatin û bê lebt tiştek çênabe, tiştek bi tahm nabe û bipêşketin çênabe. Serhildana mirov î li hember neheqîyan û zilmê, heqê wî yî herî bingehe. Li Rojhilata Navîn gelek sala gel di bin zilmê de man. Neheqî çêbûn, talanî çêbûn, di feqîrîyê de man, di vê hemana nûjende gelek bê edaletî dîtin. Nerîn nema qedîya ser rakirin. Xwestin ku vê rewşa xwe yî xerab biguherin. Ji bo ku rewşa xwe biguherin ew tevgerîyan. Înşaallah wê Xwedê Teala jî vê tevgera wan bi pirî qebul bike û înşaallah wê wan têxe rewşek xweş û bixêr. Le li Rojhilata Navîn tiştekî bala me kişand. Em giş zanin ku li gelek dewletê li Rojhilata Navîn, li hember rêveberîyên xerab serhildan çêbûn. Le li Misirê perwerdehî û organîza ku gel kiribû, ji wan ra bû qewet û bû sedema serkeftinek zû. Ji ber vî hawî li Misirê xwîn jî hindik rijiya û şoreşek serkeftî çêbû. Di her mijarê de rastî eve: Ji bo ku guhertin têkeve rewşê, gerek berî gişî yê ku bixwazin rewşê biguherin hebin. Li hevpirsîna wan gerek hebe. Di piştra jî, li hember neheqîyê gerek yekîtîyê di nav xwe de çêkin. Tiştekî din jî di van şerên li Rojhilata Navîn de bala me kişand: Cesareta ku bi kesan re çêbûye. Em dinerin ku kes xwe li hember sîlehan rê dide. Li hola dîsa li hember yên xwedî sîleh, meşê dikin. Yekî ku du rojên wî wek hev derbas bivin ew kes di ziyanê deye. Tê famkirin ku gerek timî nûtî û bipêşketin çêbive. Dinya tê guhertin û aqil mirovahîyê pêşde dibe. Şaristanî ava dibin û xera dibin. Dinya nû dibe. Yê ku gava xwe li gora vê meşê navêje, wê kêm bikeve û wê têkev ziyanê. Ji bo jiyanek pêşketî, xebatek timî hewceye. Ji alî xwendinê de, ji alî teknolojîyê de, ji alî mirovahîyê de rewş wek heve. Ji bo jiyenek ne bi ziyan, gavên nû û xebatek bi sebir hewceye. Ji ber ku wezîfe ji wext bêtirin, ji bo bipêşketinek aram, berî her tiştî gerek qîmetê wext bê zanîn û wext gerek bi xebatê û hêvîyê bê dagirtin. We selamun alel murselîn welhemdulîllahî Rebbîlalemîn. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |