![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ji Rojên Îlonê
14/09/2011 Îro rojek ji îlonê ye. Bayekî hênik xwe bi ser çavan dixe. Ba por bela wela dike. Pelê daran li binguhê hev dixe. Hisên xweş, ava bahran û dilan tev radike. Êvaran Stêra Qurix tê der. Hênkayî belav dibe. Piştî biharê dîsa gul vedibin. Hezker dîsa ji xwer bi van gula şa dibin. Çiya xwe ji berf û baranê re amade dikin. Şev dicemidin, roj hênik dibin. Germa xwe dide alî û ji sermê re cî vedibe. îro rojek ji îlonê ye. Heta êvarî wê çi bive Dengê çivîkan ji alî daran tê. Şaxên daran li hev dikevin. Kevok hêlînên xwe dîsa nû dikin. Amade kirinek heye ji heyamek nû re belkî ji jiyanek nû re. Wext payîze. Roj zereye. Wek roja berava. Meriv zane ku, wext talîya jiyanekê ye, le wext dibe jiyanek nû jî. Wext amadekirinê dixwaze. Ji sermê re, ji xwendegehan, ji xwendevanan, ji jiyanên nû û ji desthevgirtinên nû re. Bi salnama mîladî, sal 2011 ye. Li gora salnama mîladî di zik hevde heta îro du hezar sal derbas bûn. Di van du hezar salan de çi bûyer bûn gelo? Hema bûyerên di wexta min de ez bêjim: Herba Iraqê, Herba Lubnan, Êrîşên Îsraîl î Filistîn û derdoran, Êrîşa 11ê îlonê, Herba Afganîstan, Şoreşa Misirê… Di wexta van bûyeran de tevgera me çawa bû? Dev ji vana gişa berd, di wexta van bûyeran de dilê me li alî kê bû gelo? Kê ji zulmê re li çepka xist, heg tiştek nekiribe jî, kî bi duayê xwe û bi dilê xwe bû alî mezluman? Ji ber ku kesîtîya meriv derdixe holê, bersîva van pirsan gişa girînge. Em bi pirsan mijara xwe bidomînin: Gelo di van du hezar salan de, tev Hz. Îsa çend bebek çêbûn? Kî pir bûn, kî tenê man? Çend mirova xatirxwazî ji jiyanê xwest? Çi bûyer hatin holê? Kijan şewqê der dor ronî kir di van du hezar salan de û çend zarokên keçik ji avêtina bîra û ji kuştinê xelas bûn? Mirov bêtir bi çi kenîyan? Ji bo çi/kê bêtir girîyan? Tevgera me çawa bû? Em giş zanin ku îsal serhildanek li nav dewletê Ereban çêbû. Ev tevrabûna îsal î li nav dewletê Ereban, ji ber ku di dilê mirovan de wek kêfa biharê çêkir, li dinyê bi navê Bihara Ereba hat bi nav kirin. Le bi rastî bihara me teva ye û dinya li bende vê biharê bu. Wê tu biharê din ji kesî re çêbivin gelo? Hêvî di her deman de kêfên biharî ye. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |