• https://www.facebook.com/Viran%C5%9Fehir-Bizim-Gazete-1269353489770245
  • https://api.whatsapp.com/send?phone=05336770791
  • https://twitter.com/bizimgazete63
  • https://z-p15.www.instagram.com/viransehirbizimgazete63/
  • https://www.youtube.com/channel/UC_BshBmcwBr1dd-R9Obx0ag
Üyelik Girişi
TAZİYELER

TAZİYELER:



 

 

Nöbetçi Eczaneler

Perşembe


 

  

Cuma

 

 

Cumartesi

 

 

Pazar

 

 

Pazartesi

 

 

Salı

 

 

Çarşamba


 


Nöbetçi Eczane Listesi Kaynağı: Ş.Urfa Eczacılar Odası
Takvim
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi10
Bugün Toplam278
Toplam Ziyaret13093859
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Potansiyela Başî û Xerabîya Bi Mirov re
06/09/2011

          Bi mirov re dewsa başîyê jî û dewsa xerabîyê jî heye. Her du heb jî di niyetê de xelas dibin û bi niyetê re bingeh digrin. Başî berî meriv wê bike, cîyê xwe di niyetê de çêdiki. Xerabî jî. Talî wexta ji xwe re derdorê dibîne, îja dibe ya çêbûnê.

       Başî başiyê xwedî dike, xerabî jî xerabîyê. Wexta kesek tiştê baş û bi xêr bike, heval û derdora wî jî wê bivin ehlê başîyê û xêrê.

      Tenê bûn ji xerabîyê re bingehê çêdike. Wexta ku yek li ber televizyonê tenê mabe yan li derdorek din bi tenê mabe bêtir nêzîkî xerabîyê ye. Îja tiştê ku li kesa dikeve, bi durketina ji tenahîyê ye. Ne hewcî em gelkî dur herin. Em li demê jiyana xwe bifikirin. Wexta ku em bi tenê li cîkî mabin em zanin ku xerabî nêzîkî merive. Wek tenêbûna ber televîzyonê, wek tenê mabûna li malekê. Ji ber vî hawî ji ber tenêbunê em xwe dispêrin Xwedê Teala.

      Em karin ji çi re bêjin xerabî? Mesela em dikarin ji nerînek xerab re, ji navlêkirinek nexweş re, ji kirina derewa re, ji tahdeyî ya li kesekî dibe re, ji bêbextîyekê re meriv dikare bêje xerabî. Binerin wexta ku meriv navê xerabîya dibeje jî hisek nexweş bi meriv re çêdibe. Meriv naxwaze navê meriv û xerabî nêzîkî hevbe. Em ji kirina xerabîyan û ji hisa xerabîyan xwe dispêrin Xwedê Teala. Hemd tev ji Xwedê re ne navê herî xweş yê Wî nin.

      Ez dixwazim ji xerabîyê bêtir ez qala başîyê bikim. Ji ber vî hawî, dibe ku başî xwe li me bigre û hebkî jî be, bîna başîyê yî xweş têkeve me. Wek ku meriv di ber rîhanekê re here. Meriv destê xwe nedê jî bîna wê yî xweş bi ser meriv de tê.            Peyvê ku em bi kar tînin bi wextê re derûnnasî ya meriv jî bin bandor dike û dikevin jiyana meriv. Ji ber vî hawî ji bo bandorek xweş li ser jiyana meriv bive em peyvê xweş li her alîyê jiyana xwe belav bikin û em têkilîya xwe bi başîyan re xurt bikin.

      Ez ji were qala bîranînek xwe bikim. Ez wê rojê êvarî derketim ser xanî. Ji ber ku havîn e ez li ser xanî radikevim. Min nerî di wê tarîyê de tişkî wek kevokekî li kêleka xanî tê xuya. Ez hêdî hêdî çum ber wî min nerî way birajî kevokeke. Kêfa min pir hat. Min hebkî ji xwer lê sêr kir û wa ez di bin bandora wî de mam. Min dest nedayê û min got bera îro ev kevokê xweşik cîranê min be û ez çûm ser cîyê xwe.  Li ser cîyê xwe jî min carna lê dinerî bê li wire yan na. Li wir bû. Bû sibe ez rabûm min nerî way çûye. Belkî vêya jî başiyek bû min pê kir. Ji xwer heta sibê li wir lusiya û ji xwe re raket. Le ez jî ji xwer ji tenayîyê xelas bûm. Belkî hun bêjin te ev kurteçîroka çima got. Ji ber ku ew jî ji başîyekê bu û li hev par kirinek min û wê/wî bu. Belkî hayê wê/wî jî ji min tune bû. Le hayê min jê hebu û ji min re bû wek hevalekê/hevalekî. Ji xwe min hayê wê/wî jê çêkira ezê tenê li wir bimama.

      Avdan a darekê, wechekî bi ken, dest girtinek zarokekî, alî dan a kevirekî ji ser rê, av girtinek ku bi çolê de dere, xêrek ku tu feqîrekî ne êşinê û tu pê bike… Evana giş ji başîya ne.

      Başî dibe cennetê, xerabî jî dibe cehenemê. Başîya pir, bêtir nêzîkî cennetê dike.

      Xwedê Teala derîyê xerabîya li me bigre û derîyê başîya û derîyê xêra ji me re veke înşaallah û înşaallah me bike ji başa.


1311 kez okundu. Yazarlar

Yorumlar

kelime anlamı     14/09/2011 01:06

Allah razı olsun. kürtçe okumayı ağır olsada yapıyorum. köşe yazılarınızı okumaya çalışıyorum. beğendiğimi söylemek isterim.size önerim her metnin sonunda en az üç kelimenin anlamını yazmanız. Müminler kardeştirler.selam ve dua ile.
hasan63

Yazarın diğer yazıları

Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012
Çêbûna Kesîtîyê
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012
Li Jiyanê Nerîn
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012
Wexta Sitêrk Vemirîn
Ketina Gogî - 25/04/2012
Ketina Gogî
Qîrîna Civakî - 14/03/2012
Qîrîna Civakî
Windabûna Rojê - 29/02/2012
Windabûna Rojê
Ji We re Namîne - 14/02/2012
Ji We re Namîne
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet
Qelb - 18/01/2012
Qelb
 Devamı
RESMİ İLANLAR
Döviz Bilgileri
AlışSatış
Dolar39.227239.3844
Euro45.206745.3878
Hava Durumu
Saat
Site Haritası