![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Bi Ku de?
25/08/2011 Li vê dinya ku em lê dijîn, berê me bi ku de ye? Gelo heta îro mirovahîyê çi bûyer jiya ye? Rîsaleta peyxembera çawa derbas bû? Tevgera civaka, li hember peyxemberan çawa bu gelo? Ev pirs giş heq dikin ku meriv xweşik li wan bifikire. Di dîrokê de kêm zêde lazmatî yên mirova wek hev çêbûnin. Hz. Zuleyha evîndar bû ye, Hz. Yusuf nexwestiye ku têkev guneh, Qays ji bo ku şifa yê bivîne çû ye Kabê; Nemrut bi kermêşek seqet miriye; zarok kenîyane; gul şîn hatine; kevok firiyane, av herikîye, agir şewitandiye; ba hênik kiriye; dest hatinin girtin; xêlî hatine dan alîn… Van bûyer û şayes anan giş hatine jiyandin. Hineka hêstir daye xwar, hineka dilfirehî çêkiriye, hineka gihandiye hev… Teva van hebûn û bûyeran, bi awayekî, mirov di bin bandora xwe de hiştine. Ev bûyer ên ku mirov dîtiye û jiyaye giş şekil daye jiyana mirov. Kêfê dide, ji hev dixe, rast û xwar dike, xelas dike, tîne hiş… Mirov. Ji bo ku mirov jiyanek hêja û rast bijin heta îro gelek peyxember hatinin şandin. Wezîfa wan, bi cî anîna emrê Xweda bû. Mirov ji xerabîyê banî başîyê kirin. Yê ku zilm dikirin ew ji zilmê vedigerandin. Bi cehennem ê tirsandin û bi cennet ê mizgîn dan, peyxembera. Ji kes a re bûn rêber peyxember. Ji wextê Hz. Adem de û heta anha, tu wextê bê mesaja îlahî mabe çênebûye. Ji her qewmî re mesaja îlahî hatiye. Xwedê Teala ev mesajên xwe jî, bi wesîla peyxemberên xwe şandiye. Peyxemberê talî Hz. Muhammed (s.a.w) e. Ji bo ku mirov rê ya xwe şaş nekin Resulê Xweda Hz. Muhammed (s.a.w) di hutba xatirxwazî yê de şîret li me kiriyê û ji me re hiçkpêgirtina Quran a Kerîm û Sunnet a xwe tewsîye kiriye. Di dîrokê de gelek bûyer ên balkêş çêbûnin. Wek çêbûn a Hz. Îsa… Wek xew a Eshab ê Kehf… Wek birîn û sebr a Hz. Eyyub… Wek qewmê Hz. Lut… Tê gotin Eshab ê Kehf 300 salî di xew de mane. Wexta ku ji xew radibin dinerin birçî bûne. Ji bo ku ji wan re xwarinê bîne hevalkî xwe dişînin bajar. Ew kesê ku dere bajar, dinere ne rê rêya berê ye, ne avahî avahîyên berênin, ne jî bajar bajar ê berê ye. Dinere perê ku derdixe jî, mirov lê şaş dimînin. Dawî tê fahmkirin ku ew kesê em ji wan ra dibêjin Eshab ê Kehf 300 salî di xew de manin. Ew kes kal nebûnin û giş bi hevre hişyar bûnin. Bi rastî ev bûyer meriv dibe tefekkur ê. Meriv fahm dike kû piştî xewek werê dirêj, ku dîsa jiyan hebe, wê hebûna jiyana piştî mirinê jî xweşiktir bê fahmkirin.Di wextna de hinek tişt bêtir pêş de dikevin û meriv dihejînin. Di wexta berê de, Wek tofana Hz. Nuh… Wek meşa Hz. Musa yî nav bahrê; Di wexta me de jî, Wek Tsunamî ya Endonezya, Wek ya Japon; Wek xela li Somalî yê… Heta îro mirovahîyê gelek bûyer derbas kirinin û wê hîna jî çi bûyera derbaske ne malume. Le tevgera mirov î li hember bûyerên nû girînge. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |