![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Meş
10/08/2011 Vay ez ketim rê. Rêwîtî ya min bi çêbûna min ra dest pê dike. Ewilî dest li min dikevin, ez didim girî, hayê min ji min çêdibe… Di piştra şîr dixin devê min. Ez disekinim. Yek timî li dora min dere û tê. Wexta ez digrîm min aş dike, wexta ez birçî dibim şîr dide min. Serê min dişo, min paqij dike. Timî li dora min e. Evêya ez qala wê dikim dîya min e. Bi rastî bala wê hey li ser min e. Le reşekî din jî li dora min û dîya min dere û tê. Wexta şîrê dîya min têra min nake dere şîr peyda dike, li dîya min dinere, jê re dibe heval û alîkar. Ev jî bavê min e. Jiyana min bi dê û bavê min re dewam dike. Bi rastî ez hêdî hêdî mezin dibim. Qeweta min jî bêtir dibe û ez dirêj û xurt jî dibim. Ez ji xwe re îdî di nav zarokan de dilîzim. Hevalên min çêdibin û ez civakî dibim. Çiroka Jiyana min dewam dike. Hinek xweh û birayên min jî çêbûn. Min xaltîk, metik, ap û xalên xwe û wekîdin jî mirov naskirin. Firehî ket Jiyana min.Bi rastî jiyana dinyê kin e hevalno. Bi me, çiqas dirêj bê xuya jî, di rastî yê de kin e. Li cem bê talîtî yê, 70-80 sal ne wextekî dirêj e û vay emrê me jî mezin dibe. Gerek em dîsa jiyana xwe di ber çav ra derbas bikin. Ji bo ku mere bigê xweşîyê û xelasîyê, berî her tiştî gerek mere bawerîyê bi Xwedê Teala bîne. Di piştra, rê ya ku ew dixwaze ku em tê re herin, gerek em di wê rê yê re herin. Tiştê ku me jê qedexe kiriye gerek em jê dur bikevin. Xwedê Teala, xwedîyê erd û ezmana tevde ye hevalno. Xwedîyê jiyan û mirinê ye. Xwedîyê hebûn û tunebûnê ye jî. Wî, ji bo ku mirovê baş û xerab ji hev derxe pîvan jî danîne. Ji baş a re cennet, ji xeraba jî re cehennem amade kiriye. Heta îro gelek peyxember hatinin şandin. Wezîfa van pêyxemberanan bi cî anîna emrên Xwedê Teala ye. Pêyxemberê talî, Hz. Muhammed(s.a.w) e. Resulê Xwedê ye. Pirtuka wî Quran e. Heta roja qiyametê hukum, hukmê Quran ê ye. Quran jî kelam a Xwedê Teala ye. Yê xelasîyê bixwaze, wê jiyana xwe li gorî Quran ê bimeşîne. Em gîhaştin talîya çîroka jiyana xwe hevalno. Di jiyana me da gelek tiştên din jî hebun. Le bi kurtî ez li ser vî alî yî sekinîm. Emanetî Xwedê bin. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |