![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Çixêza Jiyana Mirov
26/07/2011 Li gorî nerîna mere, jiyana mirov bi çêbûnê ra dest pê diki. Bi çav vekirinê re, lazmatî, his û nerînên mirov jî test pê dikin. Em jî, rêwîtî ya mirov bînin ber çavên xwe û em li xêza jiyana mirov bifikirin. Wexta ku mere li mirov û wext bifikiri, mere kari bêji wext, çixêzek bêdawî ye û jiyana mirov jî wek firana kulî ye. Kin e. Tê gotin emrê mirova berê dirêjtir bu. Le anha kem zêde emir li dora 60- 70 sala ye. Yekî/yeka emrê wî/wê bi ser 80 yî ketibi, mere dibêji maşallah. Tê gotin, Hz. Nuh 900 ya jî di ser 900 salî re emir kiriye. Tê famkirin ku dirêjbûna emir tê guhertin.Bi rastî mere kari ji gelek çixêza di, li jîyana mirov bineri: çixêza evdîtî yê, çixêza kesîtî yê, çixêza guhertina axlaq, di giştî jî de çixêza jiyanê. Emê bêtir li ser çixêza jiyanê bisekinin. Çixêzê din jî ji xwe di nav jiyanê de ne. Di jiyanê da hebûn û tunebûn heye, rihetî û ne rihetî heye û tenêbûn û di nav malbatê û di nav civakê da hebûn heye. Mirin û jiyan heye. Zayîn pir dike, mirin kêm. Li gorî dîtinê, mere dibêji qey hebûn bêtir e. Çunkî avahîyê ber çava zêde dibin, mirov pir dibin. Le mirî bêtir dibin. Mirî, dikevin ser hev. Sax, ji ber hev derin. Le tev vî hawî, tunebûn jî hebûne. Hebûna cî guhertî. Bi rastî hebûn tişkî xweşe. Hebûna hezkirinê, hebûna hevala, hebûna dê û bav, hebûna jin/mêr û zaroka, hebûna biratîyê, hebûna li hev pirsînê, hebûna sibê, nîvro û êvarî… Jiyana mirov, mere kari ji du alîya di lê bineri. Ya yekem, wextê ku mirov yek bi. Ya duyem, wextê ku mirov dizewici û piştî wê. Ya yekem, bêtir tu girêdayî hineka ye(dê û bav), ya duyem hinek dibin girêdayî yê te, tu dibi dê ya bav. Jiyan werê ye. Yek yekî dimeşîne. Hinek li serî disekinin, hinek li nav, hinek bi qasî serî ji nav bêtir. Hinek bi hevre, hinek tenê. Em tenê bin, em û hinek bin, cihêtî tuneye. Em tenê hatinin, emê tenê herin. Me ji xwe ra heval li jiyanê çêkirin û hezkirin di nav me da çêbû. Bera hezkirina me ji bo te be Ya Rabbî! Em ji bo xwe û mirovê ku em ji wan hez dikin, ji bo eyb û gunehê xwe gişa em ef û mexfîreta Xwedê dixwazin. Hemd giş hew ji bo Xwedê ne. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |