![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ji Sehabîya: SAÎD ÎBNU AMÎR EL- CUMAHÎ 2
06/07/2011 Qureyşî vegerîyan Mekkê. Meşxela dinyê zu Hubeyb bi Qureyşîya da jibîrkirin. Le ji bîra Saîd neçu Hubeyb. Berî ku Hubeyb daliqînin, Hubeyb li Qureyşîya nifirek kiribu. Saîd ev nifir ji bîr nedikir. Ditirsîya ku belayek bê serê wî. Hubeyb gelek tişt rê Saîd da. Saîd îdî fahmkir ku, jiyana rast bawerîya li ser îmanêyi û cehda wêyi. Hubeyb tişkîdin jî rê Saîd da: Hz. Muhammed (s.a.w.). Saîd, di nav her kesî di rabu û got: Tiştê ku Qureyşîya kiriyi ez jê durim. Ez putê wan davêm erdê. Û Saîd misilman bû. Saîd Îbnu Amîr hîcretî Medînê kir. Di herba Heyberê û di herbê piştra, bi Resulullah(s.x.l.) rebu. Piştî wefata Resulullah(a.s.w.), Saîd, bi Hz. Ebubekîr û Hz. Omer re ma. Li cem wan, xwe ji îslamê re kir şûr. Riza Xwedê di ser her tiştî ra girt. Van her du xelîfê Resulullah (a.s.w.), rastîya Saîd zanîbun û li şîretê wî guhdarî dikirin. Wexta ku Hz. Omer bû xelîfe, Saîd lê werê şîret kir: ‘’Wexta ku te şuxlê mirova kir, ji Xwedê bitirs, le wexta te emrê Xwedê bi cî anî ji mirova netirs û bera peyva te ne zêdeyî emelê(şuxlê) te bi. Ya Omer! Ew mirovê ku tu şuxlê wan diki bi wan ra eleqedar bivi. Tiştê ku te ji xwer û malbata xwer xwest ji wan ra jî bixwaz. Tiştê ku te ji xwer û malbata xwer nexwest ji wan jî ra nexwaz. Heta ku te heqqî xist dest mucadele bik. ‘’Xwelî li serê we! Hun vî şuxla(xelîfetîyê) dixin stuyê min û hun talîyê jî, min tenê dihêlin. Wallahî ez te bernadim. Û wî kir walî. Carekê Hz. Omer derket herêma Şam ê. Gel, ji bo xêrhatinê çu pêşîya Hz. Omer. Hz. Omer ji wan ra got: Hun walîyê xwe çawa dibînin? Çar heb şikayetê gel hebun ji Saîd. Hz. Omer bi xwe dibêji: Min Saîd û gazinker anîn cem hev û min ji Xwedê re, ji bo ku ez di heqqê Saîd de ne xelitî bim min dua kir. Bawerîya min bi Saîd hebu. Hîna em li cem hev bun min pirsî: i walî şikayeta we çiyi? Wan got:’Heta roj bilind dibi nû tê cem me.’’Wallahî min nedixwast ez bêjim le gerek îja ez bêjim. Xizmetkarê malbata min tuneye. Her sibe ez radibim, ez ji wan ra hevîr dikim. Heta ku hevîr hiltê ez xwe hebkî diştexilînim. Talîyê ez nan lê dixim.Talîyê jî ez testnimêj digrim û ez derdikevim nav gel. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |