![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Ji Sehabîya: SAÎD ÎBNU AMÎR EL- CUMAHÎ (1)
28/06/2011 Hubeyb Îbnu Adîyy, ji sehabîyê Resul (s.x.l)’ ê Xweda bu. Qureyşîya ew girtibûn. Wê ew bikuştana. Ji bo li kuştina wî binerin Qureyşîya gel dawetî Tenîm’ê kiribûn. Tenîm, li dervê Mekkê bu. Saîd Îbnu Amîr jî, ji dawetkirîya bu. Ji ber ku Saîd xort bu, gel da alî û çu ket rêza pêşîyê. Di merasîma di kî gerek li pêşîyê ba, wî jî xwe gihand wir. Zaroka, pîreka û xorta Hubeyb zincîrkirî dibirin meydana kuştinê. Saîd Îbnû Amîr vana giş ji nêzîk di didît. Wê koma mirova, ji bo ku bikujin wexta êsîr anîn, Saîd bi bejna xwe yî dirêj xwe nêzîkî Hubeyb kir. Hubeyb got: Bihêlin berî mirinê ez ji xwer du rekat nimêj bikim. Tiştê ku Hubeyb xwest anîn cî. Talîyê Saîd li nimêj kirina Hubeyb nerî. Saîd, talîyê nerî ku Hubeyb nêzîkî pêşketîyê Qureyşîya bu û werê got: Wallahî ku min zanîba ku hun nabejin vîya ji tirsa mirinê nimêja xwe dirêj kir, min dixwest ku ez hîna nimêj bikim. Bi vî hawî Saîd dît ku qewmê wî Hubeyb bi saxî parçe parçe kirin. Wexta ku qewmê wî canê Hubeyb parçe parçe kirin, ji Hubeyb ra werê gotin: Tu dixwazi ku tu xelas bivi û Muhammed(s.a.w.) di dewsa te debi: Wî jî got: Wallahî, ji dêvila ku strîyek di Muhammed(s.a.w.) re rabi, ez naxwazim ku ez xelas bivim û ez naxwazim kû ez li nav zarokê xwe rihet bim. Ji ber vê peyva Hubeyb, gel qeherî û gotin: Wî bikujin! Wi bikujin! Berî daliqandina Hubeyb, dengê vê peyva Hubeyb jî hat Saîd: Ya Rabbî! Wan ji bîr nek, wan xelas bik û kesî sax nehêl. Bi vî hawî Hubeyb di nav derbê şura di ruh da. Qureyşî vegerîyan Mekkê. Meşxela dinyê zu Hubeyb bi Qureyşîya da jibîrkirin. Le ji bîra Saîd neçu Hubeyb. Berî ku Hubeyb daliqînin, Hubeyb li Qureyşîya nifirek kiribu. Saîd ev nifir ji bîr nedikir. Ditirsîya ku belayek bê serê wî. Hubeyb gelek tişt rê Saîd da. Saîd îdî fahmkir ku jiyana rast bawerîya li ser îmanêyi. Hubeyb tişkîdin jî rê Saîd da: Hz. Muhammed (s.a.w.). Saîd di nav her kesî di rabu û got: Tiştê ku Qureyşîya kiriyi ez jê durim. Ez putê wan davêm erdê. Û Saîd misilman bû. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |