![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Nivîs û Tevger
20/06/2011 . Ey ê ku bawer dikin! Tiştê ku hun nekin, hun çima dibêjin? Tiştê ku hun nekin û bêjin, li cem Xwedê bi nefret tê dîtin(Saff, 2-3). Ji ber vê ayeta, wexta ku ez nivîsê xwe dinivîsînim ez bi tirs dinivîsînim. Ez dixwazim peyva min ango nivîsê min û tevgera min li hev derkevi. Ango nivîs(peyv) û tevger gerek wek hev bi. Wexta ku nivîsê mere û tevgera mere wek hev bi, wê rastî têkevi jiyana mere jî. Em ê bivin pêbawer û ya herî girîng, belkî ji nefretê bêtir em nêzîkî hezkirina Xwedê Teala bin. Nivîs, berpirsîya wê mezini. Tew, nivîsa ku gelek kes wê bixwînin, berpirsîya wê bêtir dibi. Nivîs, şixulekî pir girîng û bi qedre. Wextê ku mere dinivîsîni, mecbûr mere bifikiri. Fikirandin jî fehm a mere çêdiki. Mere kari bêji yekî ku bifikiri û binivîsîni wê bipêşketin jî pêre çêbivi. Wê di ramanê wî da zêdeyî çêbivi. Nivîs, ilm çêdiki; İlm, nivîsa bi qîmet, zêde diki. Wexta ku nivîs bi ilm hatibin nivîsandin, xwendevan jî wê ilmê wî zêde bivi. Nivîs, gelek cara mere dibi tefekkurê. Qîmetê tefekkurê em zanin ku gelekî zêdeye. Di gelek cîyê Quran’e de Xwede Teala dixwazi ku mere bifikiri. Ji bo mere a rast bivîni. Ji bo mere xweşik nafikiri û dipeyivi, gelek cara li civata, mere peyvê bêyî dilê xwe diki. Ji bo vê rewşa nebaş em rast bikin, gerek em berê li peyva ku emê bikin em lê bifikirin. Îja nivîs jî werê. Gerek nivîs û jiyan hevdu bigrin. Gerek nivîs û rastî hevdu bigri. Gerek nivîs, xwendevan bivi rastîyê. Li dibistana, xwendevanê salê ewilî, bi çavekî rexneyî li pirtuka nanerin. Çi pirtuk tê ber wan wêya dixwînin. Ji bo perwerdehîyek baş, gerek pirtukê me rast hatibin nivîsandin û gerek rastîyê bêjin. Ez nivîsa xwe hebkî taybet bikim û ez bêtir li ser nivîs û tevgerê bisekinim. Tev ê tevgerê mere, kurtasî ya jiyana mere ye. Gerek em jiyana xwe di ber çav re derbaskin. Xwede Teala rastîyê û başîyê biki qismetê me înşaallah. Înşaallah ji nivîsa rast pêvtir tu nivîs ji qelema me dernakevi. Ez ji Xwedê Teala dixwazim. Ji ber ku emê ji her piçikê jiyana xwe bên pirsîn, gerek em li her alîyê jiyana xwe bifikirin. Dibistana xwe, mala xwe, malê xwe, hevalê xwe, zarekê xwe, xwarina xwe, nivîs û tevgerê xwe…Û gerek em rastîyê têxin wan. Ramanên we çinin? |
Yorumlar |
24/06/2011 14:05 bira te pir xweş gotiyî. li ser vê gotina te ez naxwazim tiştekî bêjim.
lewla çend gotina jî ez bêjim:
resûlê xweda dıbeje ku:
mîrovek tê avîtin dojê(cehennemê). ji agirê doJê û ji ezabê rovîyê wî derdikeve derve.
Û li dora roviyé xwe vizdibi vekî perwaneyekê.
însané di dojêde li dorawî kom dibin. û jêre dibêjin:
ma tu ne filankese ku te ji mere nasihet dikir, te ji mere digot were ser rîya xweda. me gura te ne kir em ketin vira.le tu ji bo çi li viraye.
EW KES Jİ WAN RE WERE DİBÊJİ:
ERÊ Mİ Jİ WERE TİŞTÊ XWEŞ DİGOT HEMA Mİ NEDİKİR. Mİ Jİ WERE DİGOT GUNEHA NEKİ Çİ FEYDE Mİ DİKİR. Mİ GO XÊRA BİKİ Çİ FEYDE Mİ DİKİR.
Jİ BO WİYA EZ Dİ NAW AGİRDEMİ Û EZABA Mİ Jİ A WE BÊTİRE.
selam ji tere û ji hemû mü'mîna re. AZADÎYA ÎSLAM |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |