![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Rojhilata Navîn
14/06/2011
Wexta tê gotin Rojhilata Navîn, gelek raman tên bîra mere. Ev gelek sedsal çêbun kû Rojhilata Navîn di astengîya deye û gelek rewşê dijwar derbas kir. Pîrekê wê, zarokê wê û wekîdin mirovê wê giş di bin bandora van tengîya de û van rewşê xerab de man. Rojhilata Navîn, dewlemendî yê wê gelekî pirin. Vê dewlemendîya, bi piranî jî aborîyî û dînî ye. Gelek dewletê çavnebar û emperyal, çavê xwe berra van dewlemendîyê wê dan. Bi taybetî jî Amerîqa, Îngîltere û Fransa, Rojhilata Navîn pir betiland û dewlemendîyê wê mêtin. Piştî ku Îsraîl ava bû, Îsraîl jî ket nav van dewletê cavnebar û emperyal. Her ku çu Îsraîl zilma xwe zêdekir. Ji ber vê zilma İsraîl î zêde û siyaseta wê yî ku li ser îşxalê, di çavê mirovê herêmê de Îsraîl, gelek nebaş tê dîtin. Niha, di nav nifira de Îsraîl heye. Dewletê emperyal, di zilmê di alî hev kirin. Ji ber ku yekîtî di nav ereba û misilmanan de tune bu, ji van dewletê emperyal ra ji keys çê bu û bi dilê xwe Rojhilata Navîn li hev xistin. Filistîn, Iraq, Surî, Lubnan… Ev dewletê emperyal, darikê wanî li hev xistinê timî bi wan re ye û ev darik jî, ji fesadîyê û ne heqqîyê çêbuye. Nedilşadîya Rojhilata Navîn, dilşadîya wan e. Dewletê ereb û misilmana jî, cehaletê xwe bera nav da. Hev girtin kêm bu û rêveberê zalim hatin ser serê wan. Rêveberên ku li Rojhilata Navîn hatin ser serê dewleta, ji gelê xwe bêtir, li xwe fikirin. Şato bilind kirin û li seltenet û şehweta xwe fikirîn. Vê rewşa gelek sala dewam kir. Ji alîkî di dewletê kedxwar û ji alîyê din rêveberên zalim… Rojhilata Navîn rewşek werê dit û li cîna ev rewşa xerab dewam diki. Le em dinerin li cîna jî mirov ji vê rewşa xerab re dibêjin bes. Li Misrê serhildanek gelek bi zanebun û bi serfirazî çêbu. Li Lîbya yê gel, li hember Qeddafî rabu, le dîsa ew dewletê ku me ji wan re go kedxwar, nehiştin. Ji bo hebkî din jî hikmê wan dewam biki. Niha li Yemen û Surî jî gel rabune. Li Surî rewş nebaş tê xuya. Ji mehekê û virdi gelek kes hatin kuştin. Ji xwe Surî, berê jî bûyerê werê derbas kirini. Bûyerek bê dilşewat. Di sala 1982 an de, li Hama yê, bi kêmanî di ser 20 - 30 hezara re kes hatini kuştin. Ji ber ku kela misilmana bu, Hama di dilê misilmanan de gelek cî digire. Rojhilata Navîn, gelek bûyerê dîrokî derbas kirini û gelekî betilîyi, le hîna li ser xwe yi. Dîsa xwe didi ser hev û xwe nû diki. Bi ilm û bi bawerî. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |