![]()
İslameddin DEMİRKAYA
islameddin@hotmail.com
Silav
06/06/2011
Bi pirranî jî di nav însanê mezin de pir belavkirî ye silav. Wexta ku mere deri ‘azayakê yan jî nav civatekê ku mere silav nade yan jî, ku mere silavdanê ji bîr diki, hun dinerin zilamekî peyvek go û girîngîya silavdanê ji mere re îzah kir. Silav ne dan, li civakê me xweş nayê dîtin. Ji ber vê rewşa, mere girîngîya silavdanê, di civaka me de fê’mdiki. Li civaka me, silava herî belavkirî ‘’ Esselâmu aleykum’’e. Ev silava, ne yekejimare, ji her kesî re ye. Wexta yekî go Esselamu aleykum, tê wateya ku wî kesî silav daye yê wê civatê gişa. Li civakê carna hinek mirov heni qîmetê vê silava ( Esselamu aleykum ) baş nizanin û vê silava bi hinek silavê din diguherin. Bi pirranî jî zarokê me ‘elimîni silavê din û kêmkirin xistini vê silava ji mere bi qîmet. Ev jî sûcê bernamê televîzyonê xerabe. Di televîzyona de gelek bernamê û fîlmê xerab hene û zarok jî di bin bandora van fîlm û bernama de dimînin. Em silavê: ‘’Esselamu aleykum’’ di nav xwe di belav bikin. Wexta ku hun bi silavekê hatin silavkirin, hun bi silavek xweştir silavê bistînin yan jî wê bi silavek wek wê vegerînin. (Nîsa, 86) Li gorî Ebu Hureyre (r a), Resulullah (a. s ) wiha gotîye: Ê suyar, li ê ku dimeşi; ê ku dimeşi, li ê runiştî; ê hindik, li ê zêde silavê diki. ( Buharî û Muslîm ) Ji Abdullah bîn Amr bîn As(r. a.) tê rîwayet kirin: Mirovekî ji Rasulullah (a.s.)’ra go: ‘Emelê Îslam’ê ê herî bi xêr kîjane? Resulullah (a.s.) werê go: ‘’Ku tu xwarinê bidi, û ê ku tu nas biki û tu nas neki ku tu silavê bidi wan’’ e. Bi rastî silav ji bo mirovahîyê gelekî girînge. Wexta ku mere bixwazi hezkirin di nav mere û mirova kevi gerek mere silavê di nav xwe de zêde biki. Ev silava ku em qala wê dikin silava Xwedê Te’ala’yi. Ji xwe Resulullah (a.s.) jî, me şîret diki û dibêje: ‘’Heta hun îman nekin hun nakevin Cennetê. Heta hun ji hev heznekin hun îmanê nînin. Ez tişkî, ku wexta hun bikin, ku hezkirina nav we zêde bivi ez ji were bêjim? Silavê di nav xwe de belav bikin.’’ ( Muslîm ) Silav (Selam ) du’a ye. Gelekê ‘alima li ser Selamê gotini Selam: Xweşî û selametî yi. Ji ber vî hawî silav (selam), di dilê me de û di jîyana me de cîkî pir xweş digri. Musluman, gerek tiştê xweş ji hev re bixwaze. Tiştê ku mere ji xwer xwest gerek mere ji birayê xwe yî Musluman re ji bixwazi. Vêya, ji kemala îmana mereyi. Silav (Selam) jî, ji tiştê xweşi. Em ji hev re Selamê bixwazin. |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |
Yazarın diğer yazıları |
Çêbûna Kesîtîyê - 30/08/2012 |
Çêbûna Kesîtîyê |
Li Jiyanê Nerîn - 13/06/2012 |
Li Jiyanê Nerîn |
Wexta Sitêrk Vemirîn - 02/05/2012 |
Wexta Sitêrk Vemirîn |
Ketina Gogî - 25/04/2012 |
Ketina Gogî |
Qîrîna Civakî - 14/03/2012 |
Qîrîna Civakî |
Windabûna Rojê - 29/02/2012 |
Windabûna Rojê |
Ji We re Namîne - 14/02/2012 |
Ji We re Namîne |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet - 24/01/2012 |
Silav, Hezkirin, Îman, Cenet |
Qelb - 18/01/2012 |
Qelb |
![]() |